diłim aşîftey sewdayî sazit
Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
1 Xulek
916 Dîtin
diłim aşîfteyî sewdayî sazit
xetî kêşa leser ẍewẍayî nazit
ciger sed pareyem lem cîlwey ḧusin
diłîş xwêne le îstîẍnayî nazit
ne ’îczî ’eşq bê ’erzî nyaze
ne ḧusnîş bê ẍirû îmayî nazit
lenazî to ’ereq eřjê le řûta
ke bê gewher nîye deryayî nazit
be pîrîy mûy sipîm axir bekar hat
buwe penbeyî serî mînayî nazit
teẍaful dûre bo teḧrîkî mujgan
نیگاە eřjête ser sîmayî nazit
binazim ew siřřey cêy secdekey bû
leser xaka lejêr cê payî nazit
hezaran serbiřawim dî le dergat
be berqî tîẍî na peydayî nazit
eken sewda le bazařî miḧebbet
nyazî xadîmNasnava edebî û sewdayî nazit