le min napirsê carê ew bêřeḧme çone eḧwałit?

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  697 Dîtin
le min napirsê carê ew bêřeḧme çone eḧwałit?
qedî ełfim le dewrî řûte herwek ebroy dałit
nebî zamim be yek nakewtewe wek bałî perwane
le şewqî şem’î řût û tîẍî ebrot û lebî ałit
le dewrî ke’beyî řûta ferîzem bû ke maçî kem
weku berdî ḧecer nesbe le goşey řûyî to xałit
nebû te’sîrî carê nałe û ahî seḧergahim
be xende pêm dełê çîte? le nałey mang û hem sałit
be ewcî kîbrya perwaz ekey ey murẍî dił هەرگاە
desûtênê tecellay cemałî peřû hem bałit
xerîdarim be wesłî yar eger çî pêm biłê xadîmNasnava edebî
le bey’a to ebê bîdey be serxoşî ser û małit