perêşan bû ke wextê dî diłim zułfî perêşanit
Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
2 Xulek
1130 Dîtin
perêşan bû ke wextê dî diłim zułfî perêşanit
be mewcî cîlwe pexşane le her dû la beserşanit
leber ḧusnî edeb mewcî xemoşî dête serzarim
be ḧusnî naz eka hergeh tebesum le’lî xendanit
hicûmî leşkirî nazit bi ecengî dił ke dî هەرگاە
le ewweł da muzeffer bû lemane çaw û mujganit
le mewcî ’enberî çawî ẍezałan bo cinûnî min
ke seḧra lalezarêke leber xwênî şehîdanit
xeyałî řûy to dîwan akate sefḧeyî gułşen
le lefzim řengî me’na piř le guł bo çakî damanit
weku şewnim be daym çawenořî cîlweyî řûtim
heta ladey nîqabî çehrey xurşîdî tabanit
sedayî ya senem emřo le dîrû ke’be dê wextê
ke’efşan bû ’ebîrî kifrî zułfanî perêşanit
hewayî neş’ey dîru ḧerem hełsa lekfir û dîn
meyî řû ateşî coşa le meẍzî bade noşanit
ne tenha tuřře řeqsane, le berqî yek nîgahî to
kefî xakî nîye bê řeqis lem deşt wibyabanit
le giryey bilbilane xadîmaNasnava edebî xendeyî lebî ẍunçe
gułî subḧî umêdim pişkut emřo le bustanit