min le gułzarî ezel gîrawî dawî zulfî tom

Li pirtûka:
Dîwanî Seyfulquzat
Berhema:
Seyfulquzat (1876-1945)
 1 Xulek  816 Dîtin
min le gułzarî ezel gîrawî dawî zulfî tom
bes bide çerxim leser, bazim! ke teyrî destemom
ta serî zulifit řifandî dił lebo nêw awrî řût
sozşim xward û wekû marî ser awir xem dexom
bo tewafî ke’beyî koy şemsî dîne, wa ḧesenNasnava edebî!
her wekû mizreq be her merz û dyarê xul dexom
bo temay awî beqa, dił kewte nêw zułmatewe
destî min damanî zulifit, pêm biłê bo kwê biřom?
quwetî qelbim ke toy û qûtî řoḧim ’îşqite
boç debê bakim le masîwa bibê, xem bo çî bixom?
yosfî mîsrî wîlayet! ey xelîlî baẍî qudis!
narî nemrûde derûn bê to, dûçawim bote çom
min beser kewtûme ber pê, zulfî çewgan badewe!
her le tifłî, min esîrî lu’betî çewgan û gom