tenya hemîşe tenya

gî du mupasan
Li pirtûka:
Hewarî Xalî
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 8 Xulek  1219 Dîtin

paş xwardinî jemêkî têrupiř hemû şad û diłxoş bûn. yekêk lewan dostêkî konim gutî:

«pêm xoşe kemêk le şanzelîze bigeřêyn».

weřê kewtîn bebin ew daraneda ke hêşta tak û tûk gełayan pêwe mabû, řabirdîn hîç dengêk nedehat cige lew zena zenayey hemîşe le parîsda heye û nabřêtewe, şinebayekî fênk řûmetî êmey dengawit. komełe estêrekan be asmanî şîn û samałewe girşe girşyan bû û piřşingî zêwînyan dawêşt. dostekem gutî:

«nazanim bo şewane lêreda le hemû cêyan zyatir be asûdeyî henasem dê û deçê? bîrim pan û berîn depêwê, lepiř birûskêk mêşkim řûnak dekatewe ke bo tawêk demewê le hemû řazekanî cîhan bigem».

paşan řoçne dadexnidirê, hemû şit debřêtewe. her wa deřoyştîn car car dû sêberman dedî ke le sîley dîwarêk delerzîn ya belay textêkda têdepeřîn ke dû însanî leser bûn û pêkewe nûsabûn û detgut dû pełey řeşin. awałekem deygut: «bêçarane, nam arûjênin, her ewende heye hest be bezeyekî tund û qûł dekem».

lenêw řazekanî em cîhaneda tenya le yekyan wirdibûmewe, çareřeşî here gewrey ême le jyanda eweye ta heyn tenyayn, hemîşe hemû têkoşanman eweye le des ew tenyayîye řabkeyn «ewaney leser em textane danîştûn wek ême û wek hemû kesî dîke deyanewê tenanet bo tawêk betenê nejîn, keçî heta hetaye tenyan, hemû kes kem ta kurtêk lewe geyştuwe».

min maweyeke řencî tenyayî dekêşim diłnyaşim hîç şitêk natwanê dwayî bem řence bênê. gwêt lêye hîç şitêk, her karêk bikeyn her çendî têbkoşîn qiseman çend nerim bê û baweşman çend germ! hemîşe her tenyayn. min emşew tom boye degeł xom gêřa ta betenê neçmewe mał çunke zor le tenyayî bêzarim. bełam qazancî çi bû? min qisanit bo dekem toş gwêm bo řadedêrî, pêkeweyn keçî tenyayn, têdegey dełêm çî? le kitêbî pîrozda hatuwe: «çend bextewerin sawîlkekan, ewan xo be bextewer dezanin. ewan hest naken tenyan. ewan lew tenyayîye şûmey ême nagen. ewan wek ême serlêşêwaw nîn» řengibê pêt wabê kemêk şêtim wa nîye?

gwê hełxe lew katewe hestim betenyayî kirduwe; pêm waye hemû řojê berew tarîkxaneyek deçim ke dîwarekanî nabînim û nazanim binebanî le kwêye? bew tarîkxaneda deřom bê ewey kes řaberim bê, kes be dewrubermewe bê û kes wek min em kwêreřê barîk û tarîke bipêwê.

lem tarîkxaneda cige le destî xom hest be hîç destî dîke nakem. dezanî çi dełêm? çend kesêk lew jyane bê’amane geyştûn. alfîrd dû mûse dełê: «kê dê? kê bang dêłê? hîç kes tenyay tenyam. ey tenyayî řeş û şûm».

bełam ewey bo min biřwayekî tewawe bo ew gumanêk pitir nebû, ew şa’îr bû, ew tapo û tarmayî dexułqandin. ew beřastî qet betenê nedemawe keçî min tenyay tenyam.

«gustaw filobîr» ke yekêk le çareřeştirîn mirovî cîhan û řoşnibîrtirîn kesî ser zewî bû em řiste kurtey bo dostêkî xoy nûsîwe:

«ême le çołêkda dejîn ke kes kes nanasê».

aya zewî dezanê lew estêraneda ke ewende le ême dûrin her pirşingyan degate ême? çi řû deda? bełê însan zor leweş kemtir le hestî însanêkî dîke agadare. ême wek em estêrane lêk dûrîn. zyatrîş terîk bûynewe. çunke natwanîn bîrkirdinewey yektir şî bikeynewe le řazî yektir bigeyn. to hîç şitêk lew însananey xo têk hełdesûn bełam natwanin yektir binasin çareřeştir debînî? ême ewendeman yektir xoş dewê dełêy zincîr kirawîn. be amêzî aweławe le pena yektirîn bê ewey beyektir bigeyn. tasey nîzîk bûnewe betewawî hest dekeyn. bełam hemû bêkelke. hemû peleqajeyekeman bêsûde. derdî diłman, le baweş girtinman, lawandineweman xořayîye. demanewê awêzanî yektir bîn, lêk hałêyn. xo le amêz hawêştinman tenya debête hoy ewey têk hełnigwîn.

min hîç katêk lew kate xom betenyatir nazanim ke řoçney diłim bo dostêkim dekemewe. çunke baş em perjîne bêkelêne debînim ke le nêwanmanda heye. em dostey beramberme çawe řûnakekanî debînim ke le minî biřîwin. bełam gyanî le pişt em çawanewe nabînim. gwêm dedatê bełam bîr le çi dekatewe? bełê bîr le çi dekatewe? to hest bem azare nakey?

řengibê lêm bêzar bê, řiqî lê hełgirtibim ya gałtem pê bika? aya bîr lewane dekatewe deyanłêm, tîzim pê deka, ya begêjim dezanê? çon bizanim çon bîr dekatewe? çon bizanim le çî bîr dekatewe? çon detwanim têbgem ewendey xoş dewêm ke xoşim dewê? we lew sere piçûke xiředa çi lêkdaneweyek heye? çi řazêkî ser bemore bîrekanî nenasrawî însanêk. bîrî bizir û azad, bîrêk ke natwanîn sinûr û řêbazî bo dyarî bikeyn. natwanîn beserîda zał bîn ya bîbezênîn.

hemû şitêk le qûłayîy tarîkî «min»da řadegrîn. lew qûłayîyeda ke kes destî nagatê, kes řêy tê naba, kes boy nadozrêtewe. çunke kes nîye wek min biçê, kesîş namnasê.

hîç nebê to êsta demnasî? na be şêtim dezanî. taqîm dekeyewe dûrim lê řadewestî le xot depirsî:

«emşew bo way beser hatuwe? erê têtgeyîwim?» řenge bitwanî bo tawêk bextewerim bikey. jinin ewî dûreperêzî xom baştir nîşan deden.

çareřeşî, damawî, ḧepesawî, ay çendim ewane ledes jinan dîwe çunke zor le pyawan pitryan hestî tenya nebûn bo peyda kirdûm.

katêk pyaw tûşî ewîn debê hest deka le caran biławtire, hest be bextewerîyekî beriztir le bextewerîy însanî deka. em hestey le kwêwe peyda debê; lewêřa ke pyaw hest deka îtir tenya nîye, terekemeyî dwayî hatuwe, çi hełeyek?

jin ke tasey ewîn le êmeda tîn deda diroyekî gewreye, bîrexewe. min ew kate şîrîney degeł ew kezeye dirêje, kułme sûre, çaw cwane ke nîgay hoşî pyaw defřênê řaydebwêrim dezanî çone? çi tirawîlkeyek çawim firîw deda? çi bîrexewêk dembatewe? wa dezanim min û ew bo tawêkî dîke debîne taqe kesêk. bełam ew deme qet naye. paş çend ḧewtû çaweřwanî, hîwa, şadî, xoşî, řojêk xom le hemîşe tenyatir debînim. paş her maçêk, paş her destemlan bûnêk, paş her le’amêz girtinêk tenyayîy pitir debê. şa’îrêkî «sûrlî pirudham» denûsê:

«lawandineweyan, diłxoşî daneweyan cige le taseyekî besam û peleqajeyekî nakam nîn ke deyanewê yeketî namumkîn lenêwan gyan û leşda pêk bênin». paşan xwaḧafîz, tewaw biřawe, pyaw hêşta ewey bo maweyek hemû şitî jyanî buwe nenasîwe û le hestî derûnî bêxebere. lewpeřî nîzîk bûn û têkeławîda le qûłayîy gyanî bêxebere. wişeyek taqe wişeyek, hełey pyawî řûn dekatewe. wek birîskêk ke le tarîkîda bibrîskê em kendałe řeşey ke le nêwanmanda heye nîşan deda. degeł eweşda cwantirîn demî jyan ew demanen ke şewêk le pał jinî xoşewîstimanda bê desbizêwî řaydebwêrîn. ba berzefiř nebîn, zêdeřewîy nekeyn çunke hergîz dû însan nabin beyek. bełam boçî řoçney diłim axnîwe, hergîz ewî le diłimdaye, mêşkimî xerîk kirduwe, bas nakem çunke baş dezanim ḧukmî tenyayî heta hetayem dirawe. serinc dedeme hemû şit bîruřay xom derdebiřim. bîruřakan, kêşekan, dîmenekan bo min giring nîn. natwanim le hîç kam le zemînekanî fîkirîda degeł hîç kes hawbeş bim. çend wişey zor sakar û kurt bo wełamî pirsyarekanî řojane bekardênim carî waşe zeḧmetî wełamdaneweş nakêşim û her bizeyek lêwekanim lêk hełdepçiřn. têm degey? le mebestim ḧałî debî?

şeqamî dirêjman ta taqî nûsretî «etwał» pêwa çunke dostekem em qisey be perawêzewe - ke min êsta lebîrim nemawin bo kirdim - ewîş zor be kawexo dwaye řawesta lepiř destî bo lay sitûnî «kiranîtî» mîsrî ke serguzeştî wiłatekey be xetêkî seyr le payey nûsrawe û le parîs lenêw estêrekanda bizre řadaşt û qîjandî «ême hemû wek em berdeyn».

bêdeng û bê maławayî becêy hêştim. mest bû, zana bû şêt bû ya jîr bû hêşta nazanim. carî waye bîrdekemewe heqî bû carî waşe pêm waye aqłî şêwa bû.