lamezebî xêrewmend

em çîřoke le nûsînî biłzak, gewre nûserî feranseye. min le řûy gořînî farsî mamosta cemalzade be deskarîyekî kemewe kirdûmete kurdî.
Li pirtûka:
Hewarî Xalî
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 16 Xulek  1526 Dîtin

duktor «byanşûn» şagird û pizşikyarî ceřřaḧ û twêkarî here benawbang piřofîsor «dîplon» bû. řojêk beřêkewt be meydanî «sîn sûlpîs»da têdepeřî. mamostakey xoy dî ke bo kilîsa deçê, se’at noy beyanî bû, piřofîsor «dîplon» ke hemîşe be galîskey taybetî degeřa, be pêyan bû û lelay kołanî «pûtî lyûn»řa dehat ke kołanêkî bednaw bû řast wek kesêk deçû ke byewê xoy le yekêk lew małe sûk û bednawane řoka. byanşûn mamostakey xoy baş denasî û deyzanî pyawêkî maddî û le xwa bedûre. biřway be ayîn û mezeb û zîndûbûnewe û dinyay dî nîye. her boyeş serî lem kare suřma û be espayî şwênî kewt û çuwe kilîsa dîtî mamostakey ke be qeder nûkî derzî biřway be dîn û ayîn û kilîsa û keşîş û nwêj û du’a nebû, ewa le sûçêkî kilîsa le beramber kotełî ḧezretî miryemda çokî dadawe û wa xerîkî nwêj û pařaneweye agay le xoy û dewruberî nemawe. beřastî pêy seyr û semere bû.

tirsa newekû mamostakey bîbînê û lay wa bê şagirdekey şwênî degêřê û kêşkî dekêşî. herwek be espayî çûbuwe jûr aram û bêdengîş derkewt û řêy xoy girt û řoyşit. em řêkewte çaweřwan nekirawe bîrî arûjand bełam gwêy nedaye û feramoşî kird.

sê mangêkî pê çû, řojêk mamostayekî zanistiga ke hawkarî dîplon bû hate serdanî û lekin byanşûn dostane destî leser şan dana û gutî:

«hawřê! tom le kilîsay sîn sûlpîs dî û belamewe seyr bû? bom neçuwe seryek lewênderê çi dekey axir to û kilîsa?»

dîplon wełamî dayewe: «çûbûm temaşay qeşeyek bikem ke ejnoy awî hênawe û debê ’emel bikirê û şazade xanim «angûlîm» be minî esparduwe».

byanşûn bewe diłî awî nexwardewe, deyzanî nexoşî wa le kilîsa temaşa nakirê be xoy gut: «dîsan bo nwêj û pařanewe çuwe».

lew katewe biřyarî da her çonêk bê serederî lem girê pûçke derbika. lebîrî bû çi řojêk mamostakey le kilîsa dîbû. sałî dwatir řast lew řojeda çuwe wê û xoy le penayek ḧeşar da. çî way nekêşa dîplon le pêçî kołanî «pûtî lyûn» le galîske dabezî û be penamekî řêgay kilîsay girte pêş û xoy tê kuta. byanşûnîş bedway ewda çuwe jûr û řwanî mamostakey beçokda hatuwe û xerîkî nwêj û pařaneweye. waqî birdewe û leberxoyewe gutî:

«seyre? lelayek bêbřiwayî û bêdînî û xwanenasî û lelay dîkewe çok dadan û nwêjkirdin û du’a xwêndin?»

ke nwêj û pařanewe dwayî hat û kilîsa betał bû û mamostakey derkewt byanşûn xoy geyande serperiştî kilîsa û pirsî:

«erê ew pyawe maqûłey lew sûçe nwêjî dekird û depařawe denasî û aya zor dête kilîsa?»

wełamî dawe:

«ewe pê le bîst sał denê min beser em kilîsaye řadegem. dîwme ke hemû sałê duktor dîplon çwarcar bête êre û xêr û xêrat bika beřastî xêrumende.»

dewrey şagirdîy byanşûn tewaw bû dîsan řojêk be ber kilîsay gorînda řadebird. bedłîda hat ke řengibê mamostakey lewê bê. çuwe jûr, bełê dîplon wek caran çokî dadabû û xerîkî nwêj û pařanewe bû.

byanşûnîş le tenîştî çokî dada. ke nwêj betał bû siławî lê kird û xoy pê nasand. pêkewe le kilîsa hatne der gutî:

«mamosta! cesaret nebê řazêk lemin bote metełoke û bo xoşt nebê kes natwanê hełîbênê»

neqłekey le seretawe bo gêřawe û leserî řoyî:

«to kesêkî le katî ders gutnewe û karkirdinda be řaşkawî û aşkirayî dełêy biřwat bew xudayey ke xełk deyperistin nîye. edî çi bote hoy ewey be penamekî deçî bo kilîsa û nwêj dekey û depařêyewe û tenanet xêr û xêratîş dekey?» dîplon gutî:

«doste lawekem! min taze pîr bûm û pêm leser lêwarî goře û hîç pêwîst naka em řaze ke degeřêtewe bo serdemî lawetî û dewranî xwêndinim le to bişarmewe».

byanşûn şan be şanî ceřřaḧî mezin û zor benawbangî parîs kewte řê. wirde wirde geyştine kołanî katrwan «çwarba» ke le kołane hejarinşînekanî parîse. dîplon le beramber xanûberêkî teng û tarîkda ke wek qełayekî piř pêç û labela deçû, řawesta û gutî: «were ser» û xoy be pilîkananda hełgeřa, ta nuhûmî şeş serkewtin lewê gutî:

«çîrokî çûne kilîsa û nwêj û pařanewe û xêr û xêratî min lêrewe des pê deka. ew kate řojgarêkî yekcar sext û jyanêkî zor tałim řadebward. hem namo û ẍerîb bûm û hem birsî û řeşuřût. kewş û pêlawêkî baş û cilubergêkî xawênim nebû. emřo ke çil penca sał lew serdeme têpeřîwe. bîrdekemewe ke çon twanîm bijîm û bo lenêw neçûm. le parîsda tenya û bêkes bûm û bo xercî xwêndin û kiřînî kitêb hîç behîwa nebûm le çi layek tenanet yek şayî çîye pêm biga. deskurtî û birsayetî tûře û tosnî kirdibûm dost û awałêkim pêwe nemabû û ser û wez’êkî waşim nebû kes arezûy dostayetîy min bika. lew małey lepêş çawte nîştecê bûm û dersî pizîşkîm dexwênd û xom bo yekem ezmûn amade dekird, wam gurîs geybuwe hîçkan, ke ne demtiwanî biçme pêş û ne bigeřêmewe dwawe û biřyarim dabû ya bimirim ya xom bigeyenme lay serû. qerar wa bû kesukarim mangane sî firankim bo binêrin, bełam zor car em pûłe kemeşem pê nedegeyşit. baş demzanî peyda kirdinî ewendûke diraweş bo ewan çend dijware. pûrêkî pîrim bû. sindûqêkî konî cilubergî kon û nwê le sindûqxanekeyanda dozîbuwewe û boy nardibûm. hîç nebê xawên û pagjibûn. bełam çunke dirawî kirêbarim şik nedebird nemdetwanî em cilane werbigirmewe. hemîşe lem derk û ew derkim deda bełkû bitwanim sindûqeke werbigirmewe û xom kemêk kok û poşte bikem. tenya çarem ewe bû biřêk le şitumekekan herzan firoş bikem û ewanî dîkem bo derçê. lem jûrey hawsêmda pyawêkî awfiroş xełkî «sîn filûr» dejya nawî «bûjarit» bû aşnayetîy ême her ewende bû ke tûşî yek debûyn wek dû hawsê siławêkman lêk dekird û çîdî. řojêk her ew pyawe pêy řageyandim ke xawen mał řay’esparduwe çunke sê mange kirêm nedawe debê jûrekey bo çoł bikem. ke nîgeranî û peşêwî minî hest kird gutî: xem mexo betenê nî, minîş derdeka û byanûy eweye karî awfiroşî degeł wez’î êre řêk nakewê û danîştiwanî xanuwekey wezałe hênawe. ew şewe sextitrîn şewî jyanî min bû, beyanî zû le xew hestam, bîrim dekirdewe xwaya em sir û sîpałe bo kwê berim? xerîkî xwardinî nan û şîr ke tenya xwardinî min bû, bûm lepiř bûjarit wejûr kewt û gutî: aẍa giçke! to dexwênî û deçîye zanistige. min mindałî ser řêgam le hetîwxane gewre bûm û dayk û bawkî xom nanasim û qet ewendem diraw nebuwe bitwanim jin bênim û mał pêkewe nêm. boye wek to bêkes û tenyam daşqeyekim heye bêşk dîwte leber derk řaydegirim û awfiroşî pêdekem em xirt û pirtey min û şitumekekanî toy têda cê debêtewe. êsta ke lêreman derdeken deřoyn bełkû bitwanîn pesîwêk bo xoman bidozînewe û ser pêkewe nêyn. kuře xo ême koşkî patşayetîman nawê her hênde têyda biḧawêynewe bese û nwayek bê le ba û baranman biparêzê şukirî xwa dekeyn. gutim zor supast dekem, bełam min sê mang kirêy êre qerizdarim û cige leme sindûqêkyan kone bo nardûm ke debê kirêbarî bidem û werîgirmewe û hemû neẍdênem le pênc firank têpeř naka. gutî: gwê medeye xwaşukir kîsem betał nîye beşî ewanim heye, xem mexo xwa gewreye, heste xot xiř bikewe ta biřoyn.

qerzekanî damewe û xirt û pirtekanman le daşqe na û tenafî hawêşte şanî û řoyştîn le her cêgayek nûsrabû «jûr bo îcare» řadewesta û pirsyarî dekird. kirêy jûrekan zor giran bûn û bo ême nedebûn herçî hewłman da le geřekî «kartye latîn» ke geřekî xwêndikaran bû jûrêkî herzan peyda bikeyn gîrman nekewt naçar bûyn çaw lewênderê bipoşîn direnganê, êwarê le pasajî bazirganî le beşî «ḧewşey řûhan» dû jûrman ke lem ber û ewberî pilîkan bûn be şêst ferank îcarey sałane be kirê girt û bûyne awmał. bûjarit herçonêk bû řojane sed şayî peyda dekird û sed «eko»yekîşî pûlî neẍd bû û awatî ewe bû ke bitwanê espêk û çelengêkî awfiroşî peyda bika û bibê be awfiroşêkî abřûmend. ke le ḧał û bałî min agadar bû wazî le awatekey hêna û gutî: to debê bixiwênî û karî to le karî min wacbitre. îtir lew řojewe xercî minî we’esto girt. her pêy degutim aẍa giçke. şewane ke le kar degeřawe le jûrekey min dadenîşt û be tasewe seyrî xwêndinewe û mutałay minî dekird. ew pyawe başe ke temenî xoy le çil sał deda ser ta pê hest û ’atîfe bû, neydezanî hestî xawênî xoy çon derbibřê, deygut lem dinyayeda hîç zîndewarêk minî xoş newîstuwe segêkî berełła nebê, ewîş pêş ewey degeł to aşnayetî peyda bikem leber pîrî topî. bûjarit wirde wirde hemû awatî jyanî leser min saẍ bowe be corêkî wa ke tewawî kesukar û hîwa û arezûy betenê le minda kobowe. bo min ledayk diłsoztir û bebezeyîtir bû. ewî baş baye bo minî dewîst. ḧazir bû xoy hîç nexwa û hîç leber neka ta pêdawîstîyekanî ders û kitêb û jyanî sakarî min cêbecê bika. ême peyřewekanî ayînî mesîḧ hemîşe lebarey xoparêzî û çakî û pakîyewe dedwêyn. em pyawe awfiroşe hemû em sîfetaney têda kobbûnewe. be řoj ke le kołan û xeyaban tûşî yek debûyn le ḧałêkda ke tenafî daşqekey be şanewe bû û bedway xoyda deykêşa bewpeřî meznayetî û diłsozîyewe bizey dehatê dyarbû ke çend be saẍî û selametî û pak û xawênî min diłxoş û şade.

kem kem xwêndinim tewaw bû û destim be karî pizîşkî û ceřřaḧî kird. debû wek pizîşkyarêk le nexoşxane bimênmewe. em dûrbûnewey belawe giran bû. bełam weser xoy nedehêna û basî nedekird. pitrî zeḧmet dekêşa û xerîk bû dirawî peyda bika û bimdatê ta min bitwanim - têzî - duktoram tewaw bikem û leçapî bidem, bełênî dabû her derfetî bê serim bida.

ke çîrok geyşte êre piřofîsor be şagirdî pêşûy gut: byanşanûn eger řîsaley duktoray min temaşa bikey debînî ke ewm be nawî ew pyawe cwamêre nûsîwe û pêşkêşî ewm kirduwe. kem kem le nexoşxane dahatêkim peyda kird û twanîm dirawêk bo hênanedî awatî lemêjîney ew paşekewt bikem û axrî esp û çelengim bo kiřî lelayekewe detgut dunyayan dawetê ke bote awfiroşêkî abřûmend bełam lelay dîkewe leḧałêkda ewpeřî řastî û dirustî û pakî û xawênî pêwe dyarbû pirte û bołey beserimda dekird û deygut: eme çit kirduwe? to taze seretay karte û pêdawîstit be hezar şit heye û dirawit pê dewê û leřastîda êsta to le min muḧtactirî. şukir leşim saẍe û şanim zamî nehênawe û nyazim be esp nîye. keçî dyarbû le xoşyan xenî buwe û le pêstî xoyda naḧewêtewe ke debînê min, minî bêdesełat û řût bo xom bûme pyawêk û dahatî xom heye. emcar wazî le min hêna û bo lay espeke çû, destî be yał û bij û şanî û bidewge û pişt û kefeł û laq û leterîda dekêşa û çawî le xoşîyan girşegirşî bû. carêk deyřiwanye min û carêk le espekey defkirî amrazî ceřřaḧî min êstaş her ew amrazanen ew boy kiřîbûm û be yadgarêkî xoşewîst hełm girtûn. wirde wirde nawbangim derkird û be gewretrîn ceřřaḧî feranse û cîhan nasram. bełam ew pyawe carêk be řûyda nedamewe û lekin kes be zarîda nehat ke le sayey pyawetî û cwamêrî û fîdakarî ewda geyştûme em paye. her xom başim dezanî eger diłsozî ew nebaye min nek nedebûme pyaw û nedegeyîme hîç bełkû lewane bû her neşmênim.

řojêk xeberim pê geyşit nexoş kewtuwe, destim le hemû kar û pîşey xom hełgirt û xom geyande serî û derman û peristarîm kird. carî yekem twanîm le çengałî merg řizgarî bikem bełam bedaxewe paş dû sał nexoşîyekey hełîdawe û birûzî estand. ewî bom dekira kirdim, dermanî ewtom bo peyda kird le qutûy hîç ’ettarêkda nebû, karî wam bo encam da le çi kitêbanda nenûsrawe. ewendem qedir girt le hîç patşa û xawen desełatêk negîrawe. bełam daxî giranim sûdî nebû. ser ta pêm piř bû le qedirzanî û nimeknasî û beřastî ḧazirbûm le ’umrî xom kem bikemewe û leser ’umrî ewî danêm. emma bedaxewe hemû kar û zanistim, hemû řenc û têkoşanim, hemû şew û şewnxûnîm befîřo çû. bûjarit, bûjartî xoşewîst bawkî duwemim ya baştir biłêm bawkî řastîm le baweşmida gyanî da. wesyetnamekey be xetî ’erîzenûsêkî giştîy ser şeqam nûsrabû bepêy ew bełge herçî le paşî becê mabê małî min bû û tenya mîratgirî min bûm dyare ew wesyetname ew katey amade kirabû ke le geřekî ḧewşey řûhan taze bibûyne awmałî yek. ew pyawe nexwêndeware xêwî îman û biřwayekî yekcar pitew bû ḧezretî miryemî gelêk xoşdewîst û leber nezanî û sakarî ewî be daykî xwa dezanî. degeł eweşda ew le ewînî xwa û mezebî katolîkî xoyda sûtabû û deşîzanî min bîrubřiwam degeł ew cyawaze û îmanim be xwa û kilîsa û ayîn siste, hergîz lew bareda neydedwandim û serî nedehawêşte serim û waydenwand ke hîç derbestî bîrubřiway min nîye. le qûłayîy diłmewe dełêm: ey ew kesey pêt dełên xwa eger le ’alemda şwênêk heye paş neman pyawçakî biçnê, bûjartî min lebîr meke eger le jyanîda tûşî gunah û tawanêkî wa buwe ke debê seza bidrê. le seremergida daway lê kirdim bepêy ayînî mesîḧî bînêjim. diłnyam kird ke dawakey bênme cê û espardim ke le kilîsa boy bipařênewe û nwêjî bo biken. le nexoşîda hemîşe deygut: detirsim bimirim û nemtiwanîbê wek pêwîste erkî serşanim encam bidem. bêçare le hemû jyanîda azarî bo kes nebû û le berebeyanewe ta bûmelêł řencî deda û areqî deřişt û hêşta lay wabû xway le xoy řazî nekirduwe. nazanim eger leřastîda beheştêk hebê û bûjartî neçêtê edî kêy lê debê? lewpeřî sakarîda mird tenya kesêkî degełî çuwe ser qebran min bûm. minîş katê gewretrîn dost û diłsoztirîn serperiştî xomim be xak espard bîrim kirdewe ke çon çakey bidemewe. jin û zarok û kesukar û xizim û nîzîkî nebû ke byanxeme jêr çawedêrî xomewe. webîrim hatewe zor car basî ewey bo kirdibûm xoşe pyaw paş mirdin nwêj û du’a û xêr û xêratî bo bikirê. bełam bo ewey bîr nekemewe pêy qerizdarim û debê boy piř bikemewe hergîz xwahîş û daway lê nekirdibûm paş mergî karêkî bo encam bidem. bełam xom hatme ser em bîre ke tenya lem řêgayewe detwanim heqnasî xom derbixem û ew çakey bidemewe ke hergîz û hergîz feramoşî nakem ke ew řêwşiwêney paş mirdinî bo cêbecê bikem. boye degeł karbedestanî kilîsay sîn sûlpîs qerarim dana ke hemû sałê çwar car wek bawe, nwêj û du’ay giştî bo biken řojî yekemî her çwar fesłî sał xoşim deçme kilîsa û be yadî dostî gewre û ledesçûm nwêj û du’a dekem û min be gyan û dił ḧazirim lebatî ew seza bidrêm. ta ew zûtir biçête ew cêgayey pêy dełên beheşt.

ke çîrok geyşte êre dîplon tawêkî bêdeng bû û dwaye serî berz kirdewe û gutî:

«dostî xoşewîst! kesêk ke xawenî bîrubřiwayekî wek mine lewey zyatrî le destî naye. lew bîreda nîm kirdewey min lelayen xwawe pesind nekirê. min be herçî xoşim dewê swênd dexom ke amadem hemû dar û nedarî xom bidem ta bitwanim ew bîrubřiwayey bûjarit le mêşkîda bû le mêşkî xomda biguncênim».

paş maweyek duktor byanşûn le jûr serînî mamostay payeberzî piřofîsor dîplon ḧazir bû û ewîş be norey xoy mird. kêye bitwanê biłê mamosta dîplon ke řoyî be îmanewe neřoyî.