wişe winbuwekan

nûsînî: katol mendîs, le farsî terceme kirawe
Li pirtûka:
Hewarî Xalî
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 9 Xulek  1196 Dîtin

serdemêk le mełbendêkî zenwêr û sazgar wek beheştî berîn perîzadêk řaydebward ke le şox û şengî û cwan û çelengîda wêney nebû. bełam le bêbezeyî û diłřeqî û desřeşîda kes deskî ledû nedekird. le mełbendekey ewda xełk jin û pyaw, pîr û law, wirde û zarok hemû beşêkî başyan le pîtî xořisk pê biřa bû.

kes neyzanî perîzad bo řiqî lepiř û lenekaw le danîştiwanî em mełbende piř xêrubêre hesta? bo awirgî tûřeyîy biłêsey berz bowe? bo hate ser ewey begjyanda biçê?

lepêşda bîrî kirdewe tofanêkî tund û besam berpa bika, koşkan biřûxênê xanûberan biřmênê, koxan têk tepênê, kepran řabênê, tawił û řeşmał û çîẍ û çadran řařfênê ta şwênewarî jyan û man û bûn û guzeran lew nêwe nemênê.

paşî xerîk bû, hemû gułegeş û bon xoşekan biprûkênê, hemû gya şilk û teřekan, hemû dare sewz û berzekan, sîs û jakaw û kilor û hiłoł bika. ta kes xořiskî diłgir nebînê, ta kes dîmenî xemřewên nebînê û hemû layek bika be byabanêkî kakî bekakî û bê aw û şînayî û îşkaroyekî zûrk û řeq û bîrûnêkî çol û hol û şorekatêkî xołîn û sûtaw.

dwaye hate ser ewe nask û nazdarekan, tesk û lebarekan, řezasûk û xwênşîrînekan bikate řimûzney dizêw, pîrêjnî ser be sodre, yał yabûy lacang be řişk, pûre gułnetełey efsaneyî ta ewîn û diłdarî, jwan û şewgurd û çawbiřekîn û taske task, desbazî û řaz û nyazî diłdarî dwayî bê.

beweşewe zerd nebû wîstî gêjełûke û řehêłe û lengîzeyek, le berd, le agir, le mişkî û xołemêş, le jîlemo û pizîlk be ser wiłatda bibarênê û hemû zîndewarêkyan webin da.

paş ewe xeyałêkî way bedłîda hat hetaw dapoşê û tîşkî germ û betîn û jyanbexiş bitarênê ta tarîkî û serma û zuqim û sîxwar û sehołbendan karî xoyan biken û gyanleber nehêłn.

axrekey wek kone dizêkî despîs û dîwarbiřêkî çawçinok kelênî dozîyewe, paş wirdibûnewe û bîr lêkirdinewe biřyarî da řisteyekî însanî û sê wişey asmanî lebîr hemuwan berêtewe:

«tom - xoş - dewê».

le hewwełewe xełk neyandezanî çîyyan lê qewmawe, çi řûydawe, tûşî çi bełayek bûn, çonyan tanupo lê têk çuwe? tenya hêndêk deyanzanî lem nêweda şitêk bizir buwe. bełam hestî pê nakirê, kîje cwanekan ke carubar wêřay dezgîranekanyan deçûne seyran û geřan û bûke nazdarekan ke degeł taze zawakan deçûne nêw perde hestyan dekird ke debê řisteyekyan pê bigutrê û be şerim û nazewe wełamî bidenewe bełam kam řiste? hîç lebîryan nemabû, deyanzanî em řiste te’bîrêkî şa’îraneye, le çend wişey zor nask û şîrîn dirust buwe ke piře le tase û awat û řaz û nyaz û hest debziwênê û ewîn decûlênê. emma zimanyan girê dirabû. peşokabûn, sersam bûn deyanwîst bipirsin, yarmetî le yektir bixiwazin. bełam hemû bêhoş û sergerdan bûn û çîyyan bebîrda nedehat.

zeman têdepeřî keçî xem û pejarey xełk her zêdetir debû. gişt ewende herasan û perêşan bûn. detgut: xołyan beserda dabêştûn. detgut: hemû cigergoşey şîrînî ledes dawe û řołey lê win buwe. herçî deyankird řemzî bextewerîy caran û řazî şadîy pêşûyan bidoznewe nedekira û nedelwa.

wirde wirde hewday dostayetî pisa, biłêsey xoşewîstî damirka. pişkoy aşnayetî jîlemoy namoyî beserda kira. le hemû lawe înkeberî, îreyî, diřdongî û dujminayetî serî hełda, wişe baw û şîrîn û xoşekanî wek: gyanekem, cergekem, azîzekem, çawekem, bawkim, daykim, řołem, kiçim, kuřim, mame, kake, dade, betewawî lebîr çûnewe.

girawî le kuře ḧeyranan toran çunke deyanwîst řiste xoşekeyan lê bibîsin û ewanîş çaryan bêçar bû. kaban mêrdanyan řê nededa sercê çunke pêyan wabû sard bûnewe. boye em çend wişeyan be zarda naye. řêgay kanî û derawan nedegîran û jwange çol bûn û be quř gîran.

xwaya! aya lem cîhaney toda, bê hestî ewîn hîç şit tam û bonî heye? aya eger ew perîzade řiq estûr û xoperiste, ew mełbendey be yekcarî wêran û xapûr kirdibaye baştir nebû lewey hestî ewînî têda bimrênê?

lew mełbendeda şa’îrêkî law û diłteř û xawen hest dejya. ḧałî wî nek le xełkeke xoştir û baştir nebû bełkû peşêwtir û tałtir bû. bo derbiřînî hestî agirînî derûnî xoy le řiste wineke degeřa. betaybetî pêş ewey perî dilawaz û bed’akar. ew biřyare nahemware bida û ew kare nalebare bika. ew ẍezelêkî nask û piř sozî des pê kirdibû. ke hemû qafyekanî be wişe winbuwekan tewaw debû. ẍezelî şa’îrî lawî, damawî, diłsûtaw natewaw mabowe çunke řiste pîrozekey nedehatewe bîr.

berebeyanêk şa’îrî xemnak û diłteng le derewey awedanî lebin darêk leser cobarêk danîştibû û bîrî dekirdewe:

xwaya! bo wam beser hatuwe? bo bîrim şêwawe? bo wişk bûm? bo min awirgî hest, deryay şê’ir û xuday qafye nebûm. bo êsta natwanim ẍezelekem tewaw bikem? bo? bo?

be hełkewt lem beyane diłřifêneda perîy tîjbał û bêxeyał û diłřeq û bedfeř hate em şwêne ta şiney beyan hełmijê ta bonî gułan bika qaspey kewanî gwê lê bê, wirîngey bilbilan bibîsê, xuře û hajey şepołî çomî xuřên diłî şad bika.

lepiř çawî be şa’îrî diłtengî têgîraw kewt. diłî daçłekî, tezûy be leşda hat, deryay ewînî xiroşa, şêt û wêtî şa’îrî law bû. xoy hêna ser řengî kîjołeyekî xuncîlane û neşmîlane û xwênşîrîn û řezasûk û be pałyewe danîşt. be nîgay piř hewes û be naz û ’îşwey diłřifên be lence û larî şoxane, diłî teř û nask û cwanî peristî řifand, destî awîşte esto û lêwî be lêwyewe na têrî řamûsî û le deryay xoşî û kameranîda nuqmî kird. şa’îrî bêbeş û nakam bem ewîne kutupře, bem lawandinewe û lezet wergirtine yekparçe bû be koy agir. detgut: lebatî xwên, misî daxî le demaran degeřê. perî le amêzî germ werêna gyan û leş û dił û dînî pêşkêş kird.

be fermanî perî derwazey asmanî şîn kirayewe. perî û şa’îr wek cûte kotrêkî sipî tîjbał berew asoy bêsnûr hełfiřîn. estêre geş û pirşingidarekan, wek xermanêk ełmas be girşe girşe be dewreyanda sûřan û sûřan û sûřan. galîskeyekî zêřî mirwarîkut ke espêkî sipîy bałdarî tê kirabû řagîra, swarî bûn û be panayîy asmanda gêřanî. bo xoşyan neyanzanî em geşt û geřane em şadî û seyrane çendî dirêje kêşa?

be cût hatnewe ser zemînî xakî û her lew mêrg û çîmene aramyan girt. şa’îrî law wêřay cirîwey melanî sermest ẍezelî aşqane û piř sozî way bo perî xwêndewe ke agirî le derûn û henaw berda û oqrey lê biřî perî hergîz dengî wa zułał û qisey wa xoşî nebîstibû. keçî bew ḧałewe gerdî xem û pejarey leser řuxsar nîştibû û polî firmêskî wek mirwarî le çawan hełwerî. şa’îr bêdeng bû, serî suřma û be şiłejawî beser pêyanîda kewt û gutî:

«ey firîştey cwan, ey aramî diłan! çit lê qewmawe, çi řûydawe? paş ew hemû xoşî û řabwardine bo degrî û debarênî? aya kes le guł kałtirî pê gutûy aya kes diłî naskî şikandûy? aya kes xeyałî aramî şêwandûy?» perî le ḧałêkda ke firmêskî leser kułmey le guł naskitrî desřyewe gutî:

«bełê xoşewîstim, bełê! lem maweda ke ême pêkewe řamanbiwarduwe to hemû şitêkit gut meger şitêk nebê ke her le hewwełewe gyanî min tînûy bîstinî bû. to lenêw em hemû qise xoşane û şê’re teřaneda carêk netgut tom xoş dewê».

hêşta perî qisekey tewaw nekirdibû ke şa’îrî diłteř heray şadî lê biłînd bû û destî kird be hełpeřîn û sema, win buwekey dozyewe ke ew hemû řenc û azar û meynet û kwêrewerîyey le pênawda kêşa bû. wek melêkî berzefiř beser mêrg û çîmen û guł û gułzar û bax û daristanda fiřî geyşte şar û le goşeyek danîşt û ẍezelekey tewaw kird. emcar bo xełkî xwêndewe. xełk be bîstinî şê’reke kewtine sema û hełpeřkê jyan destî pê kirdewe, ewîn le diłanda peyda bowe. diłber û diłdar, girawî û kuře ḧeyrandost û dezgîran pêkewe amêzyan bo yek kirdewe. kîje sirk û řewekekan berew jwange bûnewe, hetawî bextewerîy tîşkî hawêşt û tarîkî û sermay nehatî û nahumêdî nehêşt.

bełê lem dinyayeda eger şê’ir nebûba hîwa, xoşî, ewîn, diłdarî û pêk geyştin manay nebû û eger şa’îr nebûba ta peyamî asmanîyan bidatê serma û sołî jyanî cîhan řeqî dekirdîn.