çîrokî kûleke

Li pirtûka:
Hewarî Xalî
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 13 Xulek  1521 Dîtin

yekê bû, yekê nebû, kabrayekî gawan bû, le derewey şar le eşkewtêkda dejya. wa hat jinekey awis bû paş no mang û no řoj û no se’at û no deqîqe xuda lebatî zarokêkî jîwełe û xirpine kûlekeyekî danê, ewanîş kûlekeyan le kelêne berdêk řokird û lêy geřan.

řojê gawan mandû û mirdû le bendenê hatewe û letenîşt jinekey řonîşt lepiř kûleke wezman hat û gutî: «bawke!» gawan têkřa bû û tirsa û gutî: «xudaye ewe çîye?» kûleke gutî: bo hetreşt çû?

sibeynê biço kiçî emîrim bo bixiwaze. kiçî emîr zor cwan û lebar bû. benawbang bû.

kûleke gutî: «le baregay emîr kursîyekî zêř lem ber û yekêkî zîw lewber dandirawin; ewî bo małî dunya ya nyazêkî dîke biçê leser ewî zîw û ewî bo xwazbênî biçê leser ewî zêř dadenîşê».

kabray gawan zor pařawe gutî: řołe min zor deskurtim, zor nedarim daway wa le emîr bikem desbecê leserim deda.

kûleke be tûřeyîyewe gutî: «min dełêm biřo kiçî emîrim bo bixiwaze».

sibeynê gawan gařanî awedanî berełła kird û řûy le koşkî emîr kird le talar û serserayan weserkewt û çû le barega leser kursî zêř danîşt û gutî: çiş ba emîr leserim da û řizgar bim.

emîr be fîzewe hate barega û dîtî gawan leser kursîy xwazbênîkeran danîştuwe zigî pê sûta û gutî: «kakî gawan dezanim tengidest û bê îrûy dełêm bêbeşt neken. gawan gutî: «hatûm kiçeket bo kuřekem bixiwazim» emîr gutî: zor başe mercêkî hasanit degeł debestim eger birdite ser kiçekemit dedemê.

- fermû:

- sozî çil swarî sûrpoş be çil espî sûrewe û çil nêzey sûr debê le ḧewşey sera řabgirî!

- beser çaw!

gawanî damaw bedłî şikaw û çawî piř aw geřawe dîtî jinekey be hawar û bang degrî. pałî bepałyewe da û ewîş le bangî da û gutî: «her emřom leser em dinyam řûne mawe beyanî emîr kam le pêstî serî daxnê» jinekey pirsî: çî gut?! gawaneke gutî: «çil swarî sûrpoşî be çil espî sûrewe û legeł çil nêzey sûrda lê wîstim!».

- babanim wêran bê!

kûleke gutî: «ewe çi şîn û şepořêke deyken?! le fiłan cê tate berdêk heye zor gewreye, pêy dezanî?»

- bełê.

- kunêkî têdaye biço dem be kunekewe binê û biłê: «eḧmed xan! muḧemmed xanî birat siławit lê deka û dełê: sibey pêş gizîng çil swarî bew ḧał û řengewe binêrê bo ḧewşey seray emîr, her nîw se’atyan pê deçê!».

gawan çû, řaspêrî becêhêna, bełam kes wełamî nedayewe û geřawe! kûleke gutî: «çûy?»

- bełê, çûm.

- debřo bisrewe, xuda kerîme. gawan tê xiza bełam xew çîye le çawî nekewt ta şew biřawe emdîw û ewdîwî kird û gîngilî da.

emîr be celladî gut: «beyanî deçî serî gawanî goşawgoş debřî çunke ew mercey degeł ewm bestuwe nek her be ew be kes cêbecê nabê». tarîk û řûnî beyanî cellad şîrî sû û derkewt, temaşay kird çil swarî sûrpoş be çil espî sûrewe û çil nêzey sûr řîzyan girtuwe. emîryan hestand û gutyan: «bizane gawan çon mercî lê birdyewe û kiçî lê estandî», emîr hateder be çawî xoy dîtnî.

lewlaşewe gawan kazîwey beyanî le tirsan derpeřî û çû bo koşkî emîr eger çû çi bibînê? herçî daway kirduwe amadeye. le xoşîyan şageşke bû û behełedawan geřawe.

kûleke pirsî: «ha bawke swarekan hatûn?»

- bełê, hatûn.

«edî le çî řawestawî? heste biço kiçî emîrim bo bêne». gawan çû û gutî «mîrim mercî xom birde ser». emîr kiçekey swar kird û gawan ciłewî kêşa û bûkî hêna bo eşkewt. êwarê gawan û jinekey çûn bo awedanî, kiç betenê û be xemnakî le eşkewtida mayewe. lepiř kûleke şatlorey best ta berpêy kîjeke. kiç řaçenî û gutî: «xudaye ewe çîye?» paş tawêk kûleke qelşî û lawçakêkî lê hate der. kiç nek be diłêk be sed dił aşqî bû. muḧemmed xan gutî: kiçî emîrî diłit demgirê?. kiç be şermewe gutî: «bełê». law gutî: de heste qawem bo lêbnê bełam wirya be hełneçê. hełbiçê pêk nabřêyn. kiç gurcane hesta qawey weserna bełam way çaw le laweke biřîbû hoşî nema û qawe hełçû lepiř muḧemmed xan bizir bû. kiç ḧepesa û ew şewî ta beyanî be bang û seła girya û le xoy da.

beyanî kałey asnî le pê kird û goçanî asnî be destewe girt û řoyî û gutî: «paş muḧemmed xanî ḧełałî dinyam lê ḧeram bê. ḧewt sał bew dinyayeda geřa û gelêkî kwêrewerî û çermeserî dî. kałekanî swan û goçaneke şika û soraẍî dostekey nekird. řojêk bîrî kirdewe û gutî: degeřêmewe û be bawkim dełêm koşk û mîwanxaneyekim leser ḧewtiřêyanêk bo dirust bika her řêbwarêk hat serguzşitey xoy pê degêřmewe beşkim ew kesaney dinya geřawin xeberêkî muḧemmed xan bizanin û řenceřo nebim.

kiçî emîr geřawe bawkî ke wa kiz û kelelay dî gutî: «kiçim gyan! bo xot tûşî em řoje kird?».

bawke gyan! geřanî řojgar û sûřanî dewran degeł azadan yek nîye».

emîr gutî: «kiçim çit dewê?».

bawke gyan çim leto nawê ewe nebê ke leser ḧewtiřêyanêk le deştê koşk û mîwanxaneyekim bo dirust bikey ta her řêbwarêk be wêda hat çîrokêkim bo bigêřêtewe.

- «hey beser çaw kiçim gyan!» emîr westa û kirêkarî wekar xistin û koşk û mîwanxaneyan dirust kird. ẍulam û qerewaşîşî danê.

kiç hemû řojê le beyanewe ta êwarey direng le heywanî dadenîşt û be dûrbîn temaşay dekird her řêbwarêk bewênderêda řabirdiba be zor ya be xwahîşt řayandegirt û mîwandarîy dekird û çîrokî pê degêřayewe.

řojêk le řojan pyawêkî kwêr ke kuřêkî ḧewt sałey xoy deskêşî bû, lem gundewe deçû bo ew gund êware bû geyne řûbarêk ke tateberdêkî gewrey lê nîzîk bû, pîrepyaw be kuřekey gut: «řołe gyan! xewm dê serxewêk deşkênim wirya be mar pêmewe neda» kuřeke lekin bawkî danîşt û ewîş xew birdyewe lenakaw dengêk le tateberdekewe hat û kuřeke le xew řapeřî, tirsa û gutî: «ewe çîye?» bînî wa mencełêk le berdeke ber bowe û serbejêr hate xwar û le řûbar kewt û piř le aw bû û têhełbowe û çuwewe nêw tateberdekewe, hetîw çû le qeraẍ řûbar řawesta û bîrî kirdewe: eger carêkî dîke menceł hatewe xoy têřadekem û deçim bizanim nêw ew tateberde çî têdaye?!

kuř yeşkî kêşa ta dîsan menceł xilor bowe, lenêwî danîşt û çuwe nêw tateberd temaşay kird eşkewtêkî zor cwane û dîwarekanî hemû berdî meř meřn û çil textî xewî lê dandirawe. çû lebin textêk xoy şardewe paş beynêk çil kotir lûr bûnewe eşkewt. peř û pałî kotryan damałî û hemûyan bûne lawî cwançak her yeke leser textê řakşa. yekyan xemnak bû tenbûrêkî des daye û lêy da û goranî zor aşqane û be soz û kułî gutin.

daykî şêwî bo hênan her kese beşî xoy bo danan. bo muḧemmed xanîşî hêna û gutî: «řołe! ewe ḧewt sał pitre bo xatrî pîrejnêk xot bew derde birduwe û hemû şewê dekřûzêyewe û êmeşt weteng hênawe bo xatrî xuda şitêk bixo».

- daye! şêwekem bo lebin textekem danê ke hêwir bûmewe deyxom.

daykî şêwekey bo webin texteke na.

beyanî her çil law bûnewe kotir û řoyn. kuřeke werez bû û bîrî kirdewe: xudaye! debê menceł key biçêtewe bo aw ta min xom řizgar bikem? bêşk bawkim hestawe û demkutê.

kwêreş wexeber hat; bangî kuřekey kird çi cwab nebû. way xeyał kirdewe ke le aw kewtuwe û xinkawe. her heray dekird û degrya. beyanî ke menceł le tateberd derkewt kuř xoy têhawîşt dîtî bawkî be kwêre kwêre lêy degeřê û heray deka. bangî kird: bawke! çîye?

- le kwêy?

- min çûbûme em gunde goşt bikiřim. bawkî heřeşey lê kird û gutî: «minit lew çole becêhêştuwe û be estoy şikawit çûy goşt bikřî?! to le xuda natirsî?!» kuřeke zor şeytan bû. diłxoşî dawe û xawî kirdewe destî girt û řoyştin. ke geyştine řûbar bwarî dozyewe û bawkî le koł kird û le awî peřandewe û řêy xoyan girt le ḧewtiřêyan kuřeke koşkêkî dî. bûlêłî êware bû; kiçî emîr be dûrbîn deyřiwanî kuřêkî weber çaw hat ke destî pîrêk dekêşî pyaweke zor pîr bû heşta sał debû û kwêrîş bû kiçî emîr gutî: «bexuday ewe bêguman zor neqil û nezîre dezanê emşew her çîrokanî pê degêřmewe. ke řêbwarekan nîzîk koşk bûnewe heray kird: «mamepîre! lem nîzîkane awedanî nîye eger natewê le çołî řaybiwêrî were emşew mîwanî min be».

kwêre gutî: awedan bê xatûn! weserkewtin doşegyan bo řaxsitin. danîştin. wextê şêwî xwardinyan hêna xwardyan. qaweyan hêna xwardyanewe, kiçî emîr be kwêrî gut: «mamepîre, to dinyat zor dîwe, wiłatan zor geřawî, neqlêkî xoşim bo bigêřewe. min zor weřezim û diłim gîrawe. kwêre gutî: xatûn! bexuday min hîç nazanim. kuřî kwêre gutî: lebatî ew min ’erizit dekem. bawkî anîşkî le kelekey kuta û gutî: «to çîrok çuzanî?» kiçî emîr gutî: pîre! êstake bo xot bom nałêy delêgeřê ba ew şitêk biłê! kwêre gutî: «zor başe xatûn! ba bot bigêřêtewe».

kuř be bawkî gut ewe çite bawke? kiçî emîr gutî: «xwa bitparêzî dem û kawêjit çend xoşe» kuř gutî: «ke geyştîne nîzîk aw danîştîn bawkim xew birdyewe. min gwêm lê bû dengêk le tateberdêk hat», kiçî emîr gutî: «řołe were lepenam danîşe û řastekem bo bigêřewe». kuřî hêna letenîşt xoy dana ewîş gutî: «xatûn! min dîtim mencełêk le tateberdeke hate der serbejêr xilor bowe û le řûbar kewt û piř aw bû û dîsan le kêw hełbowe. min çûme lêwarî řûbar danîştim ke menceł hatewe min xom têhawîşt û çûme naw tateberd. jûrî ew tateberde eşkewtêk bû ke çil textî xewyan lê danabû bûlêłî êwarê çil kotir hatnewe peř û bałyan werand û bûn be çil lawî cwançak her yeke leser cê û banêk danîşt yekêk lewan nawî muḧemmed xan bû zor xemnak bû leser textekey danîşt tenbûrêkî des daye lêy da û gutnîşî gut daykî şêwî bo hêna. bełam neyxiward, daykî hate kinî û gutî: «ḧewt sał pitre bo xatrî pîrejnêk xem dexoy to êmeşt be xotewe tûşî pejare kirduwe. ew gutî: daye gyan xwardinekem bo lebin text danê dwaye deyxom. daykî waykird bełam ew destîşî bo nebird. beyanî hestan û bûnewe kotir û le şeqey bałanyan da. min çawenoř bûm ta menceł berew aw çû xom têhawîştewe û lewê hatme der dîtim bawkim lêm degeřê destim girt û ewe êsta lêreyn».

kiçî emîr be kwêrey gut: «bêłe kuřeket bê ew tateberdem pê nîşan bida ew koşke û herçî têy daye małî to û gerdinit aza bê» beyanî kuř wepêş kiçî emîr kewt û birdye pena tateberdeke. ta nîwřê lewênderê danîştin, lepiř dengêk le tateberd hat û menceł hateder û berew řûbar xilor bowe, kiçî emîr xoy têhawîşt û çuwe nêw tateberd û kuřîş berew koşkî bawkî geřawe.

kiçî emîr lebin textî dezgîranekey xoy şardewe û çawenoř bû êwarê çil kotir hatnewe û peř û bałyan lexo kirdewe. kiç dîtî muḧemmed xan zor lawaz buwe. leser text danîşt û tenbûrî be destewe girt û goranî be sozî tê hełkird. daykî şêwî bo hêna û gutî: řołe gyan! debxo ḧewt sałe le swêy pîrejnêk awat le xot kirduwe!

daye gyan! lebin textî binê dwayî deyxom. nîweşew kiç destî muḧemmed xanî girt, temaşay kird girawîyekey xoyetî gutî: le kwêwe hatûy?

- ḧewt sałe min dewrî dinyat lê degeřêm. sibeynê muḧemmed xan be daykî gut: emřo nexoşim naçme geřan. ew řojey neçuwe der û xoşyan řabward.

muḧemmed xan be kiçî emîrî gut: daykim nayełê to bênim heste řabkeyn! bełam lewê kełeşêrêk bû her şitêk qewmaba deyxiwênd. ke qûqey berz bowe. daykî řaykird û gutî: debê şitêk le muḧemmed xan qewmabê ke emřo degełman nehat ke dîtî muḧemmed xan nemawe weşwênî kewt. muḧemmed xan wêrdêkî xwênd bo xoy buwe şwan û jinekey bû be meř.

pîrêjin lêy pirsî: «şwane jin û pyawêkit nedîwe řabbirin?».

- bełê pêş pêy to řabirdin. řêy girt û řoyşit bełam kesî nedî dîsan geřawe bo lay şwan bełam şwan win bibû emcar muḧemmed xan xoy kirde aşewan û jinekey kirde aşêř. dayk kuřekey nasyewe û gutî: řołe! to natwanî le çingî min derçî bexuday eger jineket leto cwantir nebê sîḧrêktan lê dekem herdûk bibne toz û xoł, eger cwantir bê pîrozit bê. muḧemmed xan destî jinekey girt û hênay pîrêjin temaşay kird bûkekey le kuřekey cwantire. gutî: «pîrozit bê pêkewe bijîn». îşałła wek ewan be mirad geyştin êweş be mirad degen.