cwantirîn dîmen

Li pirtûka:
Hewarî Xalî
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 5 Xulek  1761 Dîtin

nedî û bidî nîm, wek karg be şirîxey hewrî behar hełnetoqawim, eger hełoy berzefiř nebim bazî çaw dûrawîş nîm, eger şêrî xewtû nebim xo řêwî geřîdem.

nazperwerde û hetaw nedîw nîm, cefakêş û cîhan dîdem. germên û kwêstanim lêk dawe, hewraz û nişêwim biřîwe, deşt û bêrûnim pêwawe, be řike û řijd û terit û telanî estemda serkewtûm, be xiř û şîw û dołanda têpeřîwim, le gewe û kwêreřê û lapałan haławim.

le kêwî serkeş û şaxî hełemût û hezar be hezar areqî mandûyî û şeketîm estiřîwe. le zêy xuř û çomî mendim dawe. le derû û geru û gayan awabûm.

le binarî kêwêkî berz û řeqen û sext û qûç le dayk bûm, be jekî şêre jinêkî kurd řojûm kirawetewe û firiçkim girtuwe, leser bêjîng le fêłî ał û şewe parêzrawim, gwêzebanem bo kirawe û le lank nirawim, ser sîngim pê dadrawe û be desraze pêçrawim, laye layey kurdîm bo kirawe û gułzarî mut û mûrû û kûjeke û gwê masîlem bo heławesrawe, dare darem kirduwe, be řewřewe pêm girtuwe.

be şîr û mast û twê şîr û penîr û meyle û lork û şîrêj û řon bexêw kirawim, awî sard û zułał û řûn û bê xewşî kanyawim xwardotewe.

jîwełe û peřewaze bûm, lenêw bax û baxçe ałûbałû, gêlas, şêlane, hermê, sêw, tirê, badam û sincûm řinîwe, le bêstan, harwê, tirêzû, kalyar, şûtî, kałek, giřke û fate borim xwarduwe.

le dare gwêzan colanem heławesîwe, be sipî çinarî berz û lûs hełçûm, şewî mangeşew qereqerê û xoşardinêkî û heycoyenim kirduwe.

be řoj helûkên, tope řakirdinê û hemzelim kirduwe, gewretir bûm fêrî mêşên û cigên û eskemle bûm. be curabên û kałemistên û feney bêdeng û geřelawje şewanî dirêjî sardî zistanim geyandote řoj, mij û tem, hewr û heła û kiřêwe û baran û befrî sipî û xawênî yek nwam dîwe.

geyîwme temenî mêrmindałî fêrî swarî û řaw bûm, řimbazî û şeřanxêwî û teratim kirduwe teqłem dakutawe, cilîtim hawêştuwe û pêdadrawe.

destim be ciłew cemam buwe, bełam espim leser gułî mafûre gêřawetewe, şwênim gêřawe, şînkey mat û melûlim le xuze û germelanê derpeřanduwe û tajîy çê û xêram tê berdawe.

syasûtî beharê, kolkeřeş û mêřojan çûme řawe kew û dawim çeqanduwe û tifengim teqanduwe. le nêwewe çûm û sereřay ew werzîş û yarîyaney ladêyyane xerîkî kar û kasbî bûm, awim daştuwe, keşawim kêławe, mełeẍanim gêřawe, gêrem lêxuřîwe, xoyanim hełdawetewe û leber şiney ziryanî fênk şenim kirduwe, malûskim zirîngandotewe, bałekewm kirduwe û xermanim hełgirtuwe.

ajełdarîm kirduwe, le teř û quřî beharêda lekatî «bixo û bilerze»da çûme hewarî zenwêr û sazgar û çadir û řeşmałim leser kanî sard û zułał hełdawe, lebin çadir danîştûm û xunawey baranî nermim dîwe, meřim lebêr dawe û labêrim girtuwe û zor carîş xom leser berdebêr danîştûm û meřim bo şengebêrîyan girtuwe, hawêrim kirduwe û zawemakim lêxuřîwe, meřî nebanim girtuwe û berxî mêçkem mêjanduwe.

pałênan meřim le bendenî fênk hełkirduwe, meřim leweřanduwe û berxim çelanduwe û leber xomewe beyt û lawik û ḧeyranim gutuwe, le nwałey bijwên û zemend, meřim şîwexwar dawe û le ḧewşey germ û banegirda řam girtuwe û dezbênim girtuwe û segim le wirgî diz û çinok û diřinde berdawe û gyanî ajełî tirsenokî bê’azarî feqîrim parastuwe.

şewênan be bizûtnî meřî desbênî řapeřîwim û be wiryayî çi tarîkeşew bûbê û çi mangeşew ta meř têrî xwarduwe û kewtotewe be dwayda řoyum û paş serxewêkî xoş wek şwanêkî baş pêş giznigî hetaw meřim leber řojêkî kator hełkirduwe û çêştawê le derawêkî xawên çêştangawim dawe û hełmikirdote ber řojêkî bagir bo nûstin û sanewe û xoşim leber sêberî gaberdêk serxewêkim şikanduwe. paş ewey mêgelekem sawetewe berew tawił nêrî kêşim kirduwe.

ewe jyanî min bû le kurdewarî. be řwałet jyanêkî sakar û xoş bû bełam wek pezekanim qet tirsî gurgim le zig dernedeçû, çunke carubar gurgemêşekanî xomałî, gurge birsîyekanî bertîlxor, bedfeř, pyawkujî serdemî taẍûtyan tê berdedam û ewî xwardibûm lebin didanyan derdênam. axrî deryan peřandim û hêlaneyan lê şêwandim, penam birde ber ewaney ke gyanyan leser berî des danabû, lewêş nesamewe zorim napałim û řakêt beser serîda barî, zorim xanûy řûxaw û gundî sûtaw dîn. gelêkim termî şełałî xwênî şehîdan dît û kiřûzey hetîwî bê dayk û bab û şînî daykî řołe kujraw û henasey hejarî lêqewmaw bîst, girmey top dayançiłekandim, wîzey gulle le pesîwanî xizandim.

lew maweda wek ḧerîq dełê: «gund û şarî kurdistanî ewdîw nebû neygeřêm ca nazanim serim be hemû małêkda kirduwe ya na» le sûnêřa ta qeładzê řapeřîwim û têhełbûmewe bo berzayîyekanî pişt hêro û dageřawmewe bo lay mawet û şînkayetî. le serçawey zełim awim xwardotewe... (wa dyare em witare natewawe).