bûkî yekşewe

Li pirtûka:
Hewarî Xalî
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 15 Xulek  1277 Dîtin

hesta çuwe dîwe taybetîyekey xoy, zû cile kurdîye cwanekey dakend û cilî îdarey leber kird ta biçête bîmaristan. daykî xerîkî hełwêjardinî dîwî ber destan bû ke dîtî, be pêkenînewe gutî:

- eyřo perî bew cilanewe dełêy bařokey kilk kêşrawî!

perî wełamî dayewe:

- daye bew cilanewe le bîmaristan baştir detwanim hełsûřêm, dena lîbas azade û detwanim be cilî kurdîşewe biçme bîmaristan. daye demewîst ’erizit bikem eger êwarê direng hatmewe nîgeran mebe û dinyat lê nebête çermî çolekey. xatircem be ne win debim ne gurg demxiwa, le małe kak şehabî xoman bang kirawim neharê lewê dexom û paş nîweřo dêmewe. řenge bapîrîş bêtewe. dwênê teleyfûnî lê kirdim û gutî karekem tewaw buwe.

daykî gutî:

- řołegyan! biřo bexwa û pêẍember û pyawçakanim espardî. dezanim ne gurg detxiwa û ne lew şare giçkeda win debî. bełam wiłatekeman ałoz piłoz û herçî û perçîye. bexway ta degeřêyewe hemû řojê diłim le mistîdaye. emma řołe to qebrêkî babit têyçuwe hênde nêrgis ’ezyet mede. zorim xoş dewê, jinêkî sengîn û leserexo û bêdeng û bestezmane. serî mawêje ser, feqîre, bexoyda deşkêtewe û diłî dêşê. gunaḧit degatê.

- dayegyan eto ew gêle debnewe biřet nenasîwe. beqestî le meclîsan xoy wa nîşan deda, dena wek marî succe be gij êmeda dêtewe û gezarey nîw gez derdekêşê û şurit û şoman derdênê û karêkman pê deka ba be dewarî şiřî naka. nazanî kak şehabî hejarî çon kunde cerg kirduwe?

- kiçê de meyřêse ew jine feqîre mêşî leber demî nafřê çon berî nêw nirke û tews û latawî dîl bîlan û çextî wek to degrê?

- daye gyan bo xot dezanî le mindałîyewe degeł nêrgisî deste xuşkim qetman dił le yektir neyeşawe. dezanê qisekanî min hemûy gałtey dostaney nêw xomane dena řast dekey nêrgis beřastî jinêkî çak û diłpake.

ewey gut û xuda ḧafîzî le daykî kird û řoyşit. ta geyşte derkî ḧewşe daykî le pencerewe têy defkirî û deygut:

«dek daykit bequrbanî em giftulifte xoşe, em bejin û bała berze û em řewt û lence cwane bê. yařebî řołe ewendey minit lê řazîye xudaş ewendet lê řazî bê. yaxuda řûsûrî dinya û qyamet bî. be bextî çak bî, daykit mergit nebînê. xudaye şukiranebjêrim eger swaret wa zû lê estandimewe, em cûte gułe, em kiç û kuře başet dawmê.

kak swarey mêrdî dêd estî û bawkî perî û bapîr, pyawêkî baş, xêrewmend, qisexoş û têgeyştû bû. egerçî nexwêndewar bû, bełam beqed ḧewt melayanî dezanî. çunke bo xoy zor zirîng û wirya bû û hemîşeş wextî bêkarî xoy le ḧucrey feqêyan ya lexzimet melayan řabwardibû, ta le dê bû zistanan her ew bangî deda û qametî dekird. şewaneş bê şewbiwêr deçowe ḧucrey feqêyan û bew denge xoş û zułałewe lawik û ḧeyran û beyt û bawî konî bo degutin û şit lewan fêr debû. beyanan pêş micêwir deçowe mizgewt çiray hełdekird. kûrey pêwe dena û bermałî řadexist û ke nwêj debû bangî deda. ke cema’et sefî debest ewîş qametî dekird.

kak swar dewłemenditrîn ampay awedanî bû, bełam çiłkin dewłemend nebû, sexî û be dił û des biław bû, ḧewtûy carêk mamosta û feqêkanî bangihêştin dekird. le hemû karêkî xêrda pêşeng û pêşqedem bû, keyxudayekî baş bû, xełk řêzyan lê degirt û qiseyan qebûł dekird, kêşe û nêwan naxoşî awmałanî ’adlane cêbecê dekird. îreyî be kes nedebird.

kak swar hemîşe xawêntirîn û baştirîn kewawpantołî deber dekird. mam wisûy biray beser kiştukał û meř û patał řadegeyşit û kake swar karî zor sûkî wek paraw û şitî wa neba çî nedekird.

kake swar pyawêkî kełeget, be şan û baho û swarçak bû. hemîşe esp û mayînî zor řesen û başî řadegirt û le cilît û řimbazî û şeřanxêwîda kes neydegeyandê. ke medreseyan le gundekeyan dana kuř û kiçekey xoy narde fêrge. mudîrî han deda ke ders baş biłê û hêndey îḧtiram degirt û çakey degeł dekird ke mudîr şermî dekird be qisey neka. mindałekanî zor zîrek û hoşyar bûn û çakyan dexwênd. sałî 1347 ke «uweysî» kuştargay le ciłdyan dana û mam wisûy bestezmanî be tawanî ewey ke desteyek çekdarî şewêk le tawłê řagirtibû girt û paş çend řoj tîrebaranî kird, kake swarîş meř û patał û esp û mayînekanî firoşt û destî le cût û ajełdarî hełgirt û lenêw şar xanûyekî gewre û xoşî dirust kird û dûkanêkî beqqałî dana. lewêş le xêr û çake û hatuçoy mela û feqêyan kemî nekirdewe. her pênc ferzey be cema’et dekird. bełam destî le gutin hełgirt. dûkanekey bû be mekoy edebdostanî şar. ew kesaney aşqe edeb bûn, êwaran le dûkanî kake swar ko debûnewe. ew nuktey şîrîn û qisey xoşî bo degêřanewe û beyt û lawik û gelo û ḧeyranî fêr dekirdin ewanîş şê’rî şa’îrekanî kurdyan bo dexwêndewe. seyr ewe bû; ew pyawe nexwêndeware manay zor beřêwcêy le şê’re cwanekan dedawe û řexney zanayaney le şê’rî hêndêk şa’îr degirt ke beřastî cêy sersuřman bû.

kak swar tanupoy le ser û řîş kewtibû. bełam hîç şwênewarî pîrî pêwe dyar nebû. dûkanekey zor beřmên bû çunke hemû kes tê geyîbû ke řast û dirust û bê fiřufêł û herzan firoş û des xawêne. hemû xełkî dêhatî dewruber û řûnakbîrî şarekeman sewdayan her lewê dekird. kake swar deygut řaste î’damî mam wisû piştî şikandim, ewey ew le kiştukał û meřdarî deyzanî min nemdezanî, bełam hoy des le cût û ga û ajełdarî hełgirtinim ewe bû ke bitwanim be mindałekanim bixiwênim ta pê bigen û tê bigen.

xwa hełnagrê kiç û kuřekeşî cige lewey îstî’dadî başyan hebû çakîşyan dexwênd. ta înqilabî pîrozî êran destî pê kird. hîçyan zor nasraw nebûn, bełam le serubendî înqilabda xoyan derxist. betaybetî perî ke hezaran şê’rî ḧemasî kurdîy leber bû. hemîşe le řîzî pêşewey xopîşandanda bû û be xwêndinewey şê’rî şa’îre şořişgêřekanman xełkî han deda. dengixoşî û ziman parawî le bawkî be mîrat girtibû. tołey mamîşî lew řêjîme bogene lebîr neçûbowe.

paş înqilab bo dirêjedan be xwêndin çuwe taran û bû be nêrs û geřawe bo şarekeman ke jyan lêreda bê metirsîş nebû. bełam perî xizmetî xełkî bêderetan û hejarî be lawe girîng bû. le bîmaristan kes nebû du’ay bexêrî bo neka û xoşî newê, çunke be derd û mergî hemû kesewe bû.

bapîr sałêkî mabû zanistige tewaw bika û bibête muhendîs ke kake swar le bombaranî şarekemanda leber derkî mizgewt şehîd kira û xełkî şar betaybetî kesukarî xoy tazyedar û matembar kird.

bîst deqîqey bo wextî îdarî mabû ke perî geyşte bîmaristan, ḧewşey bîmaristan le nexoş û birîndaran jawey dehat. temaşay kird cendekêk leser daremeyt leber derkî bîmaristan dandirawe, siławêkî kird û pirsî:

- em cendeke çîye?

pyawêkî qeyrelaw hate pêş û gutî:

- bîlamanê ewe xêzanî mine û leser teraktor hełdêrawe û hemû leşî hařdirawe û bêḧałe.

perî bizey leser lêw nema û be kabray gut bîhêne jûr bizanim çî lê qewmawe? be çwar kesan dare meytekeyan hełgirt û birdyane dîwî çawenořî duktor. lêfe û sîpałekanyan lê kirdewe û leser nîwe textêk řayankêşa. perî temaşay kird û têgeyşit beḧał mawe û be zeḧmet pişûy dê. le mêrdekey pirsî:

- ewe bo way beser hatuwe?

- xanim gyan, dwênê êwarê be teraktor deçûynewe, teraktorekem kemêk çepey kird û eweş way beserhat, be nokerit bim ’îlacêkî bike. sê mindałî ser û pêçkem heye û kesim nîye çawedêrîyan bika.

perî lêwî xoy gest, bełam çî negut. lew ḧałeda duktor hat û ewîş çawêkî le birîndare nîwe gyaneke kird û gutî:

- zû bîbene dîwî ’emel.

perî hatewe nêw xełk şehabî pizşikyarî degeł bû, gutî:

- şukir êwe çakin û ewe kak şehab temaşatan deka. ewey zanî pêwîstî be mu’ayney duktore řay degrê û ewey boy derman kira dermanî deka, debê bibûrin ew jine ḧałî baş nîye û řeng bê ’emelî bwê û wextî duktor zor bigrê.

paş se’atêk perî hatewe nêw xełk, bizeyekî şîrnî leser lêwan bû, mêrdî jine birîndarekey bang kird û gutî:

- mizgênîm deye jineket le mirdin řizgarî hat û řengibê paş de řojî dî bigeřêtewe małê. bełam kake gyan! ew demî ke le jyanî jineket diłnya nebûm diłim nehat serkonet bikem. êsta ke şukir metirsî û nîgeranîm nemawe pêt dełêm teraktor bo zewî kêłan dirust kirawe nek bo misafîrkeşî. êwe ta key des lew tema’e hełnagirin û jyanî xotan û xełkî dexene metirsîyewe.

kabra zorî du’ay xêr bo perî kird û bełênî da ke lewewdiwa musafîr swarî teraktorî neka.

nîzîk se’atî sê le bîmaristan necatyan hat û wêkřa berew małî kak şehab ke zor le bîmaristan dûr bû weřê kewtin. xuşke nêrgis çarşêwekey le xoy wergirtibû û çaweřwanî ewan bû. ke nîzîk bûnewe xuşke perî be dest îşarey bo kak şehab kird û em şê’rey be dengêkî berz xwêndewe:

hênd muntezîrî to bû heta çawî sipî bû
nêrgis ke leser yek qedem û dîde çeqîbû

em şê’re ewende cwan û becê bû ke hemûyanî sereřay mandûyetî û birsîyayetî wepêkenîn xist. nêrgis çemołeyekî le perî na û gutî:

- cergit řeş bê kiçetîwe demheraşe her de qisey zelamit kirduwe. xołit wetiř û tîtołan, boye teşk û dawênit wa cwane... perî pêkenî û gutî:

- besî biřêse, were parûyekman nan bideye hemû le birsan latrey debestîn, bo xot ta êsta ḧewt cemit kirduwe. řenge ewey xezubez bê bo xot lirift dabê. dek newist deber pêt kewê.

paş ew şeře dindûke ke çûne jûrê ewan destyan destoy yek kird wek de sał bê yektiryan nedîbê kewtine řamûsînî yek. paş maweyek nêrgis řûy le perî kird:

- bace perî tuxwa em şê’re cwane î kam şa’îre?... pêkenî û gutî:

- eger pêtan dełêm zyatir mutała biken bo eweye. eger kemêk şarezay edebî kurdî bay detzanî em şê’re cwane î «nalî» şa’îrî mezin û benawbangî kurde.

ta neharyan kird û pêkewe bûn her leser şê’rî kurdî dwan, hemûyan le şarezayî û şê’irnasî û zewqî edebî em kiçe seryan suřma, zerdey hetaw beḧał leser tiropkî kêwe berzekan mabû ke xwaḧafîzî le xuşke nêrgis û kak şehab kird û le ḧałêkda hêşta perî gałtey be nêrgis dekird û ewîş cwabe cengî dekird be pêkenîn lêk cwê bûnewe.

perî ke geyşte ber derkî xoyan û şwênî tegere maşênî dî zanî ke ewe maşênî xwazbênîkerane ke muhendîs pîranî nardûnye ser perî. dû mang lewey pêş muhendîs kaẍezêkî be edeb û cwanî bo perî nusîbû û daway lê kirdibû eger pêy xoş bê denêrête serî. perî ke dûcar zyatir muhendîsî nedîbû le wiłamdanewe peley nekirdibû û kaẍezekey be kak şehab ke deyzanî dostêkî baş û be’ezmûnyetî nîşan dabû. kak şehab bê ewey em raze lekin kes bidirkênê teḧqîqî tewawî leser muhendîs kirdibû û boy derkewtibû ke muhendîsîş wek perî xełkî ladêye û le sayey wiryayî û zanayîy xoyewe bote muhendîsî kiştukał û małî bawkî hêşta her le gundin û wek xoyan kirmancin û le hemû babetewe layqî hawserî kiçêkî wek perîye û çend řoj pêştir way kirdibû ke beḧuzûrî ew le cêgayek yektir bibînin û qisey xoyan řûbeřû tewaw biken û herdûk yektiryan pesend kirdibû û qeraryan danabû, lew řojeda dayk û pûrî muhendîs biçne xwazbênî û tamî zarî dêd estî û muhendîs bapîr bizanin. kak şehab ew mîwanîyey bew mebeste kirdibû ke perî ew řoje le mał nebê.

be espayî derkey kirdewe û çowe temaşay kird daykî û xałe xidrî û bapîr le dîwî berdestan danîştûn, xałe xidrî paş şehîdbûnî bawkî beser dûkanekeyan řadegeyşit - ke wejûr kewt hersêk le qaqay pêkenînyan da û daykî gutî:

- bî bî can xanim çon kełekî waşt le bin serîdan?

perî şermêkî kiçane daygirt û sûr hełgeřa û serî daxist û yekser çowe dîwekey xoy û cilekanî gořîn û bexeyał bû emşew le dîwekey xoy weder nekewê. bełam zorî pê neçû daykî heray kird:

- perî gyan! małî babim lewê betenê çi dekey were êre. perî be şermewe çowe dîwî berdestan û be edeb danîşt. daykî gutî:

- řołegyan detzanî emřo xwazbênîker hatbûne serit?

- bełê daye gyan agam lê bû.

- wełła kiçim daykî jinêkî wêçû û keyxuda jine, bo xoşî ke her le maşênda dîm zor qoze. ca nazanim bo xot dełêy çi? beyanî dênewe ta cwabyan bideynewe. bapîr hełî daye û gutî:

- xuşkê gyan! min pîranî baş denasim kuřêkî zor be edeb û pak û çake, medřekî teḧsîlatî berzîşî heye, ca diłî xot dezanê.

perî lebin lêwan gutî:

- bo xotan dezanin.

daykî gutî:

- ewe bo dełêy mangî şermête. le kengêwe wa şermêwin bûy řep û řast biłê mêrdî pê dekem û řizgarman bike.

hemû pêkenîn û îdî basî ew mewzû’eyan nekirdewe. çend řoj paş bapîr, kak şehab û çend kesî dîkey bangihêştin kirdibû. le piř mela û dû feqê û pîrepyawêkî xawên û řezasûkî dêhatî wejûrkewtin, yekêk le dû feqêyekan defterêkî gewrey lebin hengiłda bû. leberyan hestan. welay serûyan xistin û leser çokan danîştin. mamosta sîẍarêkî dagîrsand û řûy le muhendîs bapîr kird û gutî:

- aẍa mîrza! mam simayîl babî aẍay pîranîye û wekaletî şer’î dawetê ke perî xanim mare bika. êsta çi defermûy?

bapîr gutî:

- mame gyan piř bedił supast dekem û ême le êwe her xizmayetî germiman dewê û îḧtiramî xuşkim û hîçî dîke.

kurtî bibřînewe, ewê řojê perîyan le muhendîs pîranî mare kird. çend řoj paşan xenebendanêkî xoş bû. baw bawî nêrgis bû. wek kewî şeřanî peřbazî le dewrî perî dekird û dabûye ber hêrşî lataw û tews û pillar. perî destî leber nedekirdewe, řojî pêncişemoş hemû le małî bûkî bûn. nêrgis wek xulxule hełdesûřa û pezîrayî le xełk dekird û carcare çepokêkî be perîda deda ya çemołeyekî lê dena û hemûyanî wepêkenîn dexist, lay bangî şewan taray sûrî ciẍ ciẍedaryan beser perî dada û bûkyan swarî maşên kird û be dab û destûrêkî kurdane û muḧteremane beřêyan kird.

êwarey cum’e bû û îdare nebû. le małê danîştibûm û temaşay telewîzyonim dekird. le piř girim û hoř peyda bû û toz û xoł berî asmanî girt. hewapeymakanî be’sî şare xunçîlanekeyan da ber řakêt û bomb. ême bepele xoman le jêrzemîn hawêşt. haře û zirmey fiřokey dujmin û teqey desřêjî dijî hewayîy xoman zirawî detoqand û gwêy keř dekird. wek řojî qereweys bab agay le kuřî nebû. paş nîw se’at ke hatme der dûkełeşînke le hemû layekî şar hełdesta û leber bonî barût û toz û xoł pişû hełnedekêşra. be tałûke xom geyande małî kake swar. dyar bû sedemey nedîbû. bełam derkî daxrabû, kes le mał nebû. benêw xełkî serlêşêwaw û çaw be giryanda be ẍar dan çûme małe muhendîs pîranî. bedaxewe xanuwe taze û cwanekey adarî beser padarewe nemabû. kak şehab û nêrgis û dêd estî û bapîr, le ḧałêkda bang leser bangyan lê deda, xerîkî labirdinî xişt û berd û gił bûn, minîş wek ewan le gabořim da û xerîkî kar bûm. wirde wirde xełk hate yarmetîman. lelay nîweşewda cenazey zaway taze û bûkî yekşeweyan lebin xak û xoł derêna.