newroz

Li pirtûka:
Hewarî Xalî
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 4 Xulek  1779 Dîtin

lebarey newrozî pîrozda zor şit gutrawe û nûsrawe. mêjûnûsan dełên ew řoje ke awir dozrawe xełk kirdye cêjin û nawî na newroz, ya denûsin ew řoje ke kawey asniger le zeḧakî xwênxor û zordar řapeřî û dwayî be destełatî zordaraney hêna, kira be newroz.

tenanet le hêndêk biraderî şî’em bîstuwe ke ḧezretî ’elî siławî xway lê bê lew řojeda ledayk buwe. hîç kam lem boçûnane bo řetkirdinewe nabin. dozînewey agir ew nî’mete gewrey xuda, řapeřînî kawe û le nax řo kirdinî zeḧakî zordar û ledaykibûnî ḧezretî ’elî ew serdare benawbangey îslam hemû boye debin cêjnyan bo bikey, bełam boçûnî min lebarey newrozda boçûnêkî ladêyyane û kirmancaneye. leweş natirsim mêjûzanekanî şaristanî pêm biłên keře kirmancî mêjûnezan û nexwêndewar ewet le kwê hênawe.

min pêm waye em řoje pîroze û em cêjne gewrey zorbey gelanî řojhełat pêwendî be abûrîyewe heye.

ca îcaze biden bekurtî lew barewe bidwêm. ta bizanin minî keře kirmanc kengê û le kwêm dersî îqtisad xwênduwe ta qisey wa zil bikem.

babe ba nexwêndewarîş bim! xo ewendem le xwêndewaran bîstuwe ke ew gelaney be zimangelî êranî dedwên le řojgarêkda ke ne min dezanim kengêye û ne ew kesaney xoyan be mêjûzan û mêjûnas dejmêrin boyan saẍ nebotewe çend hezar sał debê le qefqazewe serewjêr bûnewe û her yek bo layek řoyştin.

em gelane hemûyan şwanewêłe û meřdar bûn û jyanyan be pêst û gwanî em gyanlebere xwênşîrîn û bestezmane ke zor zû destemo buwe, dabîn kirduwe.

řûntir biłêm xorakyan le şîr û poşakyan le xurî ew ḧeywane buwe. ca boye xoşyan wîstuwe û germên û kwêstanyan degeł kirduwe û bedway hewar û leweřgeda wêł bûn û geřawin. ne zor şarezay nûsînekanî «hîrodot», «teberî», «giznifon», «firdosî», «mînoriskî» û «zêřnof» û ewanem ke bineçekey kurd bermewe ser kardox û mad û nazanim kê û kê?...

bełam dezanim kurdîş yekêk lew gelaneye lepêşda şwanewêłe buwe êstaş eger karesatî řojgar lêgeřê keyfî le şwanetîye û wiłatekeşî bo ajełdarî ya be zimanî îmřo damdarî û damperwerî denałê.

êstaş herçend meřdarî le kurdistanda bedaxewe zor kem buwe û damperwerekan katî beran têberdanyan gořîwe, bełam ew dabe her negořawe, her kes kertike meřêkî bê ew řoje beran de meřî deka, mîwandarî le cîranan deka, mêwij û xurma û şîrînî deda be mindałan û eger xełatêkî zorbaş bo şwan le estoy beran neka, kakî şwan nayełê beranî řengaw biçête nêw mêgel.

bełam zor dûr nîye her be bîrî min meřdar le axir û oxrî mangî mîhir beranyan de meř kirduwe û cêjnî mîhreganyan bo kirduwe. dyare ew cêjne ewende gewre buwe ke ’ereb weryan girtuwe û kirdûyane be mîhrecan û be hemû řojî xoş dełên mîhrecan.

meř be pênc mang dezê pêşînyan dełên berx paş sed řoj řûḧî weber dê û metirsî ber awîtin kem debêtewe. cêjnî sede ke êstaş le zor şwênî kurdistan deyken û pêy dełên «bêłn dana» pêwendî degeł em base heye. dû mang payîz û sê mang zistan dekate pênc mang û le şewî ewwełî beharda zewî meř dê û cêjnî here gewrey meřdare.

pêm wa nîye pêwîstî be řûnkirdinewe bê berxî meste şîr paşî sêzde řoj debê le koz derkirê û be zawemak bîbeye leweř. eweş sêzde bederekeman.

eweye boçûnî minî keře kirmanc ke le jyanî bawkim beser meř řadegeyştim û germên û kwêstanim dekird û be pispořî nawbangim hebû. bełê maweyekî zor wêřay şwanî şewgeř û şengebêrîy tund û toł le kwêstane cwanekanî kurdistanî řengîn jyanim řabwarduwe.

zor pałênyan le mindare mangida bo ewey şwanekanman nîweřo xewî bo biken û şewane meř biřetênin bo xom destim dawete goçan û çûme ber meř û lew wextaneda buwe şê’irim be tebî’et û xořisk û jyanî kurdewarî hełgutuwe.