řawe tajî

Li pirtûka:
Hewarî Xalî
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 22 Xulek  1881 Dîtin

sał direng bû, payîz dahat, zewî řengî bizirka, şînayî nema, tînî hetaw kem bowe, řoj çyan be berewe nema, şew dirêj û dirêjtir bûn, hewa fênk bû, řez řindiran, miştax hełxiran, bêstan le ber kewtin, biřke hełkêşran, cê tûtin şêw kiranewe, awîje le beraw derçûn, estêr daryan lê řakêşra, serçawe qewzeyan girt, binawan hełdêran, deraw boge û lêł bûn, pawan û hełesûn pêxust û boje bûn, pêwre wênce das peřên kiran, řepsite kołe pinc bûn, newende tîşeyan çend pelke bû, sarde kêł dindûkeyan da, ka û gizre le kadên kiran, kode û połke û nermegya le taye û gîşe diran, tifaqî zistan daxra, dêm kêł be hîway baranî řeḧmet û heqepełey payîz, dêmekar û îşkekendyan daçand, carcar hewrî sipî û tenk bedem bawe bepele be asmanda têpeřîn, çend piřîşkî biławyan werand, diłî şikartekeyłî bê zewîyan daxurpand û tirsan newekû ewendûke deẍłey aw małan boyan daçandûn gendenê bin û be carêk qût biřaw û bêsełat bikewnewe, dar û dewen xezełyan da, mêrg û çîmen bê dîmen bûn, lapałî bijwên bûne řêçke, nwałey zenwêr kator kiran, telan û benden řûtanewe, řûbarî xuřên le xuřîn kewtin, řêbwarî xurên le tenkawyan da, swar bo bwar negeřan, gyaberze bûne îşkeł, diřû bûne neşter, tîkan bûne peykan, pêkuł û kuncî bûne bizmar û derzî û le pêy galeweřênî pêxwas hełçûn û girdenşînyan kird, babirdełe wek leşkirî bezîw û şikaw řetênra, xoy bo negîrawe, biław bû, pûş û pełaş wek tirsenok û dûreperêzan xoyan le xware bayan girt, le nedîw û pesîw û bûdiř û kendałan xizîn, hewar xałî bûn, çadir û çîẍ pêçranewe, sêpek hełpesêran, meşke berçîẍyan tê hełkêşra û le binmîçî quřmawî niran, dodane û şîr meşk le xerare konan pêçran û leber heywan û bêła be sîng dakiran, nêrey bêxêr heławesran, gurîs û petik hełwêzniran, şengebêrî qułçaẍeyan dařnî, bûzełe û berbênkeyan şane û şan kird, camî meřdoş û gadoşkeyan lebin pêřk û herzałan axnî, bêjîng û destařyan wekar xist ta zimheř bo zistanî dûr û dirêj gêjew biken, sawar bihařn, biřwêş be ba ken, bo diraw lê biken. kakî şwan ke le kwêstanî mezin û hewarî sazgarî meřî le çiřgen deçeqawe û demî de leweřî piř û teř û nask dena û yekî le yekî dernedeçû, bo xoşî leser berdêk dadenîşt û qamkî le bilwêr debzawit û ewî lêy deda lêy nededawe û paşay be sepanî xoy nedegirt, êsta bilwêrî le mał danawe çunke meřî kwêstan ke leng û lor û deẍezdarî têda nemawe û bê çawênî bê simře û saketey dûgî dełêy lînge destaře û piştî girêy lê biřawe. kwa le aranî qaqiř û kiřař dademezrê û deçeqêtewe? le deştî kakî be kakîda peř hełdawê, peřem peřem debê, her kirtikey řû le layek deka, şwan eger wek didanî marîş bê, pê řanaga pêşî bigrê, têkî bikatewe, meřî qełew û saẍ le aranî bê leweř çon çêştawan moł dexwa, pałênan koř debestê, şêwexoran řadewestê û şewênan le ḧewşeda gîr debê? şwan debê çawêkî bibête çwar çaw û xew û xwardin lexo ḧeram bika, gurgî fêłbaz û diz hemîşe le kelêndaye şwan bixafłênê, seg bixîçênê, ta kelak bistênê, kam meřî şaz û qełewe biřfênê û eger xuday nexwaste şwan lexew bimênê û dezbênî negirtibê mêgel řabda û yekî nehêłê û hemûy bixinkênê, ca lew ḧałeda şwan kwa mecalî heye le bilwêr bitûřênê û ’alemêk wecoş bênê?

sałan lem werzeda ke karî dêhat kem debû, swaẍ û pîne û peřoy ban û derk û dîwaran tewaw debû û awirdû dadexra, cengey řawe tajî dehat. řawe tajî lemêje le kurdistanda bawe. ta nîwey duwemî em çerxe zor be dab û destûr dekira, herçend êstaş kem ta kurtêk mawe, bełam berew neman deçê. dyare her řêwşiwênêk beser çû, em wişe û zarawe û amrazaney peywendîyan bem řêwşiwênewe heye, leser zar û zimanan namênin û wirde wirde lebîr deçnewe, tenya le beyt û bawanda demênnewe ke têgeyştinyan bo berey dahatû dijwar û estem û girane, xo be naşkurî nałêm ferheng nûsêkî ewtoman nebuwe û qamûsêkî waman nîye em wişe û zarawaney tomar kirdibê û le nemanî parastibê, em řojane bo nûsînî em witare penam bo ferhengî taqaney kurdî bo kurdî «xał» bird, lejêr wişey řaw û tancî û tajîda şitî way nûsîbû kabra gutenî: «ezî têda şermezar bûmewe». boye wîstim ewî lebîrim mawe û lêy dezanim lew bareda binûsim ta qamûsnûsî dwařojman kełkî lê werbigrin û ew lawaney ke wek min edebî folkilorîkî kurdî be xezêney ziman dezanin sûdî lê werbigrin.

tajî ya tancî û tacî toreme segêkî dirêj, nask, şûş û leser lînge. pêstî tenk û amał řûteye, cwan û jîkełeye, gutûyane: «tajî azadey segane» tund û tołe, baş lîng deda û be dewame û bekełkî řaw dê, tajî ta zengey beriztir, tengey gurictir, kefełî biłînditir, piştî řakşawtir û amał kûřtir, pencey şûştir, ser û kelle û dem û lembozî barîktir û řeqtir û dirêjtir bê pesinditre.

wek hemû toreme segêk be nêrî dełên goł û be mêy degutrê dêł, goł hemîşe bo cût bûn amadeye, bełam dêł carêk ya dû car weba dê, zor pêştir nîşaney weba hatnî dyarî deda, ca eger xawenekey bixiwazê zûtir ba bigrê baştirî têr deka ta qełew bê û eger bepêçewane neyewê awis bê ewe le jûrêkî tarîkda deybestêtewe ta leř û lawaz bê û le ba biçêtewe. cût bûnî tajîş wek hemû cisne segêk «pêweřwanî» pê dełên, dêł û goł pêkewe denûsên û ta maweyek lêk cwê nabnewe, tenanet eger le zimanî kurdîda be zayînî hemû nînokdar û gwandarêk «cige le malos ke simdare» dełên tirekîn - le şêrewe ta mişk - řenge boye bê ke zoryan bêçû debê. tajîş û segîş lewan hełnawêrin, dełên dêłe tajî be ḧefta şew û řoj detrekê. bewende tûtkey be zigêk debê dełên koxêk, dêłêk le sêwe ta yazde tûtik deynê, dêłe tajî heşt gwanî em ber ewberî heye, tûtke tajî le pêşda çawî nûsawe û nabînê, paş çend řoj çawî depşikiwê, be qisey kone řawkeran hewweł tûtik û axir tûtkî koxêk lewanî dîke baştir derdeçin, tûtke tajî zû fêrî têkuşîn xwardin debê û îtir nyazî be şîrî dayk namênê, dêłe tajîy tirekîw pêwîste zor baş bexêw bikirê û têr bê, dena zyanîxuro û małangeř debê û pekî řaw kirdinî dekewê, tûtik ke jîwełe bû, gucûkî pê dełên û lexoyewe fêrî řawêçke debê, řawêçke kirdin temrînî řêkewtin û řaw fêrbûne. gucûkêk bo ewanî dîke hełdê û ewî tirîş řêy dekewn. řawkerî kon dełên her gucûkêk hełat dyare... le xoy řadebînê û be gewreyîş lewanî dîke çêtir û xêratir û bekartir debê, gucûkêk be sałewextêk sunû ya sûnî dêtewe û pêydełên şek, nîşaney sûn hatnewe eweye ke goł le katî mîz kirdinda laqî hełdênê, paş sałêk debête xerit û emcare temenî be xerit ḧîsab dekirê. xêrayî û xwêřyayetîy tajî ta nebête xerit dyarî naka, wa debê şek noreş naka û keçî be xertî zor çê debê û bepêçewane şekî xêra xwêřî derdeçê.

řengekanî tajî:

tajî řengî corbecorî heye, sipî, řeş, sûr, nebatî, şê, xezał, bor, tałe, şiłe, xurmayî, xeneyî, gurgî, piłîngî, qezwanî, bazû, bozqacî û bełek, řeşbełek, sûrbełek û şînbełek.

dengekanî tajî emanen:

lûrandin, nûřandin, qirûskandin, nûzandin, miřandin û naskandin.

sîfetekanî tajî:

çê, xêra, tîj, pel, řeşkuj, xoşřisit, bedřisit, herze, qiřxemeřes, demsard, demgerm, behełim û bedewam.

tajî bekarî řawî ask û kêwî û kerwêşk dê, çêtrîn û baştirîn û bekartirîn, tajîy ask kuje, min kwêstanîm û askîş le deşt û germyan dejî û le řawe ask şareza nîm. mamosta ’elay řeḧmetî le kitêbî «kurdiwarî» basî řawe ask deka min be nezanî xomewe bediłim nebû, pêm wabû hełey têdaye, emma pîrebegêkî caf carêk basî řawe askî bo kirdûm ewe botan degêřmewe, řast û diroy webał bestoy xoy deygut: zemanî desełat û bawî beg û paşakanî caf ke koçer û řewend bûn baştirîn tajî û řesentirîn esp lenêw cafanda hebû, le mukiryanîş nawbangî espî cafan buwe - řengibê řast bê çunke le ’ereban nîzîkin û cisne espî ’erebîş le dinyada meşhûre - deygut: «paşakan tîpe swarêkî başyan hełdebjard, tajîyekanyan wa fêr kirdibû ke řawyan dadebest û řisteyan hełdekêşa û tajîy xoy dawîte pêşkoy swar û mat debû, ke ask hełdehat swaran bew espe xoşbez û bekaranewe deyanřetand ta deyanzanî şeket bûn emcar tajîyekanyan berdedaye ta le xołî degewzand, hemû řawkerêk xencerî deberda bû û, kêrdî deban û tîjî le dîwî jûrî xencerda le kalan çeqandibû bew kêrde serî askyan debřî û řifîskeyan kun dekird û le ben samuřtekeyan hełdekêşa û be teřîzey espewe hełyandawesî.

kurd be hemû gyandarêkî gwandar û simdar ke kewî û řam nebê dełê kêwî, le kêwe serkeş û şaxe sext û řijd û hełemût û zerd û mahekanî kurdistanda kêwî dejîn, kełekêwî, gakêwî, şûr, yekcar kem bûn û lewaneye řegezyan lem ḧałeda le metirsîda bê û her nemênin û nembîstuwe ewane be tajîy řaw bikirên, bîstûtane ke kêwî betaybetî řojane le şaxî here sext û řewezî estem nabêtewe, dełên her cêgayekî şax baranî wê bikewê kêwîş detwanê pêyda biřwa, dyare tajî le cêgay wa kar naka.

bo řawe kêwî be tajîy berege denênewe. kêwî ke lem şaxewe biçête şaxêkî tir tîreg bernada, yanî be cêgayekda deřwa ke herdûk dîwî kêwî lê dyar bê, ca řawkerî şareza, tîregêkî řeçaw deken û ḧaşargey lê dirust deken, eger gwênî û gyaberzî lê hebê, koxteyekî dû mîtrî ya kemtir saz deken û xoyan û tajîyekanyan lewêda mełas deden, eger eweyan bo nelwa warşî berd dirust deken, kêwmał berêkî şax be hera û horya û teq û řeq û çeqe çeq deteqênin ta ḧeywan bitirsê û, be tîregda bipeřêtewe şaxî ewber û lewberege hełengiwê, eger mewday nêwan dû kêw berîn bê le dû cêgawe beregey bo degirin. ta eger tajî pêşewe řastî biken beser beregey duwemda bikewê û řizgarî neye, tajî qaym û be hełm û fêławî nebê ne degate kêwî û ne dewêrî xoy lêda, beran û nêrî qeyre des dekenewe û begij tajîda dênewe û be şeqon têy hełdeden û birîndarî deken, wa debê deşîtopênin. bełam tajî ke fêławî bû, her le paşřa le kêwî řo dê û ke boy hełkewt, batûy degrê û biřistî debřê, řawker dełên hoy ewey tajî degate kêwî eweye kêwî le hełatnida zor awřan dedatewe û meḧtel debê, dena zor be baz û birditre, kêwî be tełe û şitî dîkeş degirin ke dêreda cêy bas nîye.

nexoşîyekanî tajî:

seg bayî, şaneřeqe, şekge, sebnêsî, harî, sûzenek.

řawe kerwêşk be tajî:

kerwêşk gwandarêke ke nînokî heye, gya xore, kilkî zor qułeye, tûkî nerme, dirêjayî le berzayî pitre, pêşûy le paşûy kurtitrin, be baz û qine deřwa, gwêy zor dirêjin, serî leçaw leşî zor gewreye, çawî zeq û leřûn û nanûqên. zyatir be çawan debîndirêtewe, dełên mêyekey ḧeyz deşwa, detrekê û zew û zûy zore, le cêgay sard û gerimda heye. le bijwêntirîn kwêstanî kurdistanda û gerimtirîn û kiřařtirîn bêrûnî ’erebistanda dejî, be bêçûy dełên beç û ke peřewaze bû û twanî tund řa bika «sepsên»y pê degutrê, be řwałet yekcar bestezman û bêdesełat û tirsinoke û leber hîç gyandarî çwarpê û bałindey piçûkî řawê des nakatewe, keçî dujminî werzêr û řezewan û bêstançîye. ta destî leser dabnêy bezeř û bedfeře, be řoj le landa xoy mełas deda û be şew degeřê û deleweřê, hîç naparêzê. bo baẍ, bêstan, şînawerd û, řepsite tenanet xoyan û xerman wek beła waye. boye werzêr û baẍewan řiqyan lêye û be tepke û tełe û xurde û daw deygirin. goştî dexurê, dełên temenî beweřa dyare ke her sałe kunêkî lebin kilk debê.

nîzîkey sî çil sał lewey pêş kem saḧêb miłk û aẍa û meznî kurd hebû, řimûdey řawe kerwêşk nebê, dyare em kareş beste be dest řoyn û neřoynewe bû, aẍay dewłemend řisteyan le awrîşmî řengawřeng dehonîyewe û gułîngî sîm pêçî cwanyan wê dexist. serî gułîngidaryan le baskî řaste ya řast û çep le şan dekird. qeładeyan le qayşî baş dirust dekird û be awrîşim deçnî, zengułey zerd, zêw tenanet zêřyan lê dedrû, serî dîkey řisteyan le ałqey qełade hełdekêşa. aẍay dê be xoy û bab noker û ře’yet û swarewe deçuwe řaw lew cêgayey zanîbayan kerwêşkigre řawyan dadebeşî û swar sefyan debest, le kêw ya banû swarêk be tajîyekî karamewe serřawî degirt, serřaw debû lepêş swaranda bê û çawî lelay xwarê bê ta eger kerwêşkyan le dawênî têberda wirya bê û bizanê řû le kam la deka, ew debû řaste û řast lepêşda bê, eger tajî xwarewe neyankuşt û be mandûyî geyşte serřaw ew tajîyekey xoy berdatê, debû tajî ser berew jêr berneda û řawestê ta kerwêşk kemêkî lê řet debê, berřaw swarêk bû ke baştirîn û çêtrîn tajî pê bê û kemêk le dway swaranewe bê ta eger kerwêşk paş řaw bika, tajîy xoy têberda, swarekanî dîke ke nêwanyan pênc şeş gez pitir nebû, çi tajîyan pê ba yan neba, debû le řêkî yek biřon û her kese lelay serûy xoy wird biřwanê û hewł bida hîç biniçk û berdêk nebwêrê, ta sef řastitir û nêwanî swaran kemtir baye, kerwêşk çaktir debîndirawe ya zûtir hełdehat, lanî taze û kwêre û lanî şewê dînê nîşaney ewe bû. kerwêşk her lew dewrubereye ca debû be fîtû yektir ḧałî biken sef řastitir û swar xurditir bin, wird biřwanin û neybiwêrin. kem waye kerwêşk leber sefî řast û řêkupêk û swarî aram, bwêrê řa bika, xoy le landa mełas deda û le ’erzî dexa. řawkerî lêzan be temał deybînêtewe.

ew serdemî dab bû eger nokerêk ya ře’yet swarêk temałî dîbawe deygut: «nokerî aẍay xom û řawkeranim pê dełên hoy temałe!» ’adet wabû aẍa û xizmekanî temałane biden bew řawkere û xełatî biken, swar le dewrey temał kodebûnewe, payîze, azîze, gułê gułê, ḧeyran û geloyan leser degut û carubar dehoł û zuřna û sê tepłîşyan leser lê deda, eger bo xatrî seyr neba be hasanî be destî degîra, bełam aẍay gewre bo seyr deçûne řaw nek bo řawe goşt, ca boye espyan weser depeřand ke hełê û tajî tê berden, dû ya sê tajîyan tê berdeda, î wa bû çê û demgerm bû gurîsêkî nedebird û le sefî swaranî dernedekird û hełî degirt û î wa bû xêra û pel û demsard bû, çend carî degêřawe, lêy deda, têy řo dehat ta her xoy ya tajîyekanî dîke degeyne nore û hełyandegirt, tajîy řesen ke kerwêşkî hełdegirt neydeşemzand ya be demyewe degirt ya çemołey leser dadeda, swarêk dadebezî û serî debřî û weben samuřtey dexist, eger tajî xwêřî baye neydeşkandewe û xwarey pê nedekird û kerwêşk řizgar debû, eger baştir baye řastî dekird û deygeyande ser řaw ya le kunî dekird, kerwêşk hemîşe bo lêqewman kunêk řeçaw deka, bełam ta zorî bo neye naçête kunewe. serřawî şareza lay kunêyan lê degirt wa debû le zarkî kunda dadenîştin û ewîş xoy le baweş dawîştin. eger çû le kunîşewe be pêçek deryan dehêna, le hêndêk mełbend be temał dełên «dyardî».

xoştirîn katî řawe kerwêşk paş barane. çunke kwêre û lanî taze le dûrewe dyare. wa debê kerwêşk lew kateda konelan dekatewe ke ewîş dozînewey bo řawkerî şareza hasane, cige lewe berpêy tajî ke řût û biłe, nerim debêtewe û tirsî kałe diřanî namênê, berpêy kerwêşk kułkine û quř degrê û başîş natwanê řa bika û pêy dełên kełaşe kirdin, ew serdeme zorî pê naçê û wextî nînok şikên dê. ke wişkebend peyda bû û kerwêşk lan berejêrî kirdewe û řepsite û baẍî pawanî dawe ber pelamar hênd qełew debê ke dełên gurçîley debezîda win buwe, emcar beser zewî bestiraw û řeqda wa hełdê her wîzey leber pêy dê, tajî le tirsî hełxilîskan û nînok şikan nawêrê tund řa bika, her tajîyekî lekatî nînok şikên û sîxwar le piştida bigatê nayabe. ke nwabefrî hewweł kewt û bařnî nekird basî serî kerwêşke, çunke şwênî degeřê û be pêşûy kurtewe her dernaçê. ew gyandare be řwałet gêl û gêje ke zanî şwênî degeřê zor fêłezan debê, şwênî cûteye, paşûy be cût wepêş pêşûy dexa, řawker ke tûşî řaste şwên hat dezanê kerwêşk ya çote şewgeř ya geřawetewe û bepele deygêřê ta degate «dûlayî», dûlayî eweye kerwêşk beser şwênî xoyda degeřêtewe, le cêgayekî bazêkî biłînd dawê û leser kełekêk ya qedî řewezêk dekewê, debê řawker be qeraẍ dûlayîda biřwa û neyşêlê ta bizanê kerwêşk le kwê bazî dawe û wirya bê paş řaw neka û bazre nebê, «hezare» her wek dûlayî waye, bełam kerwêşk çendîn car be şwênî xoyda hatuço deka, wa debê her lenêw hezareda dekewê, wa debê dîsan bazêkî dûr dawê û leher cêgayek kewt mat debê. şwêngêřî baş le fêł û hezare û dûlayîy kerwêşk dega û deydozêtewe.

«kurte» eweye ke kerwêşk dway hezare û dûlayî beqed cê cêxûnêk bedewre degeřê û ewendey pêda dê û deçê ke kes sereder le şwênî naka, řawkerî şwêngêř debê zor beserincewe dewrey kute bida, ke neřoyîbû ewe dyare lenêw kutedaye ewdem debê wenêw kute bikewê, ta ya bîdozêtewe ya naçarî bika hełê. ke befir zor bû û befir beserîş nebû kerwêşk řunû befir dekołê û deçête nêw befrewe, bewe dełên «xuze», kerwêşk le xuzeda bewe dyare ke cêy henase hełkêşanî zerd debê û dyare lêreda fêłêk deka bebin befirda řehendêk dekołê û le çend cêga xuze dyarî deda. bo ewey ew fêłeşî lê bibiřn, yekêk be tajîyewe le nêweřast řadewestê û ewanî dîke xuzekan deşêln, kerwêşkî xuze zyatir nawêrê řabka û be destî degîrê. le pêşda gutim kerwêşk ta zorî bo neye naçête nêw kun ke çuwe nêw kun û dyarbû û destî negeyştê, darêkî nerim û dirêj dênin serî lele deken û le tûkî kerwêşkî badeden û bem dare dełên «pêçek». eger beweş nehate der, emcar tełey lê dadenênewe û deygirin, le mangî řeşemeda řawe kerwêşk dwayî dê, hem lawaz debê û bo xwardin nabê hem ba degrê, benawbangitrîn çêştêkî le goştî kerwêşkî dirust deken «sengesîre», le kabanan bipirsin çon saz dekirê!!!

řawe řêwî be tajî

kam mindałî kurde nawî řêwî nebîstibê, sedan efsane leser řêwî le folkilorî kurdîda heye, xo le pendî pêşînyanîşda ewende basî řêwî kirawe her mepirse wek:

řêwî xoy le kunewe nedeçû qangelaşî be kilkyewe debirde jûr, řêwî demî nedegeyşte tirê deygut tirşe, řêwî kêçî de kewłî kewtuwe, řêwî xoy le awî xuř nada, řawî řêwî bo kewłîye û seyrî le řawe řêwî xoştire, wek řêwî sîrme xore...

řêwî beřastî canewerêkî fêławî û mekirbaze, newsin û bezeře, hemû şit dexwa mîwe û goşt û şitî wa, dujminî kerwêşk û mişk û bałindeye betaybetî bałindey pêřoye. ewendey kerwêşk bo baẍewan û werzêr xirape ewîş ewende bo ewaney bałindey kewî û małî řadegirin cêgay metirsîye, tûşî řewe qelemûnêk bê taqî lê debřê, mirîşk û cûçk her nahêłê, le kêwîş hemîşe le kew û swêske û ziřekew û hewêrde le kemîndaye, tenya karî çakî, xwardinî mişkî kêwî û beçe kerwêşke, bełam însan fêłî lewîş debřê, beřastî řawe řêwî seyrî xoşe, řêwî le kurdistanda zore, wek dełên řawî bo kewłîye, dena goştî egerçî deyxon, zor dizêw û naşîrîne, dełên wek goştî jûşk bo badarî dermane.

beřastî heqyane ew kesaney dełên «seyrî le řawe řêwî xoştire» řawe řêwî zyatir be pyade dekirê, řêwîş wek kêwî ke tirsa hemîşe tîregî kêw degrê û bo kêwêkî dîke depeřêtewe. dyare le kêw û şaxî estemda najî. le hemû cêgayek tenanet le deştî nermanîş heye, dû deste kêwmał kêwêk deteqênin û hera û horyayekî zor deken ta řêwî bitirsê, řawkerêk le ḧaşargeda beregey lê degrê ta kêwmałekan řêwî wa deteqênin beser beregeda bikewê, ewdem beregegir tajî têberdeda. tajî dernaçê, bełam destî degeł dekatewe, gazî lê degrê, be nînok deyřnê, tajîy karame hewł deda le pişt estoy řobê û řayweşênê ta le karî dexa ya le qefezî piştî řobê û hełîdêrê ta biřistî lê debřê. bo řawe řêwî pêwîst naka tajî xêra bê, esłen tajîy řeşkuj û çê le řêwî bernaden tajîy řêwî kuj aza û qaym bê baştire nek tîj û gurc.

duře ya «dûřeg» bo řawe řêwî baştire. dûřeg wek le nawekeyewe dyare cisne segêke le cût bûnî seg û tajî peyda bûbê, ca ferq naka goł, seg bê ya tajî, herçend eger goł tajî bê dûřeg cwantire. dûřeg le baske seg řûtetir û berzelîngitir û le paş tajî le hemû cisne segêk tunditir řa deka, î zor xêrayan lê hełdekewê ke bo řawe kêwî û kerwêşk tenanet gurgîş bekar dê, toremey dûřeg û tajî, pêy degutrê «qedem».

xwênerî xoşewîst! bem base dûr û dirêje mandûm kirdî ba neqłêkî xoşt bo bigêřmewe, kemêk bêyewe serexo. dełên: řojêk řêbwarêk tûşî řawkerêk hat, tajîyek û tułeyekî kunê û darêkî dirêj û tełeyekî pê bû, gutî: kake oẍir bê, çi dekey?

- deçme řawe řêwî.

- ewane çin pêtin?

- kake eger řêwî leberim hełat, ewe tajîyekey tê berdedem, eger kuştî başe, dena le kunêy deka, ke kuneke zor qûł nebû em darey lê pêçek dedem, deyhênme der, eger zor qûł bû, tułekey lebał dekem.

eger ewîş boy nehate der tełey lê dadenêmewe axrî pêwe debê.

řêbwar gutî:

- ke wa bû, bo řêwî xuda mawe û bes!