pêşekîyek bo dîwanî nalî

Li pirtûka:
Hewarî Xalî
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 15 Xulek  2522 Dîtin

hemû kurdêkî pak, çak, dîndar, diłsoz û edebdost, eger be dił û gyan xoy be minetbar û qerizdarî mamostay hêja û zanay kurd mela ’ebdulkerîmî mudeřřîs nezanê naheqî deka. çunke mamosta û kuře karame û lêzanekanî be hemû hêz û twanay xoyanewe be hîç barêk le xizmetî kurdî çareřeşî, dûrebeşî hejar dirêxyan nekirduwe.

beřastî em xizmete benirxaney em binemałe çake, be dîn be ferheng, be ziman, be edeb û akarî kurdîyan kirduwe şayanî ewpeřî řêz û supase. yaxwa lemlaye le bełay labela dûr bin. berdî sard û germîyan weber pê neye û lewlaş weber ałay pêẍember kewn û ḧeşryan degeł ḧeşrî pyawçakan bê. pêm waye xizmet be kurdî zorlêkiraw çakeyeke ke lepêş çawî bîna’îy çawan bizir nabê û padaşî dinya û qyametî debê.

geřîdeyî û derbederî em sûdey bo min hebû ke le nêzîkewe bexzimet mamosta bigem û destî mubarekî maç bikem û bizanim kogay nur û deryay bê sinûre.

carêk degeł çend mamostay gewre û maqûł le baregay ḧezretî ẍews le ḧucre teng û çikołekeyda le xizmetî mamosta danîştibûyn, min ew bîrem be mêşkida dehat eger hemû nûsîne benirxekanî em mamosta kurtebała, řezasûke, xwênşîrîn û qisexoşe bênî û le tayekî terazûy bawê û cestey lawazî xoşî le tayekey dîke bixey aya serî wemîçî ḧucrekey nakewê?

dyare ewînêkî piř soz, îmanêkî pîroz û îradeyekî qewî û pitew em pîre xawêne û em zana kem wêney han dawe ke lew temeneda le xizmet be zanist, be edeb, be îslamîyet û însanîyet xafił û bê’aga û şeket û mandû nebê.

basî yek yekî nûsrawekanî mamosta wek tefsîrî qur’anî pîroz û şerî’etî îslam û... ne be minî bêdesełat dekirê û ne lew kurte baseda deguncê, em erke le estoy mamostayanî ayînî û şarezayanî edeb û pispořanî zaniste ke hîwadarim kemterxemî neken û şwêneware bekełk û başekanî mamosta pitir be xełk binasênin. lebarey şerî’etî îslamîda řay mamostayekî şarezam pirsî, fermûy her kese bo xoy boçûnêkî heye, min be řaşkawî dełêm ta êsta kitêbî wa tewaw lebarey fîqhî şafî’îda nenûsrawe.

min lêreda demewê bekurtî lebarey em dîwane şitêk binûsim. bebřiway şarezayanî şê’ir û edeb nalî yekêke le geştirîn û pirşingdartrîn estêre berzekanî asmanî edebî kurdî. tenya řexne ya be edebtir biłêm derdî diłêkî le şê’rî nalîyan bû ewe bû ke têgeyştinî şê’re nask û wirde cwan û řewanekanî zor hasan nebû, pêwîstî be şîkirdinewe, lêtwêjînewe û wirdibûnewey tewaw bû. kesêk sê zimanî ’erebî, farsî û kurdî nezanîbaye çak le şê’rî nalî nedegeyşit. mamostay mezin hestî bew kemukuřîye kirduwe boye bexoy û be kuřanîyewe, hestawin, têkoşawin, řencyan kêşawe û be hezaran zeḧmet nusxey destinûsyan peyda kirdûn leber yekyan řanawin û em dîwane benirxeyan şerḧ kirduwe. le hewwełewe pêşekîyekî zanayaneyan bo nûsîwe ke xoy kitêbêkî serbexoye û xwêndinewey bo hemû em kesaney seryan le şê’ir û edeb dexurê pêwîste. ledwaye şê’rekanyan řast kirdotewe. manakanyan lêdawetewe, hełsenganduwe û lepêş xwêneryan danawe.

ta êsta karî wa lenêw kurdanda nekirawe. zor kes leser nalîyan nûsîwe, bełam kes ewendey xo pêwe mandû nekirduwe. ewanî baş bûn, natewaw bûn ewaney nezanane nûsra bûn her neban baştir bû. hîç karêk ewîş karî wa estem û giran bê kemukuřî nabê, řenge ew kare gewreş nexte neqsêkî hebê, bełam bêguman hawta û wêney nîye.

min bo xom pitir le nîw çerxe serukarim degeł şê’rî nalîda heye ew serdeme ke wek suxteyekî nezan le xaneqay şêxî burhan bûm demdî mela zanakan û muste’îde başekan leser şê’rî nalî deřon, eger nîwe xwêndewarî wek minyan bo ḧałî nebûban, hîç nebê sernicyan bo lay mele lew derya mend û bêbestêne řadekêşan, çap bûnî nalî lelayen kurdî û merîwanîwe derwêkî bo kirdimewe egerçî em dîwane nazdare, bê’azare dêw û dujminî polîsî dewranî řeşî paşayetî řezaxan bû be des her kesewe gîrabaye hawarî ser û małî bû, bełam min peydam kirdibû be dizîyewe demxiwêndewe. muqbîl be çapkirdinewey dîwanî nalî sereřay em kemukuřîyaney le karîda hebû pitrî berew têgeyştinî şê’rî nalî birdim. nêw û nirke û hêrşî gîw le nalîy netorandim tenanet çapekey muwefeqîşim nek carêk deyan car xwêndewe. xwalêxoşbû ḧacî meḧmûdî wetemîşîm ke bazirgan û miłkidarêkî pîr û xoşzewq bû, baş denasî û bew ḧałewe dîtnî bo min hasan nebû çunke ew hawîn û behar le dê bû, minîş her ladêyî bûm û kemtir deçûme şar ke zistanan bexzimetî bigem zorim kełk le şê’ir nasîy ew pyawe gewre wergirt ke řengibê kem kes mabin lebîryan bê edîbêkî çend be’însaf û pîrepyawêkî çend qisexoş bû. êstaş bom řûn nebotewe ew bazirgane zirînge ke serukarî degeł gez û caw û ketîre û mazû û xurî û mafûre bû çon ew hemû şê’re kurdîye cwananey leber bûn. aya beyaz û destinûsî başî bûn û derînedexist ya ḧafîzey wa behêz û qewî bû ke çî lebîr nedeçowe. be řeḧmetî xuday şad bê. ax û dax çen gewrepyawman bûn û ḧacî qadir gutenî: «leber bê defterî gum bûn û fanî».

şeqî řojgar hełîdaştime kurdistanî ’êraq lewê zor nalîy nasim dîtin û baştirim nalî nasî ta serim le beẍda hêna der û bexzimet mamosta mes’ûd miḧemmed geyştim. ta êsta kesim nedîwe wa le şê’rî nalî biga. giftuliftêkî xoşî bû ke be beyanî sîḧrawî xoyewe dehate şîkirdinewey şê’rî nalî xoy mest û serxoş debû û gwêgrî wecoş dehêna. daxim naçê em mamostaye ewendey leser şê’rî nalî dedwa ewendey nedenûsî ta komeł pitrî kełk lê wergirê. lebîrme le danîştinêkda ke mamosta be ’adetî xoy şê’rî nalî şî dekirdewe, yekêk le danîştuwan le minî pirsî bebřiway to mamosta lebarey nalîda zor zêdeřewî naka? gutim: min letenîşt mehabadewe lelayekewe ta serçawey «zełim» û lelay dîke ta hawînehewarî serseng geřawim û degeł zor mamostay gewre danîştûm kesim nedîwe ewende şarezay şê’rî nalî bê. keçî dewêrim biłêm ew gewrepyaweş betewawî le şê’rî nalî negeyîwe. mamosta mes’ûd fermûy be xwa řast dekey. min ew melewane nîm bînim ewende dirêj bê ke bitwanim le deryay bê binî şê’rî nalî ew hemû duř û mirwarîyane bênme der herwa peleqajeyekî naşyaneye deykem. bełkû şitêkim weber des kewê. zorî pêneçû řojêk lexzimet mamosta mes’ûd le kořî zanyarî kurdida xerîkî kar bûm. kake ḧemey mela kerîm hate jûr û gutî: «ême manay wişey «ney sewar»man lew şê’reda nezanîwe êwe çonî bo deçin» zorman bîr lê kirdewe û nemanzanî. bê’edebîm kird û gutim: «mamosta ew kate min gutim cenabîşt dîwanî nalît betewawî bo saẍ nebuwetewe û to gutit řast dekey min pêm wa bû tewazu’ defermûy bełam qisekem weřast geřa... gutî: «małe nalît neşêwê kê sereder lew hemû wirde dawane derdeka ke ew nawyetewe? min çuzanim ney sewar çîye?» îcazem lê wergirt û çûme jûrî kake ḧeme, herçî ferhengî farsî û kurdî le kořda hebûn sengusûjniman dan û sere û binman dan û sera û binman kirdin û ew wişeman nedozyewe. dyare paş nahumêd bûn le perawêzî lapeře 334da gutûyane dûr nîye nîzedar bê ke le şê’rekeda bê mana nîye. ew řojey min gutim kake ḧeme ḧeyf ferhengî dewłemendî duktor «mu’în»man betewawî ledesda nîye. wêdeçê ew em wişey girtibê. êstake em dêřane denûsim ferhengî duktor mu’înim leber desdaye. ew ferhenge gewreş em wişey negirtuwe. bełam wişeyekî têdaye ke pyaw dexate gumanewe ke mebestî nalî řengibê em wişe bê û ewaney dîwanî nalîyan nûsîwetewe behełeyan tomar kird bê. ferhengî mu’în wişey «nîsarî» girtuwe be mana supahî û leşkirî û dełê. fîrdewsî lebarey tebeqey duwem le çwar tebeqey cemşîdda dełê:

sifî bir digirdist binşandindFarsî
himî nam nîsaryan xwandindFarsî

û her weha zyadî deka û dełê: wişey «nîsaryan» le zimanekanî êranîda sabîqey nîye û bêşk muḧerefî (artistar)y pehlewî (ustayî raeslara) be manay «şeřker û supahî» hatuwe û em wişeye le farsîda buwete «artîşdar».

dozînewey em wişe minî xiste ser em baweře ke «ney sewar» «ney syar»bê, beẍełet nûsrabêtewe çunke zor řûne û be hasanî le şê’rekanî derdekewê ke nalî zor ehlî xwêndinewe û mutała buwe. desełatêkî zorî beser edebyatî ’erebî û farsîda hebuwe. wek be îştya leseryan nûsîwe geřîde buwe û be kurdistanda geřawe. eger waş nebê aşnayetî ew degeł babanekanda ḧaşay lê nakirê. ewanîş kitêbxaney emîraneyan buwe ke nalî kełkî lê wergirtuwe. temaşay ew çend şê’re biken ta bizanin min bê bełge wa nałêm.

nalya em ẍezele taze ke tazet gûtwe
be dûsed mesnewîy lubî lubabî nadem
***
nîye dexiłim le şaname û mesafî ẍeyrî em nukte
ke kuştey bendî toye her kesî azad û aza bê
***
ke dîtim řengî sed řengî, gutim babayî ’eyyare
ke bîstim lefzî bêdengî gutim şîpûrî şapûre

bełê bem şê’raneřa ke eger řîzim kirdiban zor pitryan cê degirt dyare ke nalî hemû core kitêbêk ke dexłî be melayetîyeweş nebû bê xwêndiwetewe. kesêkî eskendernamey efsaneyî xwêndibêtewe û nesîmî ’eyyar û şapûrî ’eyyar binasê, aşkiraye ke şanamey fîrdewsî zor car sere û bin kirduwe û em wişey le şaname wergirtuwe û eger ewey zanîbê ke ney syarî be tebeqey duwem le çwar tebeqey zemanî cemşîd gutrawe ewe debê şê’reke le esłida awa bûbê.

dîde nîghibanî yar, nałey dił ney syar
tîpî sirîşkim hezar ahe ’elemdarî min

yanî çwar tebeqey zemanî cemşîdî řîz kird bin û lebatî tebeqatî leşkirî turkan ke le meẍûlîyewe wergîrawin, «un» «yuz» «tuman» bekarî birdin çunke guman leweda nîye ke hezar piř be pêstî «tuman»y meẍûlîye. aya taqme mumtazekey eḧmed paşay dostî wa tebeqebendî nekirduwe û ew şê’re piř řemzey paş nemanî taqmeke negutuwe? cwabî be min nadrêtewe. bełam deẍdeẍey ledłimida peyda kirduwe.

mawe şitêk lebarey nalîda bas bikem ke ta êsta kes lew bareda nedwawe. ewîş eweye, cige lewey nalî xerîkî pêkhênanî zimanî yekgirtûy kurdî buwe, şořşî edebîşî kirduwe. em řesme nalebarey le dîwanî şa’îrekanî pêşûda hebuwe ke le elfewe ta ya bikene qafye le dîwanî nalîda nîye. kwa qafyey «ł», «ﻇ», «z», «’», «x», «ẍ» le dîwanekeyda? ke dîwanî şa’îre here başekanîşî dizêw kirduwe. lebatî ewane şê’rî wa heye ke pîte taybetîyekanî kurdî bo kirdûnewe qafye wek «ê». «teşrîfî newbehare ke ’alem deka nwê» nalî bepêçewaney boçûnî hêndêk şê’irnenas ke gutûyane her xerîkî dû kar, şê’ir û wişe arayî buwe û gwêy nedawete nêweřok, şa’îrî betewawî me’nay kelîme buwe. şê’rî tenya bo derbiřînî îḧsasî naskî însanî gutuwe cige le çend parçey wek wesfî ḧucre û gwêdrêjekey û wesfî tebî’et ke ewanîş le îḧsasî şa’îrane bêbeş nîn. şê’rekanî dîke piřn le sozî aşqane û kułukoy derûnî xoy. boye gwêy nedawete ew qa’îde û usûłey ke zanistî ’erûz şa’îrî naçar kirduwe řeçawî bika. yanî ẍezel le ḧewt şê’ir kemtir nebê û ḧetmen debê taq bê. baştirîn ẍezelî nalî ew ẍezelanen ke le ḧewt şê’ir kemtirin ya cûtin. yanî nalî leher cêgayek kułukoy damirkawe qełemî řonawe û ta îḧsasatî danemirkawe qełemî tawdawe. eger le parçe şê’rekey mestûre wirdibbinewe, têdegen ew nalîyey ke westay qafye buwe, lêreda řî’ayetî qafyeşî le çend cêga nekirduwe. dyare dozînewey ew cêgayane karî ew kesaneye ke dezanin ředîf û qafye çin? be řeḧmetî xuda şad bin ew mamostayaney bê wirdibûnewe û bê ewey bizanin şê’ir çîye? fermûyane îḧsasî şa’îrane le şê’rî nalîda nîye ya keme, tuxuda xwênerî xoşewîstî şê’irnas serincêkî bide em dîwane ta bizanî ew hejarane çend le şê’ir nasînda kołewar bûn.

le cêgayekey tirîş basim kirduwe ke qutabxaney nalî behoy mela sałḧî ḧerîqewe le kurdistanî êran betaybetî le mukiryanda birewî peyda kirduwe.

lem sałaney dwayîda kitêbêk be farsî be nawî «ayran amruz» biław botewe ke le nûsînî «ojîn ubîn» sefîrî wextî feranse kirawete farsî. em dîplomate le sałekanî 1907-1906 be sabłaxda têpeřîwe û çend lapeřeyekî naşyaney leser jyanî kurdî em mełbende nûsîwe ke serinciřakêş nîyn. tenya ewendey serinciřakêşe ke lebarey nalîda nûsîwyetî:

le nêweřastekanî çerxî řabirdûda şa’îrêk lenêw kurdanda hełkewt ke nawbangî le çwarçêwey hoz û xêł û zêdî xoy zor wêwetir řoyî, nalî melayekî xełkî silêmanîye ke emřo şê’rekanî le dûrtirîn xiř û şîw û dołekanda wîrdî zimanî kurdane em şê’raney, muftî sabłax, (ke le cêgayekî tir benawî mela miḧemmedî muftî nawî birduwe) bo êmey wergêřan.

dyare nawbangî nalî heşta pitre geywete sabłax ke muftî way be sefîr nasanduwe. nazanîn şê’rekanî be çi zimanêk bo sefîr wergêřawin. bełam paş ew hemû berdeşor û deskarîye hêşta tam û xwê û bon û beramey şê’rî nalîyan pêwe dyare. eweş cwabêke bo ew kesaney dełên nalî zyatir be şikil û wişe arayîyewe xerîk buwe ta nêwerok û mezmûn. carêk her lew bareda le kořêkî edebîda ke xuşk û biray ’erebîşî lê bûn gutim tuxwa em şê’rey nalî bo em bira û xuşke xurmanêj û xurma xorane ke firçikyan be xurma girtuwe bikene ’erebî bizanîn bo xoyan yarî şîrînî xoyan wa be xurmay xomałî şubhanduwe ke kurdêkî şarezûrî kełaş lepêy mêwij xor şubhandûyetî.

dexîlit bim nexîlî ya řutabî
weha şîrîn û sîne nerim û diłřeq

hemûyan ke mezmûnî şê’rekeyan bîst gutyan ta êsta şê’rî wa letîfman le ’erebîda lew babetewe nebîstuwe. hemû dezanîn şê’ir ke wergêřdira cwanî şêwe û şikil ledes deda.

lepêşda gutim em kitêbeş bê kemukuřî nîye. bełam ta êstaş bêwêneye. le çend cêga nezerî xom le perawêzda nûsîn. bełam çunke întîşaratî sełaḧeddînî eywibî le çap kirdinewey em dîwaneda bo ewey kurdekanî êranîş dîwanêkî kem ẍefłet û şerḧ lêkirawyan le desda bê bepele bû heqîşî dedemê minîş nemtiwanî çakî pê řabgem. dîsan lelayen hemû kurdêkî edebdostewe supasî mamosta û kuřekanî dekem.

nazanim kê bû nûsîbûy her małêkî êranî ke qur’anêkî pîrozî leser taqe danabê pêwîste dîwanêkî ḧafîzîşî lebin bê.

minîş dełêm xozge hemû małe kurdêkîş dîwanî nalî lejêr qur’anî pîrozda danabaye.