asoge

Li pirtûka:
Hewarî Xalî
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 4 Xulek  1771 Dîtin

nûseranî beřêzî řojnamey xoşewîstî paşkoy ’êraq!

bedaxewe nemtiwanî zû daxwazî êwe bidemewe. hîway lêburdinim heye. min ewende befîz nîm wełamî daxwazî dostan wedwa bixem. bełam leber derdedarî û leş bebarî qełemim řonawe, kaẍezim řamûsîwe û mał’awayîm le dinyay edeb û huner kirduwe. zor şê’ir û nûsînî natewawim hen ke carê wazim lê hênawin.

kiç û kuře xoşewîstekanî kurd zor namey cwan û piř sozim bo denûsin ke natwanim cwabyan bo binûsmewe, detirsim wa bizanin min le burcî ’acda dejîm û fîzim nahênê dû dêřyan bo binûsim. keçî min xom denasim û dezanim zor lewey biçûktir û kemtirim ke řołe pakekanî netewekem rêzim lê degirin. bełam bêbřisitî û kembiřiştî řûzerdî ewanim deka.

wîstûtane bîrewerîyekî xomtan bo binûsim. bełam ta êsta kam kesî řojhełatî le xoy řadîwe bîrewerîyekanî xoy wek «řoso» binûsê, ta min bwêrim. herçend lam waye ewîş î’tirafatî tewawî nekirduwe. çunke jyanî hemû kes demî way têda heye ke řûy naye bo nîzîkanî xoy bigêřêtewe tenanet deyewê lebîr xoşî berêtewe.

min jyanêkî piř kwêrewerî û sextim řabwarduwe el’an namewê be bîrewerî tał û tifit bitankeme şerîkî xemî xom le şê’rêkmida nûsîwme:

«şînim gelê gêřa xoşîm kem dîwe
şadî dełên heye, bełam nemdîwe
hełweda bûm le dûy perîy azadî
tûşî nebûm ne lewdîw ne lemdîwe»

le «le kwêwe bo kwê»da tařadeyek xom be xełk nasanduwe. ba bîrewerî ewetan bo bigêřmewe. çon hatme ser ewey beserhatî xom binûsim. hêşta wa pîr û kenifit û kelela nebûbûm û řengî mirduwanim leser nenîştibû. carêk kabrayek ke nimûney nûsînim dîbû û demzanî em gombeze çi şexsêkî têda? hate lam û kaẍez û qełemî derhêna û xoy amade kird pirsî:

«nawit çîye? bawik û bapîrekanit nawyan çî buwe? key û le kwê ledayk bûy?» zanîm em kabraye deyewê leser kewłî min nanê bixiwa? pêkenîm û gutim:

«mamosta! edî bo nafermûy key koçî dwayî dekey?»

ewe hanî dam sergurişteyekî kurt û piř pêç û penay xom nûsî. şewêk dostêkî zor xoşewîstim gutî: «hêmin! neḧletî xwat lê bê eger «le kwêwe bo kwê» tewaw nekey» gutim bira: «min le to baştir dezanim çen boşayî le nûsînekemda heye, bełam wez’î syasî û komełayetî lewey zyatrî hełnedegirt. êstaş leber kemhêzî karim bo nakirê. nahumêd nîm. bełkû twanîm zor şitî dîkey lê zyad bikem bełam diłnyam qet tewaw nabê».

ba eweştan bo binûsim em řojane desnûsêkim dî beserhatî çend şa’îrî kiłołî kurdî nûsîbû. hêndêkyan denasim û dezanim diroy çonî bo hełbestûn. minîşî beser kirdibowe. biřwam pê biken em nûsere beřêze hergîz minî le nizîkewe nedîwe û namnasê. keçî nûsîwyetî «hêmin le zimanî ’erebîda zor şarezaye». ewaney demnasin dezanin min ’erebî her nazanim. bîrim kirdewe be zîndî serî awam lebareyda binûsin debê ke laqim dirêj bowe çi binûsin?

helim bo hełkewtuwe wełamî řexnegrêkî wird û baş bidemewe ke gutî: paşmawey gyanî çînayetî lêt negeřawe le pêşekî tarîk û řûnda nawî jineket binûsî. řexneyekî yekcar wird û becê bû kurd gutûyetî: «xûyekî bigrî be şîrî terxî nakey be pîrî» êstaş neçuwe biçê jinekem nawî «ayşe»ye yadî bexêr.