kurd bo giştî şa’îre?

Li pirtûka:
Hewarî Xalî
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 7 Xulek  1807 Dîtin

em cîhangeř, řojhełatnas, cuẍrafyazan, mêjûnûs û tenanet fermande diłřeq û xwênxorane û dîplomate fêłezan û çawnezêraney bo her mebestêkî zanistî û her karêkî leşkirî û syasî řêyan kewtote xapûrewłatî kurdistan, em mełbende seyr û semerey cîhan û kurdî lêqewmaw, zorlêkiraw û paşkewtûyan dîwe û nasîwe û çak û xirap, řast ya diro, dujminane ya dostane şitêkyan leser nûsîwe û hemû leser em dyardeye yekdengin ke «kurd giştî şa’îre».

min nawêrim wa be řaşkawî řay xom derbibřim û wişey gişt bekar bênim, bełam dewêrim webałyan bo bikêşim û biłêm řast deken û kem kurd heye şitêkî be nawî şê’ir negutbê ta xełk pêy nebêjin «şende le mende kemtire».

nabê wa be sakarî biřwanîne em dyardeye. řengibê herwa be xořayî nebê ke kurd ewende şê’irdoste. em dyardeye peywendî degeł mełbendî jyan û çilonayetî barî abûrî, syasî û komełayetî û ferhengîy danîştuwanî kurdistanda heye.

řaste kurdistan germesêrî qaqiř û kiřał û řûten û deştî beytûn û bîřûn û kakî bekakî, bê aw û kem baran û dizêwîşî heye. bełam beşî here zorî em mełbende, cwan û diłgir û hest bizwêne. çya serberz û gerdinkêşekanî kurdistan ke dundyan de cergî asman çeqîwe, serincî hemû řêbwarêk bo lay xoyan řadekêşin, em kełepyawaney le gyanî xoyan bibûrin û be çingekřike bigene tiropkî em çyayane, gewałe hewran lejêr pêy xoyanda bedî deken. heway sazgar û bêxewş û awî zułał û sard û řûnî em kwêstan û kewyane, nwałe zenwêrekan wa dexemłênê, gułe cwanekan wa depşikiwênê û gyawgijî mêrge bijwênekan wa têk deçřijênê ke baştirîn şa’îrîş le wesfî ewanda dademênê. xo basî hobe û hewarî basefa, şimşałî şwan bigre û berdey kabanî nazdar û şengebêrî kêl gerdin le dawênî kwêstan, kwa be ziman û qełem tewaw debê, sîřey seqir û heło, qaspey kewî kuřade xwardû, wirîngey bulbulî sermest, cirîwey çuře û çoleke, mosîqayeke ke kwêranîş le bezmî behar bêbeş naka, lêř û cengełî kurdistan bew hemû zułmey lêy dekirê hêşta fênkayîy diłane, kêłge û deşt û kanyaw û řûbar û zê û zinawî em wiłate wişkesofîş dexate goranî çi dega be şewgeřî diłteřî sewdaserî dengixoş.

zarokî kurd degeł hawêjra ser piştî lank û be desraze pêçra û sersîngey pê dadra, gwêy be ahengî bilawênî layî layîy daykî zeḧmetkêş û hejarî kurd řadê. ke gyanî le çeng nexoşî mindałane ke bo xotan dezanin çon korpan leber daykan deřfênin řizgar bû, zimanî be «ḧilûr bilûr tekame» řadê ke gewretir bû çi kiç bê û çi kuř lenêw zibił û zał û peyn û pał «ḧîlane» deka û dełê: «emin û to mindałîn, be cûtey desmałîn, lenêw peyn û pałîn» her destî darî girt, deçête ber desleweř, bizin û meřî şel û nexoş û em ber ewber şeře balore deka.

kem kiçî wa heye ke geyşte dewruberî xonasîn biçête ber ajeł, herçend buxtanê nakem be çawî xom dîwme qeyre kiç nek her be řojî řûn bełkû be şewî tarîk çote ber meř û şêwexwar û şewênî dawe û axrî meřî bawkî le çerî leser ḧewşe becê hêştuwe û ředwakewtuwe. bełam şitî wa kem hełdekewê. wenebê kiç ke neçuwe ber małat biḧesêtewe, nexêr şyake řiştin, ḧewşe małîn, tepałe kirdin, lîjedewe lêdan û dewełan danan karî here sûknî, deskene, kêşe, gêre, xoyan małîn, bałekew û gêjew degeł bab û birayan deka. meř û bizin û manga doşîn û penîr kuşîn û lork û şîrêj kułandinewe û meşke jandinîş degeł dayk û xuşkan fêr debê. hêşta estêre be asmanewe hen hełdestê û mastî cimk le meşkey gawis deka û weber guřmanî deda û bew ḧałewe des le şê’ir hełnagrê û pêy hełdełê:

meşke bijêne beyane
şede řeşman mîwane
qedrî leser çawane
meşke sûrêm nejawe
wekef û řon geřawe
kabanim lê torawe
meşkem meşkey mangaye
lolep le dar xurmaye
şiłqey geyye beẍdaye
meşkem meşkey gařeşî
hełmanda le gageşî
meşkem meşkey le biłîndî
le derkî dewłemendî
le xirîngey bazîbendî

em şê’rane û zor lewaneş cwantir dełê ta meşke dejê û beremeşke řo dekirê, em kîje meşkejêne degatê, bawkî ya jin bejney pê deka û ya şîrbayî werdegrê, noşî gyanî nebê, řengibê bo yekemcar şewî xenebendan destexuşkan xawênî bikenewe û çiłk û çeperî le laq û leter û meçek û zendî damałn û be qewlî xoyan bîřazênnewe û taray sûrî pê daden û ke bûknî hatin bîben. dîsan şê’ir serhełdedatewe û şayer dełê:

nayete der nayete der, bûk yaxîye û nayete der
le çîmenan, le çîmenan, bûk yaxîye û nayete der
daykî bûkêm dekurkênê, bûk yaxîye û nayete der

mangî hengiwîn û şitî wa ke le şaran êsta bawe le ladê nîye, bûk ewpeřî sê řojan le karubarî małê me’af dekirê, dûbare, sewey řîx řiştin, lolep û dujengî meşke, wêjîngî gêjew le xizmetî dan, serbarî ewe pirte û bołey xesû, tews û latawî diş û çemołey hêwerjinîşî dête ser, dîsan bûkî taze pena debatewe bo şê’ir ke pêwîst naka nimûneyan bênmewe.

hêndey pê naçê ewîş debête dayk û be mindałekey hełdełê, bepêy temenî nawî degořê: dêd, xat, yay, pûr, dayke û neney pê degutrê. ew kiçołey ḧêlaney dekird û şê’rî be pêkenînewe degut ke kuřyan be îcbarî degirt derdî diłî xoy be şê’ir deka û dełê:

hełnegrî hey hełnegrî le pehlewî zułim û zor
řebbî şapûrşay bimrê hêname eḧmedî kor

ya:

kuřim gewre kird be qendî şarî
řezaşa birdî le bo îcbarî

tenanet ke zor pîr bû le şîngayanda şîngêřî deka û be şê’ir be mirdû hełdełê: xełkî be tałanî deçowe, meře, berane, yexteye, şeke, emin be tałanim çotewe bejnî barîk û qedî ziraw û çawî debełeke.

ke wa bû jinî kurd degeł şê’ir dejî ta giłebanî çawî dekirê. her weha em kuřey ke be mindałî degeł kîjeke ḧêlane û şeře balorey dekird ke destî paşbarey girt û twanî hoganêk weserewe bida dekewête zeḧmet kêşan. be dengî berzî xoy û bawik û bapîrî gařeş û gabeş be neqîze têyan dewejênê û dełê: bare, xete, hełêne ho were bequrbanit bim, ke gay wiçan da dengî xoş bê ya naxoş goranî dełê:

birya derzî bam tîj û tenk bam
derwazewanî sîng û memk bam

hewakey degořê û debêjê:

hełmigrin ewber ewber
bimbene małe bab noker

şînim bo biken şede beser

deykate ayşîlê maman û dełê:

be hewran behare
deyxiwênin kolare
yarkołem lê dyare