ezmûnî şa’îrîm

Li pirtûka:
Hewarî Xalî
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 20 Xulek  2443 Dîtin

beřastî nazanim çon hestî giřgirtûy derûnî xom derbibřim, nazanim be çi zimanêk şukiraney çakey êwey xoşewîst bibjêrim. ziman û qełem le derbiřîn û nûsînî ew lutfetan lał û kołn.

eger lebîrtan bê le beşî dwayî seretay dîwanekem «le kwêwe bo kwê»da wam nûsîwe:

«lêreşda demewê şitêk biłêm bepêçewaney zor hunermendî kurd, min le netewekey xom řazîm kes ta êsta bêḧurmetî pê nekirdûm. daway diraw û małîşim le kes nekirduwe ta bizanim demdatê ya na? le lêqewmanîşda nanyan dawmê û řayan girtûm, şê’rîşim tenya bo derbiřînî îḧsasî xom danawe û hîç heqim nîye minetyan beserda bikem».

le qûłayîy diłmewe biřwam bew qiseye heye «katêk geray şê’rêk le mêşkimda degûrê û řûdawêkî cîhan serincim řadekêşê, katêk meseleyekî jyan hestî derûnim deharûjênê, min bepelem herçî zûtre ew heste derbibřim, xom lew tengeje û gêjawe řizgar bikem û biḧesêmewe, ke wa bû çi heqim heye minet leser xełk bikem û biłêm şê’irim bo danawin».

le řêgey şê’ir û nûsînewe wek takêk le komeł tenya twanîwme erkêkî serşanim becê bigeyenim û lebatî ewey be zimanî xwêndinim ke farsî buwe, be zimanî zigmakîm nûsîwe û ewendey le destim hatuwe xizmetî ziman û edebî kurdîm kirduwe. eweş erkî netewayetîy xome û eger becêm negeyandiba, lekin wîjdanî xom şermezar û řûzerd debûm û dîsan heqim nîye xełk minetbar bikem û çawenořî padaş bim. keçî hest dekem û debînim zor le řadey pêwîst, zyatir lelayen řołekanî gelekemewe řêzim lê degîrê her em koře gewre nîşaney ewpeřî řêzgirtinî řołe pakekanî kurde le xizmetkaranî biçûkî gelekeman û debête hoy pitir handanî ewan bo fîdakarî û gyanbazîy pitir le řêgay amancî pîrozda. le «le kwêwe bo kwê»da kemêk jyan û beserhatî tał û piř le kwêrewerî xomim bo gêřawnetewe.

dyare le binî kûlekem nedawe û lêfem leser hetîwan hełnedawetewe û eskiwêm le menceł negêřawe. zor nihênî giring û řazî negutraw her wa besermorî le singimda mawnetewe û deyanbeme jêr gił. eger řołey gelêkî lêqewmaw nebûmaye û le komełêkî dwakewteda beřê neçûbam. zorim lew řazanem dedirkand.

behîwam eger merg berbîngim negrê û řojgar derfetim bida «le kwêwe bo kwê» bikem be kitêbêkî serbexo û perde leser ew řazane hełdemewe ke zyan û qazancyan tenya bo xom degeřêtewe.

bebîrim naye be mindałî qet bîrim lewey kirdibêtewe ke be gewreyî bibme şa’îr û nûser û edîb, pêm xoş bû bibme diktor û efser û şitî wa.

ta le qutabxaney seretayî bûm ferqêkim lenêwan dersekanmida nedekird û le înşa û îmla û ḧîsabda derecey wek yekim dehênawe. bełam ke bawkim hate ser em řaye eger le qutabxaney nwêda bixiwênim bo dînekem zerere, debê biçme ḧucrey feqêyan û bibme mela û cêy bab û bapîranim bigirmewe û keway awdamên leber bikem, mêzerî sipî bibestim û sełte û cubbe bipoşim. gořanêkî fîkirîm beserda hat ke barî jyanîşmî gořî.

nazanim ew zułmey bawkim lêy kirdim û neyhêşt be arezûy xom bixiwênim û pêy bigem û bimka be mendîl beser û ’eba be şan way beser hênawim, ya hawdemî û hawinşînî legeł ew mela û feqêyaney şê’rî mutenebbî û se’dî û nalîyan wek aw leber bû. bełam neyandezanî ḧewt car ḧewt dekate çend? berew dinyay şê’ir û edebî birdim. bekurtî bom naçêtewe seryek, boçî ke çûme ḧucrey feqêyan becarêk gořam û aşqe şê’ir bûm û lebatî tesrîfî zenganî û ’wamîlî gurganî destim be xwêndinewey şê’rî xaqanî û qa’anî kird? bełam ferqî şê’rî baş û xirapim nedekird. her şê’rêk kêşî swartir û qafyey girantir baye be baştirim dezanî.

qedîm le wiłatî ême ke mindałyan leber xwêndin dena lepêşda gułistanyan pê degut «dyare her teqey leserî dehat» û hîçî lê tê nedegeyşit. bełam min katêk destim be xwêndinî em kitêbe benirxe kird, tewawêk gewre bibûm û piley xwêndewarîşim tařadeyek berew jûr çûbû mamostakeşim zor başî dezanî û xoy pêwe mandû dekirdim. xwêndinî gułistan û bostan derkî edebî farsîyan lê kirdimewe.

le şazde ḧevde sałîda destim be şê’ir danan kird, çunke zyatir lejêr te’sîrî şê’rî farsîda bûm, be farsîm şê’ir degut, şê’rekanim kêş û qafyey tewawyan hebû, wişey şa’îraneşyan têda debînra. bełam lasayîkirdinewey şê’rî şa’îranî pêşû bûn û hest û ’atîfey xomyan têda nebû.

be mindałî nawbangî çend şa’îrî kurdî wek nalî û kurdî û salim û wefayî û şêx řezam bîstibû. bełam nayşarmewe şê’rî kurdîm zor pê xoş nebû û gałteşim be folkilorî edebî dekird. çunke ta ew ḧele her le şar û le ḧucrey feqêyan bûm. ewaneş her gałteyan be gutey nexwêndewar dekird.

řûdawêk gořînêkî seyrî beserda hênam. tûşî zana û edîbêkî gewre hatim, mamosta eḧmedî fewzî ya melay silêmanî xełkî em şare xoşewîste bû, bem aw û hewa xawêne perwerde bibû. nazanim çon awarey wiłatî ême bibû. le kitêbekemda nûsîwme:

«debê biłêm min deskirdî fewzîm ew hełîweşandimewe û têkî hełşêlam û serlenwê dirustî kirdimewe, ew derkî zanîn û fêrbûnî bo kirdimewe. ew řêgay jyanî pê nîşan dam. bêguman eger neçûbame xizmet fewzî û lekin ew mamostayem nexwêndiba řêbazî jyanim ew řêbaze nedebû ke girtim û pêyda řoyştim û êstaş berim nedawe. ew fêrî kirdim zewqî edebîm çon tîf tîfe bidem û miştumałî bikem, ew fêrî kirdim çon binûsim û çon şê’ir biłêm, ew fêrî kirdim wiłatekem xoş bwê û pêy hełbiłêm. ew ḧałî kirdim, kurdî zimanêkî řewan û berbiław û dewłemende û dekirê edebêkî gewre û dinyay pesnidî bê, ew ḧacî qadrî koyî, nalî, kurdî, salim, mewlewî, ḧerîq, meḧwî û edeb û wefayî pê nasandim û şê’rekanî ewanî bo şî kirdimewe. ew fêrî řojname xwêndinewe û řoman xwêndinewey kirdim, ew dîwanî şa’îre şořişgêřekanî farsî bo peyda kirdim û hanî dam byanxiwênmewe û şityan lê fêrbim. bełam swêndî dam qet be farsî şê’ir nełêm, minîş ew swêndem neşkand».

her lew serubendeda ke le xizmet fewzî demxiwênd mamostayekî dîkeşim hebû ke wişey řesenî kurdî fêr dekirdim û beyt û bawî folkilorî bo degutim. seyd ’ewłay, min le derwêş ’ebdułłay mamosta «goran»- ke ewîşim dîbû hunermenditir bû, bełam min şagirdêkî nasupas bûm û nemtiwanîwe şê’rî bo biłêm.

le temenî bîst sałîyewe bûm be şa’îr zyatir hest û ’atîfey xom dexsite nêw şê’rewe. bełam hêşta destim le girantirîn û bêsûdtirîn corî şê’ir, wate texmîs; şê’rî şa’îre meznekan hełnegirtibû. řojêk awałêkim gutî dezanî ew texmîsaney to wek çî deçin? gutim na, gutî: «wek eweye nanî xot leser xwanî xełk bixoy». ew řexneye wişyarî kirdimewe û destim lew kare bêsûde hełgirt û ew texmîsaney kirdibûmin nemhêştin herçend hêndêkyan nawbangyan peyda kirdibû.

yekem şê’irim le govarî gelawêjda be nawêkî muste’arewe biław kirdewe. şê’rêkî syasîy řêkupêk û řewane. ewdemî zorim şayî bexo bû ke şê’irim le govaranda çap dekirê. keçî êsta xom lê bê saḧêb kirduwe û namewê kes bizanê ew şê’re hî mine. carêk mamostayek deyfermû sergiruşte û nimûney şê’rî şeş hezar şa’îrî kurdim «alî ماشااللە» kokirdotewe û xerîkim çapî bikem. ew beşey kitêbekey pê nîşan dam ke lebarey şê’rî şa’îrekanî mukiryanewe dwawe. dîtim şê’rekemî betewawî wergirtuwe û çend dêřêkîşî leser bîrî berz û zimanî paraw û xebat û têkoşanî şa’îr nûsîwe. bełam mêjûy ledaykibûn û mirdinî şa’îrî nenûsîwe be mamostam negut ewe minim. ta şeş hezarekey nebê be 5999!!!

duwem şê’irim le jimare 2y nîştimanda nîzîkey 33 sał pêş çap kirawe û le lapeřey 52y tarîk û řûnda dûbare çap kirawetewe tenya şitêk le şê’rekanî êstamî hełdawêrê ewîş xohełkêşanêkî lawane û řoşnibîraneye. be kiçe kurdêk dełêm wek jandarkî feřansewî řapeře. wîstûme be xełk nîşan dem ke agam le mêjûy řojawaş heye. dena hênanî nawî jandark lêreda hîç cêgay nîye.

herçend le şê’rekanî pêşûmda sozî şa’îrane û xemnakane ta řadeyek bedî dekirê, bełam ew soze lepaş sałî 1947 ke tunditrîn zebirim lê dira û gewretrîn musîbetim beser hat letîftir û gerimtir û şa’îranetir kewte nêw şê’irmewe, le «babirdełe»da ke ew sałî le wiłatî ẍerîbayetî gutûme wa degeł bilbil dedwêm:

minîş ey bilbilî şeyda wekû tom
weha dûrim le hêlane û gułî xom
minîş wek to le kîsim çû gułî sûr
minîş hêlanekem lê kirawe xapûr
minîş babirdełey ber gêjełûkem
demêk lew qułke, tawê lew çiłukem
le amêzî germ bêbeş kirawim
wekû to tûşî řojî řeş kirawim
jyanim piř le řenc û derd û daxe
ewe gîrsamewe lew kêw û şaxe
kesêk napirsê, nazanê çilonim
le yadan çûmewe çîroke konim

em soze le zorbey şê’rekanî paş ew sałemda heye û her betîntir buwe. le firmêskî geş, giryanî nîweşew, bosey řojgar, tepłî emanda berew jûr çuwe. le şewgarî tenyayî û şewî şa’îrda becoştire. lew şê’raney paş tarîk û řûnda, le nałey cudayî û êwarey payîz û sazî nasazda giřî girtuwe. le firmêskî geşda dełêm:

xoşewîstî goşey tenyayî her ejnokeme
boye řoj û şew weha girtûmete nêw baweşim
nabînî zerde leser lêwî kesê lem şareda
ger xem û derdî diłî xomyan beserda dabeşim

le giryanî nîweşewda:

şewane ger nekem em şîwen û nałîn û giryane
desûtênê wicûdim agirî em cerge biryane

le xunçey sîsda ke şê’rêkî řemzîye û le şînî şehîdêkî lawda gutrawe dełêm:

nałînî min bo xunçeye
bo xunçe peşêwe ḧałim
em daxe le diłimda heye
boye hemîşe denałim
ew pêş pişkûtin sîs buwe
be cwanemergî mirduwe

le bosey řojgarda dełêm:

nîme awałê le goşey bêkesîda xem nebê
çake ew lêreş wefay her mawe sayey kem nebê
lapeřey jînim hemû hełdeytewe têyda nîye
basî firmêsk û henase û şîwen û matem nebê

le hêlaney betałda:

nîye bakim eger řawçî şikandûyetî bałî min
eme sexte ke wa nagate gwêy kes nałe nałî min

şê’rî wam hen em sozeşyan têda nîye û bo xoşim lêyan řazîm:

min ke nagate hefteyek temenim
boçî bigrîm û boçî pênekenim?
***
weber min nahêłê lêre, mey û saqî cenabî şêx
dena lewla, şerab û ḧorî ba her bo cenabî ba
hemû ’umrî ebed têda nîye xoşî demê mestî
xidir awî ḧeyatî bo çi bû fêrî şerabî ba
***
be mindałî le lêwî ałî tom estanduwe maçê
be pîrîş lezzetî ew maçe şîrînem lebîr naçê
***
pîr û zurhanim û êstaş diłekem her deyewê
ser û małim be fîday xał û xet û perçem kem
dastanî mem û zîn kone kiçêkim gereke
şilke řanî bigûşim bonî le sîne û mem kem
***
şê’rêk wek sêberî bijang
wekû xermaney dewrî mang
řêktir le geřî řeşbełek
xoştir le xirimjinî kirmek
wek şerab bigeřê le xwên
xemřewên bê û neşe bizwên
şê’rêk wekû deryay bê bin
gerimtir le baweşî jin
***
heta komtir debê piştim, pitir hełdekşê mînîjop
îtir destim be dawênî kiçî em şare řa naga

min lemêje ẍirûrî edebîm le xomda kuştuwe û hîç be mak û ’eybî nazanim yarmetîy fîkirî le awał û dostanî xom werbigrim, hemîşe şê’ir û nûsînekanim be dostanî lêzanim nîşan dedem û řexne û têbînî becê bewpeřî supasewe qibûł dekem. lem sałaney dwayîda betaybetî zorim kełk le hawkarîy dostanî şarezam wergirtuwe.

ta le dê dejyam şê’rekanim bo ladêyye nexwêndewarekan dexwêndewe ta lebarî zimanewey lêyan diłnya bim.

yekêk le taybetîyekanî şê’rî min emeye ke nerim û řeq û sozî ewîn û fîkirî syasî têkeł dekem le «şengebêrî», «meterêzî şeref», «amêzî jin» û «perî şê’ir» û «yadim biken» û «lebîrim meken» û «binarî hełgurd» û tenanet «şewgarî tenhayî» û «nałey cudayî»da em karem kirduwe, ca nazanim ta kwê serkewtûm!!!

meseley zimanîş be giring degirim û têdekoşim kam wişe řesene bekarî bênim. ewey be erkî serşanî xom û hemû edîbêkî kurd dezanim, bedaxewe min cige le zimanî kurdî û farsî çi zimanî dîke nazanim. şarezayîm le edebî dewłemendî farsîda kem nîye, katî xoy zorim şê’rî şa’îrekanî fars xwêndotewe û kełkim lê wergirtûn, şê’rî şa’îrekanî xoşman dexwênmewe û karim lê deken. pêmxoşe şê’rêk bixiwênmewe ke hem řwałetî cwan bê û hem nawerok. bełam eger her layekîşî cwan bê çêjî lê dekem. wek em şê’rey «nalî» ke hem řwałetî cwane û hem nawerok:

dewranîye wek hêlegî sewda serî gêjim
boye be deqîqî mesele herçî debêjim
her perçem û pîşanîye fîkirî şew û řojim
her gerden û zulfe emelî dûr û dirêjim

ya em şê’rey şêx řeza ke her řwałetî heye û qiseyekî xoşe:

xwastî lêy maçê «řeza», załme neydaye gutî:

ey xwa lem kuře şêxzadeye çend bê’edebe

bo xom hemîşe xerîkim şê’rêk dabnêm her dû dîwî cwan bê, carî waye twanîwme tařadeyek serkewm û carî waş heye belayekyan řazî bûm.

natwanim lepêşda nexşe bo şê’ir bikêşim. katêk îlham le şitêk werdegirim û «goran» gutenî xeyałêk mestim deka û demewê bîxeme çwarçêwey şê’rêkewe, eme min nîm çwarçêwe hełdebjêrim. bełkû xeyałekeye ke çwarçêwe û qalbî lebar bo xoy dedozêtewe. min qisey bê kêş ba zor cwan û qûłîş bê be şê’ir nazanim. şê’ir debê kêşî hebê ta le pexşan cuda bikirêtewe, ca qafyey hebê ya na her be şê’ir dejmêrdirê.

řaste qafye şa’îrî bêdesełat û kembîn dexate tenganewe û debête berhełistî derbiřînî hest û bîrî, bełam her qafyeş yarmetîy şa’îrî xawen behre û bedesełat deda bo derbiřînî hestî derûnî be wişey cwantir û şîrintir. bekarhênanî taqe kêşêk le payey şa’îr kem nakatewe, bełam xwêner mandû deka.

hîç guman le payeberzî mewlewî řomî û mewlewî tawegozîda nîye. keçî min beş beḧałî xom hem le xwêndinewey mesnewî û hem le xwêndinewey dîwanî mewlewî mandû debim.

dîwanî şa’îran wek baxçey gułanin. gułî baxçe ta řengawřengitir bin temaşakeran zyatir řazî deken. minîş wek mamosta «goran»y payeberz pêm waye kêşe xomałî û folkilorîyekan, ke le bawik û bapîranewe boman becê mawin baştir degeł tebî’etî zimanekeman řêk dekewn. her le mindałîyewe gwêm be layelayey daykî kurd ke leser em kêşaneye řahatuwe û zimanim be «helûr, belûr tekame» pişkûtwe ke êstaş nazanim manay çîye?

le seretay şa’îrîşmewe şê’irim leser kêşî xomałî danawe «emegî gułan» «bilwêrî şwan» «řojgarî řeş» «beharî kurdistan» le şê’re konekanî minin, bełam wek xom be weznî ’erûzîyewe nebestotewe le kêşe folkilorîyekanîşda gîrim nexwarduwe.

gumanim leweda nîye eger «şengebêrî»m leser weznî ’erûzî dabnaye em çêjey nedebû û eger «germeşîn»m leser kêşî mesnewî mewlewî negutbaye ’alemêkim degeł xom nedehêna giryan û nałe. bekurtî min biřyarim nedawe le kam qalbida şê’ir biguncênim le şê’ir degeřêm xoy qalb bo xoy bidozêtewe û aramî têda bigrê.

řenge hîç şa’îrêkî kurd be zîndûyî serî be endazey minî leser nenûsrabê, pêm waye eger dezgay «hawkarî» bêzar nebûba û biławî nekirdibayewe ke hîçî tir leser tarîk û řûn çap naka, ta êstaş nûsîn dirêjey debû. zoryan pê hełgutim, memnûnyan kirdim, bełam xom lê negořa. cinêw! bełê cinêwyan pêdam, bełam na’umêd nebûm.

zor şit le řexnekan fêrbûm, bełam şitî seyrîşim hate berçaw. řexnegrêk nûsîbûy le dinyay teknîkda îtir şê’rî dirêj bawî nemawe û bêřeḧmane herçî şê’rî dirêjim hebû be hîçî danabû. řenge řast bê û le wiłate sermayedarekanda ke diraw hemû şitêke kem kes wextî hebê nek şê’rî dirêj bełkû her şê’ir bixiwênêtewe. bełam le wiłate pêşkewtuwekanda ke wextî kar dyarî kirawe û sał be sał le dwayî deda wext bo xwêndinewey şê’rî dirêj zore. le wiłatekanî dinyay sêhemîşda kam şê’rî min zor dirêje wextî destêk domîne nagrê, seyr eweye lew serubendeda nameyekim lelayen dostêkmewe pê geyşit ke le wiłatêkî here borjiwazîda dejî û hem dexwênî û hem kar deka. nazanim řastî kirdibû ya na, swêndî xwardibû ke sê carî tarîk û řûn xwêndûtewe. çunke xełkî ladêye zyatir ew şê’raney bedił buwe ke leser jyanî ladê gutrawin. «areq û tîn»y be baştirîn şê’rî min danabû. nûsîbûy ta êsta şê’rî wek em şê’ranem nexwêndotewe:

min cûtyarim min cûtyarim
min degeł hetaw hawkarim
min be areq û ew betîn
daman řiştuwe binaxey jîn
baskî min û tîşkî ewî
bijêw destênîn le zewî
ger cûtyar areq neřêjî
ger hetaw tîşk nawêjî
danîştûy nêw koşk û qeła
dexon nanî geła geła?

areq û tîn şê’rêkî amał dirêjî mine. ke řexnegrî êre be tawanî dirêj bûn řetî kirdotewe û lawêkî kurdîş ke le wiłatî împiryalîstîda dejî be baştirîn şê’rî dezanê. karim bewe nedawe qisey kamyan řaste, degeł řexnegrî êrem, şê’ir ta kurt bê baştire, bełam aya kurtî û dirêjî şê’ir be destî şa’îre? bêguman na. şa’îr debê kułukoy hestî xoy biřêjê, ca ew kułukoyey zû bo deřjê ya direng, be des xoy nîye.

sî û pênc sałêk lemewber destî kiçe kurdêkim le kelebçeda dî ke le diłî xomda xoşim dewîst bêdadî û ewîn hanyam dam em řûdawe bixeme çwarçêwey şê’rewe. xom lam wabû be hezar dêř şê’ir natwanim hestî xom derbibřim. keçî em giře betîney derûnim be taqe şê’rêk damirka:

esîrî biskî ałozî kiçe kurdêkî neşmîlim
temaşa ken çi seyrêke be destî dîlewe dîlim

bełam êstaş nałey cudayîm bew dirêjîyewe pê natewawe û dezanim kułukoy derûnî xom neřiştuwe.

îlhamî şê’ir bo min wext û nawextî nîye, carî waye be řêda deřom ya swarî pas bûm û şê’irim bo dê zor car lenêw cêda şê’irim bo hatuwe ke nemtiwanîwe bînûsmewe û lebîrim çotewe bełam zyatrî şê’irim le tarîkî û bêdengî nîweşewda xułqawin.

mirov herçend bijî û herçend fêr bê hêşta kem fêr buwe û zor şitî nezanîwe. wirdibûnewe le şê’rî şa’îrêkî başî kwêr ezmûnêkî benirxî fêr kirdim. le şê’rî ew şa’îreda wesfî nermî sing û germî henase û bonî bisk û şîrînî maç û naskî lêw û tengî demî yarekey kirawe. bełam basî çawî kał û lêwî ał û kułmî sûr û kezî řeş nekirawe. wesfî şiney ba, hajey baran, bonî guł û řeqî berd û tamî mîwe heye emma basî şepołî řûbar, berzî çya, geşî gułałe û zerdî xezan nîye zor be hasanî lêreda derdekewê ke şa’îrî waqî’î natwanê ewî hestî pê neka bîkate şê’ir.

«goran»y meznî xoman wesfêkî çyakanî hewramanî kirduwe le tiropke here berzekanî em çyayane beriztire, bełam kanî ber tirîfey mangeşewî pê le deryay bêsnûr cwantire.

lamartîn wesfêkî deryaçe deka ke bêguman – be zimanî feřanse - dyare le şepołî derya betewjimtire, keçî kanî ber tirîfey mangeşewî be berçawda naye. herdû laş heqî xoyane ne em le lêwarî derya jyawe û ne ew le binarî çya. şa’îr her lew şitane îlham werdegrê ke le dewruberî hen, deyanbînî ya hestyan pê deka û lenêwanyanda dejî.

ezmûnî şa’îrîş le şê’rîda zor dyare. em řojane min xerîkî berawird kirdinî şîrîn û xusrewî xanay qubadî û «xisru şîrîn»y nîzamîm ya řastekey biłêm xerîkim lejêr sêberî farsîyekeda şêwey kurdîy goran bizanim. le wesfî şewêkî mestî xusrewda bom derkewt ke xanay kurdî do nedîw ta ew demey ew şê’rey gutuwe qet demî le şerab nedawe û şêxî nîzamî hawinşînî şa û şazadayan zor car leber mestî û serxoşî be koł birdotewe mał.

zorim ser yeşandin. zorim «min, min» be zarda hat ke qisey nezan û xoperistane. bełam eger nezanîş bim xoperist nîm û baseke ewey hełdegirt. hîwadarim lêm bibûrin. dîsan le kangay diłmewe supastan dekem û xoşîtan be’awat dexwazim.