le mentîqey Eda

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 1)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 6 Xulek  682 Dîtin

lem mentîqey beynî «qiził îrmaq» û «furat»da gelê kurd heye, bełam be sebebî dûrîyan le kurdistan, le kurdanî tir be’zê ferqî heye û zimanekeşî zor têk çuwe, be dereceyekî wa kurdêkî mentîqey A be zeḧmet lêyan ḧałî ebê. legeł emeşda şubhe nîye ke zimanekeyan kurdîye. mumkîne bikirê be çwar beşewe:

beşî ewweł: «kureşlî» û tewab’ye ke hemûy sakîne û zor fêłbaz û xirapekerin. legeł emeşda zor ’eşa’îrî geřokyan le ḧîmayedaye û em geřokane legeł xełkî dêhatî ewêda esłen yekin.

beşî duwem: «koçer» û tewab’ye.

beşî sêyem: ’eşîretî «sînamnîlî» û ’eşa’îrî dewryetî, ke řenge le azerbaycanewe bo êre tehcîr kirabin. hemû şî’en. zura’êkî başin û le sen’etî bînayîda pêşkewtûn. hemû kurdin.

beşî çwarem: baqî ’eşa’îrî menîtqey Eye. le dyarbekirewe û ya mentîqey wanewe hatûn. el’an hemû sakin û zar’in û małyat bexêwkerin. ewaney ke şwankaren le řeşmałdan. be ’imûmî musafîrperwerin û şoretyan başe.

nawî ’eşîret’ededî małîşikłî îctima’îmewqi’ û eḧwałî
kureşlî6260 

şî’en û be kirmancî qise eken. lawçakin û řaḧetin. bełam le penay em ’eşîreteda be’zê xirapekerî ẍeyre heye ke le naw kurdanî tirda nîye. zar’êkî başin. le gelê ’adat û ’en’enatda legeł kurdî tir ferqyan heye. em ’eşîrete le nizîkî şerqî erzincane û çend qołêkî lê botewe.

bilabranlî piçûk: 60 małêke û le saḧlî ẍerbî furatda û le dewrî «agîn»da sakîne û be kirmancî qise eken.

balabranlî gewre: 500 małêke û le cinûbî erzincandan. be zaza qise eken û şî’en.

şaderlî: 3000 małêke û ekser le xanûy jêr erizdan. zor zar’êkî feqîrin, le şîmalî ẍerbî erzincandan.

badelî: 700 małêke. kirmancîye û şî’eye û nîwe geřoke. le şerqî «zara»ye.

koçerî10400 

însanî em ’eşîrete zor le kurdî tir ferqî heye. zimanekeyan nizîkî kurdîye. bełam zor le zaza û ya lehcey kurdî dyarbekir eçê. dînyan ẍerîbe û nizîk «pante’îst» (wiḧdit mitilq)e, zor feqîr û zar’in. eẍłeb meskenyan jêr erze. welḧał ermenî û musułmanî dirawsêyan le xanûy başî dêhatîda sakînin. zor tirsinok û mutî’in. zoryan le dewrî řêgey sîwas – zaran.

firqekanyan: saruler, barluler, îmuler, eskî. koçerîye. em firqey dwayye nizîkî erzincane û 400 małêkî heye.

sînamînlî2500 ’eşîretêkî şî’ey gewreye û le nizîk mełatîyeye. lehcekeyan le kurdî zyatir, nizîkî farsîye.
kureck?  
elxas500 le cinûbî şerqî ḧełeb bem nawewe şaxêk heye, řenge em ’eşîrete ew îsmey wergirtibê. em ’eşîrete le beynî «bihsinî» û «furat»daye.
kuderzor600 le cinûbî bihsinîye.
qereḧesen300 řenge esłî turkiman bê. le ẍerbî bihsinîye.
gugerîşanlî500sakîne?le şîmalî mer’eşdaye.
nederlî? le ẍerbî mer’eşdaye.
dûẍanlî250geřokele şerqî mer’eşdaye.
wilyanlî?geřokele nizîk mer’eşe. ’eşîretêkî piçûke.
cilîkanlî? be’zêkî le mentîqey wane û beşêkîşî le nizîkî mer’eşe. em beşey dwayyey feqîre.
lek kurdî? le nizîk eteneye, ’eşîretêkî piçûke. esłî em ’eşîretî leke le êrandaye.
dilîqanlî200geřokele deştî mer’eşdaye û le řeşmałdan. hawînan eçne toros, zistanan 30 mîlêk le ẍerbî kilîsda řeşmał heł’eden.
balîkanlî250geřokebe kirmancî qise eka, le dołî mer’eşdaye.
 

le î’tibarî selaḧîyewe ta nizîk muslimye le her dû teřefî xetî şemendeferî ḧeleb, ’eşa’îr û dêhatêkî kurdî zor heye ke sêr mark saykis basî nekirdûn. bêcge lemaneş le lîway ḧelebda û le ẍerbî ḧeleb û le dewrî «ḧarîm»da ’eşa’îrî «ekiradî gum» û «qeyser ekiradî» û le qezay «menbec»da ’eşa’îrî «bezîk» û «dana’î» û «baket» sakîne û le ’eynî qezada ’eşîretî «êl begî» heye ke xêmenşîne û le qeraẍ furate. le «cebel el’ewset» û le qeraẍ awî ’asî û le cinûbî ẍerbî «şiẍir»yişda be’zê ’eşa’îrî kurd heye. le nefsî şarî ḧelebîşda zor kurd heye. le beynî «ḧims» û «terablosî şam»da û le dewrî «cebel el’ekirad» û «ḧisin el’ekirad»yişda be’zê ’eşa’îrî kurd heye û zor qedîmin. em şar û çyaye be nawî ewanewe naw nirawe. le nefsî «şam»yişda beşêkî ’eşa’îrî «sałḧî»y dewrî kifrî heye û geřekî «sałḧîye» be nawî ewanewe naw nirawe, (kurdilir).