lîstey kurtey dengubas

Li pirtûka:
Bibin Be Tîşk
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 2 Xulek  961 Dîtin
kirîsmisî 1973
- îstigey şî’ir
serî sałe
tenya bo kurtey dengubas
serim qałe
babe «azar» na -bibûrin- babenwêł
basûqî şî’rî hênawe
bełam korpekanî diłim
ziman û lêwyan sûtawe
***
- felestîn
serî sałe
«babe- dayan»
mîwanî tir beřê deka.. bo çadrekan
bêwejin çek le şan deka
gerdelûl û befir û serma
laylayey mindałan deka
minałekan tînûy.. «yekêtî û diłsozîn»
bełam..ey kwa..!
-erîtrya-
serî sałe
kê agay le giřugałe
asmanî pêstiřeşekan
tawî xwênî sûrî baran
lewe zyatir.. negeyşte îstigekeman
***
-vêtnam
serî sałe
gułî zam le leş dirawe
hîç kes nenwê
«babe-nîkson»
nuqłî quřquşim dehênê.. bo mindałan
miqestî tełaşî bomba
goy memkî sirkî deqirtan
çawî tîjî minałekanî desûtan
kempayînekanî asman
kewtibûne dirwêne û serbiřînewe
keçî her neybiřînewe
***
- emrîka
serî sałe
sermayedar le naw pêkî şempanyada
ferman deda:
«yadî ’îsa:
nehêłn řeş legeł sipî.. cejin bika..
xêra birûskeyek nûsra:
-ey çete vêtnamîyekan.. leber ’îsa
leber xatrî sałî nwê.. ba şew û řojê
şeř řagîrê-»
ke hatewe.. lêy nûsra bû:
- damudezgay împiryalî.. tenya satê..
şeř řanagrîn...
ba’îsa bê.. tifengêkman bo hełgirê!)
***
- netewe yekgirtuwekan
serî sałe
«babenwêl» bergî xakî leberdaye
diłsozî çewsawekane
le cêy nuqił, mafî pêye bo mindałan
«babenwêl» agedarî hemû ḧałe
bełam aya.. mirovayetî le małe?!
***
- kurdistan
serî sałe
lem xakeda pêşeng dałe
bîrî şaristanî serdem
awelme û hêşta kałe
bawî şextey bîrî kon û zirk û şałe
piley serma.. syazde le jêr sifreweye
syazde şûme
leber şûme/serma/befir
qutabxanekan daxran
şerim tałe.. ay ke tałe