merg kiłołe

Li pirtûka:
Bibin Be Tîşk
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  532 Dîtin
ke şew dayet, min winbû nîm
bełam winbûn dezanê çîm
winbûn cêpêm hełdegrê
winbûn sereřêm pê degrê
bełam minî.. şêt û diłdar
minî bêzarkerî azar
minî «mirdin» lêm hełhatû
minî «xefet» be «ẍem» kuştû
dezanim kêm/ dezanim řêm
dezanim encam û dwacêm.
***
to ey mergî sereřêgem
dezanim to dirwêney gerdinim dekey
bełam ey xot.. le dway mergî min çî dekey?!
lezet le biřînî serî
kêy tirî wek min.. werdegrî..
pêkenînê be dasî destî řeşt bê!
quřit beser..
le dway mergî min çî dekey?!