xewî sewz

Li pirtûka:
Bibin Be Tîşk
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  1627 Dîtin
lewetey tom xoşwîstuwe
xewekanim.. sewz buwe
heqme bigrîm..le çawekanma sewz bûy
bo.. giryanî min nebuwaye
to bebê aw gewre ebûy!
***
pencekanim tînûyane
dest menê beřûyanewe
ba byangêřim beřezî qijî xawta û
neřonewe
ta têr ’etir exonewe
***
bo.. bê lew çawe kałanet
çî şik ebem...!
lêm mepirse.. boçî hatûm
wek kotrêkî lanewaz
terew mandûm
hatûm le naw çawekanta
têr têr binûm
têr têr binûm