kongirêsî çawekanit

Li pirtûka:
Bibin Be Tîşk
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  619 Dîtin
çawekanit.. dû hołî geş û naskin
kongirêsî xemî hemû cîhanyan
tya gîrawe
lêwekanit... dû qirdêley ał û tenkin
gewretrîn çepke xemyan
pê bestirawe
ey xemekem
le peristinî çaw û dem
meḧałe řojê koł bidem
çunke min wek... serokêkî hemîşeyîy kongirekem
çunke min wek.. încaneyekî çepkekem
bew dû çawanet... debînrêm
bew dû lêwanet.. maç dekirêm