ba wa bê

Li pirtûka:
Bibin Be Tîşk
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 2 Xulek  848 Dîtin

yekem komełe şî’rêkim seretay sałî 1968 çap kird benawî «firmêsk û zerdexene»we hengawî yekemî seferekem bû le jyanî şî’irda, dway ew, komełe şî’rêkî tirim amade kird benawwinîşanî «nask» be’umêdî ewey seretay sałî 1974 be çapî bigeyenim. «nask» her be şitêk le hengawî yekemim dejmêrdira. ḧezim dekird xwêndewar bizanê çon qonaẍî yekemî şî’ir dananim le derwazey xogořînêkî nwê deda, bełam bedaxewe «nask» le nêwanî gîrfanî betałîy min û mexzenekey çapxaney řapeřîn û hendê bigrewberdey naweřastî sałî ḧefta û çwarda, win bû. be winbûnî berhemî şeş sał giryan û pêkenînî minîş win bû, bê ewey bizanim kewte kwêwe.

egerçî hêşta destim le dozînewey neşuştuwe wek hemû daykêkî mindał bizirbû, bełam naçarmam beşî sêyemî şî’rekanim lem dîwaneda bixeme berdem xwêndewaran ke em beşe be qonaẍî duwemî jyanî şî’rîm û tewawkerî hengawî yekemim dejmêrdirên. le katêkda êsta şî’rekanî qonaẍî sêyemî şî’rîm amaden bo çap, kewate norey ewe hatuwe em şî’raney berdestit be hemû natewawîyekanyanewe pałyan pêwebnirê û řûnakî bibînin û bibin be tîşk pêş ewey wek «nask»yan lê bê.