nałînim lê bote kisin û îşim her ẍemxiwarîye
Li pirtûka:
Dîwanî Natiq
Berhema:
Natiq (1886-1967)
1 Xulek
829 Dîtin
nałînim lê bote kisin û îşim her ẍemxiwarîye
řojim her řîtnî eşke û şewîşim bêdarîye
řeḧmî caran bo beserçû? bo feramoşim ekey?
ey nazanî derdî hîcran çend muşkîl û karîye
gwê mede qewlî mufettîn ba beřastî pêt biłêm
ew sege mel’une daym îşî her bed karîye
min le řêy toda gelê řojgarî tûşim birde ser
wazbêne lem bezme taze karî to diłdarîye
lem dinya tenya çirayek sozî îşqî tom hebû
ger xamoşî key yeqînen ew peřîy bê barîye
new gułêkî baẍî nazî kes natwanê min nebê
bonit bikat biłê eme nî’mey barîye
seyr ekem dîwanî şi’irim piř le îşqî toye to
desa toyş řeḧmê bifermû bem natîqNasnava edebîe zarîye