fermûte tifeng arî beg em emre řewaye
Li pirtûka:
Dîwanî Natiq
Berhema:
Natiq (1886-1967)
1 Xulek
791 Dîtin
fermûte tifeng arî beg em emre řewaye
serpêçî nîye kes leme fermayşî şaye
lakîn nîye em emre be min nîsbetî qurban
çunkî ke le min şeng û tifeng turfe bełaye
ney bîstiwe kes ḧuştir û sin’atî qezazî
ney dîwe kesê ḧafiz û hamřazî çiraye
min çîme le şeng çîme le ceng çîm le tifenge?
meşhure ke kwêr řebtî be goçan û ’esaye
çend wexte emin muntezîrî feyz û xełatim
nem zanî ke îcray xełatim be cezaye
ger bê û bekerem qebzey tebrîye nenûsî
natîqNasnava edebî be destî «girde»we eḧwałî fenaye