were badî seba qurbanit bim wek biray canî

Li pirtûka:
Dîwanî Natiq
Berhema:
Natiq (1886-1967)
 4 Xulek  885 Dîtin
were badî seba qurbanit bim wek biray canî
ke řojî hîmmete emřo benaw lutif û însanî
dexîlit bim be xoşřewî be teb’îy ême ’eynî metleb
le bazařî miḧbetda nekey fikirî girancanî
le xełwetxaney xemda emende mat û meḧzûnim
wekû zułfî perî řûyan serî lêdam perêşanî
zemanêke le eḧwałî xoşewîstêkim bê xeber mawim
be carê şîfteyî kirdûm fîraq û derdî hîcranî
kemer beste kuřane çakî dawênit be lada ke
eger to saḧîbî şerit û wefaw û ’ehd û peymanî
espabî sefer řêk xe qurban destim be damanit
meke sistî be çustî beste pîtawî sefer anî
be řêgey ḧewt xwanî şarezûra her weku řostem
řexşî hîmmetit merdane bihêne germ û cewlanî
nebê çawit le hajey zełim û qajey tancero û řîşên
serî xoyan leberd deden le řêgay cehil nawanî
eger hat zełmî załim fikirî zułmî kird be çalakî
be tîẍî can sitanî sirweket derbêne îmanî
be meẍrûrî şepolî tancero men’î ’ibûrî kird
be şimşêrî şinet let ke diłî hîç meyde amanî
le řîşey bêneder «řîşên» be sozit yexte sarî ke
heta mawe neybînê key beçaw seddî binawanî
be çołî bêkese bêkes ew řoy aman muqeyyed be
lenakaw nek yexet bigirin çetey bê řeḧmî wîjdanî
le «’erbet» la nedey nek bitgezin dûpşikî zor pîse
serapa wek bizin tûkin hemû řeş řengî qetranî
dû pilkî şapelit tund ke le qubey gunbedî gerdûn
be tûndî û tîjî têpeřke hata şarî silêmanî
bimêne satê têfkire le nezim û wez’î nawî şar
ḧedîqey wek beheşt û naz û ’îşwey ḧûr û ẍîlmanî
be dîqqet seyrî qesir û qisur û nexşî şîrînî
telarî wek ẍewerneq cût legeł keywan û eywanî
le wêwe zû bicułê lenceke ta pirdî qilyasan
ebînî awî saf û ’en’eney bax û gułistanî
laye şe’şe’ey řûy guł lelaye neẍmeyî bulbul
lelaye çehçehey sułsuł leser serûy xeramanî
demê farîẍ binîşe lew guł û gułzare řengîne
be şewq û zewqewe dem dem binoşe awî ḧeywanî
bimênê ta bimênê gunbedî gerdûn le dewrane
le wextî sext û bê wexta ke to cêgey umêdmanî
lewê hełse bederbenda eçîte «çemçemał» yekser
meweste ta «meqan» û dewwirey pêçî «melakanî»
lewê mêzerêk bibeste be«kerkûk» da eřoy aman
bixiwêne ed’îyey ḧifizit le fîtney çawî turkanî
le her layek ebînî bêçwe turkanî kemandaran
epêkin mel le ewca ew be ẍemze ew be mujganî
xuda kirdî necatit bû be selamet řû berewu «hewlêr»
be sur’et tey bike çoł û deşt û seḧra û byabanî
lekatêkda be mesrûr yike hat daxił be hewlêr bûy
bike dewrê beser bazař û cade û qeyserî û xanî
le paşa satê îsraḧet bike qelbit tezûy derçê
bişo çawit le toz û gerdî řê wek merdî nûranî
be meşatey edeb rûy xot cela da ’eynî awêne
edîbane biçore xizmetî «gîwî mukiryanî»
necîb û ’arîf û kamîl edîb û şa’îr û fazîl
wek xurşîdî taban şu’le bexşe nûrî ’îrfanî
derexşa nuktey şîrîn û wirdîy metbe’ey teb’î
be nûkî xamey muşkîn enûsê xetî řeyḧanî
le qebra ger bibînê neqşekey wêneyî berzîy
ekêşê ahî ḧezret ta qyamet arezû manî
biłê ew yarî dił bêçarey muştaqe be dîdarit
egate gunbendî gerdûn le dûrît bang û efẍanî
leber çî çarî nakey yadî fikirî ew ciger pare
tamaşake le hîcranit ne ser mawe ne samanî
le bendînxaneyî xemda be řoj û şew wekû meḧrûm
zeřey zincîrî miḧnet dê le pêyda mîslî zîndanî
eger pirsî le esił û sîlsîlew naw û leqeb fermû
«kerîm» îsim û leqeb natîqNasnava edebî pider me’rûfî wesmanî