giriftarim be cîlwey çawî řeşt

Li pirtûka:
Dîwanî Natiq
Berhema:
Natiq (1886-1967)
 1 Xulek  668 Dîtin
giriftarim be cîlwey çawî řeşt
serasîmem be şu’ley kułmî geşt
ewe şu’a’î sozî min bû diłim
birîskey da le řuxsarî mehweşt
baranî nûrî yezdanî le serda
debarête ser lalezarî leşt
xuda daym destî be bałtewe bê
ta xem nebînê diłekey bê ẍeşt
hweydaye le diłta natîqNasnava edebî ’îşqê
pêy bizane ke şêxt dawye beşt