’erzî biken badî seba nuştem bo xizmet dos biba

Li pirtûka:
Dîwanî Natiq
Berhema:
Natiq (1886-1967)
 1 Xulek  735 Dîtin
’erzî biken badî seba nuştem bo xizmet dos biba
qed diłî neşkênê neba řencî ferhadîm ba be ba
ew diłberey sîmîn ’urza sehî qametî lalezar
dehan şikofey dem behar ba carê biłêt merḧeba
canim nîsarî rahî ew nezmim xermaney mahî ew
yařeb be ḧurmet cahî ew bibexşê maçê lew leba
sucde ebem eber derî dem dem le lêwî şekkerî
bonî ekem nîlufeřî damênî cubbey ta ’eba
ḧezretê ḧîsamî dîn bê legeł ewlyahan qerîn bê
cêgedarî behadîn bê ba mułkî dił be ẍaret ba
ey pirtewî sîracî dîn wey mehî asman û zemîn
lutifit deway diłî ḧezîn celat jengî řoḧ la eba
natîqNasnava edebî wesfî ew ḧezrete ke mexzenî řyazete
bo kesê wek to zeḧmete çunke şahnameyek eba