şox û şenge çeşnî tawis dêt û wa xoy ba eda

Li pirtûka:
Dîwanî Natiq
Berhema:
Natiq (1886-1967)
 1 Xulek  1028 Dîtin
şox û şenge çeşnî tawis dêt û wa xoy ba eda
řencî çend sałey mecnunîm be nazê be ba eda
min serî qulle ’ lumim be aşyane kird bû
ew beyek siḧrî beyanî hezar dersim da eda
bewpeřî şoř û şewqewe pêy ełêm lutfê bike !
mekkare diłim deşkênî her cewabî «na» eda
’îşq her řojî ezel xuda kirdye qîsmetim
ew be bê meylîy xerîke dest le karî xwa eda
çon diłî dênê ewende bê wefaye û şeřengêz
xencerî ebroy le sîney natîqNasnava edebîy xoy ra eda