řêm bide ba necatim bê le ḧelqey ew daweda

Li pirtûka:
Dîwanî Natiq
Berhema:
Natiq (1886-1967)
 1 Xulek  663 Dîtin
řêm bide ba necatim bê le ḧelqey ew daweda
ta pencekanim bihênim bew egrîce xaweda
kesê naybinê weku min be şerarey ẍemzeket
cerg û henawî sûta bê lem dyar û naweda
kwanê şertit ? kê xezaney lutfî pamał kirdûyî
kufre carê řeḧmêkit bê bem diłe sûtaweda
ba hemû ’alem bizanê ’ehdî xom beser debem
tenya řoḧim mawe eydem le řêgey ew çaweda
perwane asa ledewrî şem’î sîmat xul exom
ta bisutênim û biłên xoy kuşt lew pênaweda
xurdî řoj û xwabî şew lêm ḧeramin çareyek
bezeyyekit bê be ḧałî em çawe giryaweda
hewrî me’îwsî natîqaNasnava edebî şest eka hoşt bibê
małî me’şuqit neda be dem ew lafaweda