girpe û giřey tenûre biłêsey henawekem

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
Berhema:
Eḧmed Muxtar Caf (1896-1935)
 1 Xulek  660 Dîtin
girpe û giřey tenûre biłêsey henawekem
sîrwan û tanceřoye xuřey awî çawekem
şêwawî mûyî xawî kesêkim be řoj û şew
boye peşêwe êsteke, bîre biławekem
řojê be pêkenînewe fermûy de bêrewe
bo pasî nîweşew sege qul hełkirawekem
dîsan witî: şeker le demit dête der eger
jehrîş bixoytewe ke bibê bênî nawekem
em komełî gułałe ke ałn le kêw û kej
awyan dirawe giştî be xwêne řijawekem
to bê xuda desa were ey nûrî çawekem
sařêj ke zamî letletî cerge biřawekem
baweř meken bibin be - -Teksta ne aşkira kurdî şarezûrNava taybet
bê tirs ełêm le řastî diřawe kiławekem