diřk hawdemyetî bulbul peşêwe ḧałetî bo guł
Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
Berhema:
Eḧmed Muxtar Caf (1896-1935)
1 Xulek
3058 Dîtin
diřk hawdemyetî bulbul, peşêwe ḧałetî bo guł
beharan boye ew daym eka her em çił û ew çił
lelam waye ke ḧetta xakî jêrkewşî řeqîbanit
cewahîrsurmeye bo çawekanim, merheme bo dił
zeman bem ḧîzîye, talî’ be em nasazîye emřo
nîgarîş lutfî wabê çon ebê min metłebim ḧasił
beramber ebruwanî kewtime sucde, witî ’aşiq
egerçî qîblegahî to keçe nwêjit nîye batił
tewafî ke’beyî derganeket tenha le min men’e
le qur’ana ełêy ayatî řeḧmet qet nîye naził
tepukoy tirpetirpî dił, be girme emşew eybaran
fîday ew şoxe, teşrîfî ke dête menziłim baqił
dexîlim to bizane dest û pencey nazenînêke
be gozey têmege ḧeyfe, tuxwa to meyxere naw gił
wekû mûsa hemû e’zay ke eybîst řojî kêwî tûr
leser ta pêm enałê weqtî hîcirit nek be tenha dił
ezanî qedrî eḧmedNasnava edebî key ezanin ehlî em şare
le dinya derbiçê û bimrê û biçête jêrî xak û gił