eger bînême ser xûdey wekû ding

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
Berhema:
Eḧmed Muxtar Caf (1896-1935)
 1 Xulek  2182 Dîtin
eger bînême ser, xûdey wekû ding
diłim kunkun bibê wek nawî bêjing
çilon eydem be xurmay qaç û qul řût
qedî berzî çinar û gwêz û harjing
le zeytûn çaktire hencîr û sêwman
gezom pê xoştire sed car le baling
bełam çî bikem le daxî em zemane
wekû mizraḧ serim kewtote ving ving
ewey bo pare lay dawe le meslek
becêy danîştinî bê, mêx û sed sing
witim bew ḧîze emřo řojî toye
bixo, danê be meylit ling leser ling
deşubhê ḧałî eḧmedNasnava edebî weqtî wesiłit
be řoj hełhatin û eḧwałî awing