şa’îranî kurd bese bes basî zułf û çaw biken

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
Berhema:
Eḧmed Muxtar Caf (1896-1935)
 2 Xulek  2222 Dîtin
şa’îranî kurd bese, bes basî zułf û çaw biken
kem xeyałî perçem û kakołî ałozaw biken
labden kem basî sunbul ya liqî lawlaw biken
êwe tedbîrêkî ḧałî qewmî diłsûtaw biken
zûbezû ta îş ledes derneçwe sa hewłê biden
êwe te’rîfî mey û pyałe û guł û sehba eken
da’îmen her basî lence û qametî ře’na eken
serxoşî xoşe we ya serbestî? bo çî wa eken
takû key êwe qisey wa pûç û bê me’na eken
zûbe zû ta îş ledes der neçwe sa hewłê biden
bê kes û bê piştîwanîn řêgeman dûre werin
ḧeyfe êwe wa esîrî destî çen qewmî kerin
bo çî nazanin le tuxmî kaweyî asnigerin
hełbiken ---Teksta ne aşkira kurdî em îdare laberin
zûbezû ta îş ledes derneçwe sa hewłê biden
hełbiken ---Teksta ne aşkira kurdî meqsedim tałan nîye
pare teḧsîl kirdin û řûtkirdinî karwan nîye
ẍeyrî mekteb bo tedawîy ême hîç derman nîye
hîç sîlaḧ çatir le ’îlim û sin’et û ’îrfan nîye
zûbezû ta îş ledes derneçwe sa hewłê biden
ḧeqqe min şew ta beyanî arezûy giryanme
şêt nebûm wa daymen her meylî quř pêwanme
řołe mirdû nîm bizanin şîwenî kurdanme
bêt û teḧlîlî biken dîcleNava taybetş qingawî wanme
zûbezû ta îş ledes derneçwe sa hewłê biden
wek qełayêkî tebî’î waye şax û daxman
qet le bin naye be xwardin mîweyî naw baxman
cennetin şarî silêmanîCih û sineNava taybet û sabłaxNava taybetman
îttîfaqê ba bikeyn labeyn le diłda daxman
zûbezû ta îş ledes derneçwe sa hewłê biden