be yadî çawekanit daymen min mest û ḧeyranim

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
Berhema:
Eḧmed Muxtar Caf (1896-1935)
 1 Xulek  1208 Dîtin
be yadî çawekanit daymen min mest û ḧeyranim
le ’îşqî qametit qurban wekû zułifit perêşanim
ewende min le hîcrî wesłî to zarî ekem cana
wekû dawênî ełwen daymen min sûredamanim
lebo cařûbî řêget ḧazirim daym gułî ře’na
be gozey piř le awî dîde û dû geskî mujganim
selîbî zułfî tom xistote gerdin bûm be nesranî
îtir qurban bike řeḧmê ne dînim ma ne îmanim
ewend eḧmedNasnava edebî ke medḧî řûyî toy kird şêt û řîswa bû
be xellaqî zemîn lem şî’re çatir bende nazanim