be yadî çawekanit daymen min mest û ḧeyranim

From the Book:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
By:
Ahmad Mukhtar Jaff (1896-1935)
 1 minutes  1207 views
be yadî çawekanit daymen min mest û ḧeyranim
le ’îşqî qametit qurban wekû zułifit perêşanim
ewende min le hîcrî wesłî to zarî ekem cana
wekû dawênî ełwen daymen min sûredamanim
lebo cařûbî řêget ḧazirim daym gułî ře’na
be gozey piř le awî dîde û dû geskî mujganim
selîbî zułfî tom xistote gerdin bûm be nesranî
îtir qurban bike řeḧmê ne dînim ma ne îmanim
ewend eḧmedPen name ke medḧî řûyî toy kird şêt û řîswa bû
be xellaqî zemîn lem şî’re çatir bende nazanim