diłberêkim heye sîmînber û xoş řeftare

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
Berhema:
Eḧmed Muxtar Caf (1896-1935)
 1 Xulek  1925 Dîtin
diłberêkim heye sîmînber û xoş řeftare
çawî wek nêrgisî şehla hemû dem bîmare
ebruyî qîbleye, xałî ḧecerul’eswedNava taybete ew
perçemî mîslî selîb, zułfî ełêy zunnare
řûy gułebaxe nîgarim be xwa ḧeyfe ke ew
hawřefîqî şew û řojî diřk û hem xare
saḧîbî ’îşweye ẍaretgerî îmanî meye
diłřeq û załme bê mîhir û wefa û ’eyyare
řûyetî ahuyî çîn û nîgehî afetî dîn
demî wek findiq û lêwî her ełêy gułnare
bo firîbî diłî eḧmedNasnava edebî hemû dem ew şoxe
ḧazre yařebî, ew diłbere çen mekkare