diłberêkim heye sîmînber û xoş řeftare

From the Book:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
By:
Ahmad Mukhtar Jaff (1896-1935)
 1 minutes  1924 views
diłberêkim heye sîmînber û xoş řeftare
çawî wek nêrgisî şehla hemû dem bîmare
ebruyî qîbleye, xałî ḧecerul’eswedNamed-Entitye ew
perçemî mîslî selîb, zułfî ełêy zunnare
řûy gułebaxe nîgarim be xwa ḧeyfe ke ew
hawřefîqî şew û řojî diřk û hem xare
saḧîbî ’îşweye ẍaretgerî îmanî meye
diłřeq û załme bê mîhir û wefa û ’eyyare
řûyetî ahuyî çîn û nîgehî afetî dîn
demî wek findiq û lêwî her ełêy gułnare
bo firîbî diłî eḧmedPen name hemû dem ew şoxe
ḧazre yařebî, ew diłbere çen mekkare