le kê pirsim biłêm dwêşew xewm dî

Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  901 Dîtin
le kê pirsim biłêm dwêşew xewm dî
çîye watay le xew mahî newm dî?
ke min dîtim be wêney yek şewî bû
bełam taku beyanî pirtewm dî!
leser awêkî řûn bûm dem řuwanî
be wêney zêř û zîw zîx û çewm dî
le nakaw hate xwar heł nîşt hełoyê
ke dane û dawî lûl da xom ewm dî
fiřî řoyşit be taqî asmana
ke dawî xiste derya wek şewm dî
ke aram bû nema hewre tirîşqe,
nemabûn daw û dane her kewm dî!