seru lafî qedî toy kewte serî
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
1 Xulek
1047 Dîtin
seru lafî qedî toy kewte serî
řastî qedî çemawe quř beserî
xunçe tengî demî toy dît girya
zû be zû tîrî ḧesed cergî biřî
guł ke zanî be gułî řût naga
çû be dem bawe yexey dadedřê
şořşî çawî gelawêjî tuwe,
mişterî kewte sema řengî peřî
tozî řê mijdeyî şadî pêye wa
min le êwarewe çawim defřê
qet hîway çake le řû řeş nakem
bêwejin şade ke wa qeł defřî
’ewnîNasnava edebî sił nabê le bed goyî řeqîb
lê geřê lem dere ba seg bweřî