hat fesłî gułan, bulbulî dêwane le kêye?

Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  2389 Dîtin
hat fesłî gułan, bulbulî dêwane le kêye?
şew řoyî edî ’aşiqî perwane le kêye?
tefrem mede bem serwe ke wêney qedî toye
ser û semen û lenceyî canane le kêye?
mestim be heway ’enberî dû zułfî syahit
boyî semen û sunbul û řêḧane le kêye?
dengî def û awazî ney û zemzemey saqî
mutrîb be fîdat bim řehî meyxane le kêye?
fermûy be tebesum were wa cejnî wîsałe
bê tewfî ḧeřem cejneyî qerbane le kêye?
tênûm be lebî kewser û saqî keremit bê
ẍemze û nîge û bade û peymane le kêye?
way fermû gułim ’ewnîNasnava edebî zedey destî nîgare
em deng û seday nałe û giryane le kêye?!