tika karim le to meygêř nekey şadîm be ber badey
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
1 Xulek
1029 Dîtin
tika karim le to meygêř nekey şadîm be ber badey
xemî êsta û lemew pêşim debê îmşoke ber badey
ke min diłxiwazî bade û arezûy awazî şimşałim
pyałey piř le mey hêna gutim: bo çî le ney nadey
demêke dûr le bezmî êwe, gîrodey xem û derdim
feramoşî dekem giştî, eger pirde le řût ladey
minim tenya le kořî bade noşan aşnay saqî
ke çî to her wekû bêgane asa řû be min nadey
demêke arezûy maçêkî lêwî tom le dił daye
çi xoşe min biłêm zûke bifermûy toş biłêy: ha dey
ke pencey zîwî kirde şane, zułfî lûlî dabênê
şiney ba dił debziwênê eger zułifit beber badey
emin meyxane û saqî, be şêx û xaneqa nadem
gutî ’ewnîNasnava edebî heta mawî nekey lem řêge qet ladey