qurban were em cejne qurbane eger çî

Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  829 Dîtin
qurban were em cejne qurbane eger çî
em zeḧmet û azar û cefadane leser çî
ger dem kujî bem çawe biłê fursete îmřo
nek řojî le penhanewe xwênim be heder çî
řengîn ke be xwênim were dey penceyî ałit
şayste le cejna bitewê ger be sefer çî
dû zułfî syahit ke le řût hate temaşa
nizîke feřeng bêto lebo keşfî qemer çî!
ahî minî dêwane legeł bulbulî şeyda,
piř soze eger bê le munacatî seḧer çî
meqsed nîye ger kuştinî min bo çî le dûla
sef beste wi’amadeye î’lanî be şeř çî
terkî nezerî badey mestane ke ’ewnîNasnava edebî
dûçarî debê çahî zelalet be nezer çî!