perî peyker cwanî xunçe zarê

Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  834 Dîtin
perî peyker cwanî xunçe zarê
nîgar şox û şengî çaw xumarê
be řû guł, xunçe dem, sîne wekû bax
be bała serwe, mem sêw û henarê
le katî pêkenîn û zerde xende,
diř û yaqût û mirwarî debarê
dezanî dił ke pêkawî bijange
bifermû xot bike dermanî carê
be tata perçemî hatote ser řû
bebay da ’enberî sara be barê
ew cejne hemû kes şadmane,
minîş awarem û dûrim le yarê
behare çopîye aheng û bezme
de ney jin lê de awazî qetarê
were mey gêř be çawî mest û kałit
etoş min mest û bê hoş ke be carê
wekû ’ewnîNasnava edebî be çeşnî askî kêwî
ke bestirawim be sam û tay swarê