xumarî çawxumarêkim hezaran wa xumarîtî

Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  870 Dîtin
xumarî çawxumarêkim hezaran wa xumarîtî
esîrî zulfî yarêkim hemû ’alem şikarîtî
wekû leyla be sed naz û nezaket ’eqłî lê sandim
diłim daye wekû mecnûn le ’eşqa bê qerarîtî
le îqlîmî melaḧet çunke bê hawtaye ew şoxe
debînî çend şehenşa wa mutî’î řaguzarîtî
dezanim dem kujî çawî, tenafî zulfî daw dawî
biroy qews û mujey peykanî ’uşaqî hejarîtî
be ẍemzey çawekey ’eqił û dił û dînim be ẍaret çû
xuda çî bû ke wa îmřo hemû kes întîzarîtî
gułî řuxsare, xunçey lêwe ’er’er qeddî şoxîtî
gehê bulbul, gehê qumrî, gehê dił wa huzarîtî
şikofey xunçeyî lêwî le baxa wa demî dawe
eme boy ’etre ’ewnîNasnava edebî xendeyêkî lêwu zarîtî