yarî kes naka felek ta nakes û sifłe hebê

wêr û edeb
Li pirtûka:
Dîwanî Muxlîs
Berhema:
Muxlîs (1910-1985)
 1 Xulek  772 Dîtin
yarî kes naka felek ta nakes û sifłe hebê
bewkesey nada řuwet, meşhur bî wêr û edebî
herkesê çerxî felek kirdye qařûnî zeman
her temaşay bike boxot û mepirse sebebî
bê buxar nabî çi beḧir û bê diřî nabî çi guł
wek çiray mustefayî û dûkełî bûlehebî
herkesê xoy newê boto, bibe xakî berî pêy
kurde yaxud ’erebe boçte esił û nesebî
muxlîsaNasnava edebî yar heye lutfî be ziman û be qełem
nabî hîç şukirî lebîr bikirê be kurdî û ’erebî