qewmî kurd boç êwe qet nabne bira

kurd
Li pirtûka:
Dîwanî Muxlîs
Berhema:
Muxlîs (1910-1985)
 1 Xulek  867 Dîtin
qewmî kurd boç êwe qet nabne bira
besyetî piştitan le dunya dabřa
kurdî êran û ’êraq û turk û şam
bole weqtî xoy weha cê cê kira
boçî yek nagirnewe yek parçe bin
çenge baz bin bo hemû la aşkira
bê syaset kes nîye her êwene
wa letarîkî desûřên bê çira
çaweřêm ałayî kurdan hełkirê
herçî hat pêşkewt û ałay hełkira
natebayî piştî kurdanî şikand
bo serokî kes be kes nayête řa
her deyan wê barî xelqî hełgirin
awha bin nabne xawen sera
qet mełê bê dîne kurdî wa nezan
kurd lebê dînîşewe her paşxira
çon serokî kurd debê bêgane bê
bo pişîle qet bezî pê nespêrra
ba sirok kurd bêt û xwênit hełmijê
nek be bêgane biłên kurd lêy dira
muxlîsaNasnava edebî nêzîk buwe gwêt lê bibî
serbexoyî wa be kurdistan dira