nebe mendîl û ḧełałî beşerî

pilke sewer
Li pirtûka:
Dîwanî Muxlîs
Berhema:
Muxlîs (1910-1985)
 1 Xulek  624 Dîtin
nebe mendîl û ḧełałî beşerî
ne be kesk û nebe řîş mu’teberî
meke îzharî wîlayet be diro
demî naga be birinc ker be kerî
ke be çaw pêt nekirê biçye çya
debê bê çaw bikirê biçye serî
mexe ser zar û demî xot qiseyê
ke nezanî çîye nefi’ û zererî
qiseyêkî meke lay ehlî şi’ûr
ke letû zêde bî qedir û qederî
be hewłdan degeye ehlî huner
be qise her kuřî pilke sewerî
ke etû herwekû jin neçye derê
be çi tû herwekû ehlî hunerî
wekû yek nîn xezef û duřî sedef
ke etû ferqî nekey canewerî
be temay ẍunçe bî satê mexewe
bigre damenî badî seḧerî
diłî xot řagre bo yar çi deka
ḧeresî şahî mebziwe le derî
be qise muxlîsNasnava edebîy bê nûr û nezer
wekû şexsêkî be nûr û nezerî