ey derî ẍarî mubarek dił be qurbanî tuwe

qesir û heywan
Li pirtûka:
Dîwanî Muxlîs
Berhema:
Muxlîs (1910-1985)
 2 Xulek  835 Dîtin
ey derî ẍarî mubarek dił be qurbanî tuwe
yarî sertapa letîfim mujde mîwanî tuwe
sêberit tîrke be berçawî ḧesûdanî mexe
xidmetî şahane ewřoke leser şanî tuwe
şahî min yaxwa mubarek bê sefertan her seḧer
dest biłind kirdin û do’am bo dewłetî canî tuwe
bû be cê pêy textî eḧkam û nîzamî to zemîn
bo tecella qab qusînErebî qesir û heywanî tuwe
meḧremet ruḧ alamînErebî bû her ke çûy bo lamekan
nezmî sibḧan alzîErebî bo ’îzetî şanî tuwe
perdedar nazanê lew dîw çî heye fermû etû
bo tuwe herçî hebê ayatî subḧanî tuwe
ew şewe kewn û mekan ’alemî mulk û melekût
yek be yek cumle be cumle wa sena xwanî tuwe
her kesê ’aşiq bê ew şoke be yadî dulberî
qulqulî firmêskekanî duř û mercanî tuwe
toy emel herçend deçênim ḧasłatêkim nîye
muflîsim emma umêdim her be xermanî tuwe
goy serim pêy nagrê bîdate ber şeq hîç kesêk
çunke goy meydanî ’îşq û dest û çewganî tuwe
def’eyê derbêxe bo muxlîsNasnava edebî gułî řût bo nîşat
şew lenêw baẍî xeyał murẍî ẍezeł xwanî tuwe