detewêtin be muqîmî, çi medîne çi mekke

bê emek
Li pirtûka:
Dîwanî Muxlîs
Berhema:
Muxlîs (1910-1985)
 1 Xulek  864 Dîtin
detewêtin be muqîmî, çi medîne çi mekke
řast ekey hestewe ta deçye ewênder çi meke
’aşiqêkî ke le me’şûqe be dûrkewt qederê
kem û zor ger gileyî hate demî bê emeke
ne be sał û ne be mang û ne be řoj ne be şew
nîye têrbûn le wîsałit hemû lay min demeke
ewî birsîbî le řêy ’îşqewe têr nabê be hîç
hemû dunyay bideyê, nabê be dû cem cemeke
ke timaşay diłekey muxlîsNasnava edebîy kird pîrî muẍan
xeberî bû çi îradey heye, fermûy: wemeke