boye ewřo wa be şûşim yar berew řûm pêkenî

ḧusên û ḧesen
Li pirtûka:
Dîwanî Muxlîs
Berhema:
Muxlîs (1910-1985)
 1 Xulek  789 Dîtin
boye ewřo wa be şûşim yar berew řûm pêkenî
şekir û çay pêdam be kułim û zułfekey piř şikenî
kewkebî îqbałî min ewşoke dunyay kirde řoj
bextekey xewtûm le xewda zor be şadî řaçenî
şaperî bazî ’înayet kewte serman sêberî
qismetî řojî ezeł kirdîye nesîbim damenî
dûr nîye gerçî ze’îfim yar eger lutfî hebî
quwetî bazûyî ’îşqim bêstûn ger hełqenî
řûbeřûy lêw û řuxî yarim çi qîmetyan heye
şewçiraẍ û duř û yaqut û ’eqîqî yemenî
min ke seyyadî ẍezałî ḧîcazîme qedîm
taze nakewme dû řawî ahuwanî xewtenî
muxlîsaNasnava edebî çerx û felek milkeçî tobê çi debî
to segî qapyekeyî cedî ḧusên ḧesenî